Theophilos Georgiadis

Firaz Baran

Ev gotar sê beş in:
A- Bi kurdî gotinên strana Teofîle
B- Bi yewnanî gotinên strana Teofîle
C- Jiyana Theophilos Georgiadis (Teofîlos Gîorgîadîs)

Teofîle
Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Vê biharê ji bo me
Li Qibris û Kurdistanê
Şaxê dara êdî nema kulîlk didin
Ji ber ku tu çû Theofîlê

Şoreşa me pir xurte
Ev salên niha gelekî zor in
Çima tu çû Theofilê

Te rê girt û bilind çû
Tu bilind çû ber bi çiyan ve
Ji jora çiyayê Pentadaxtîlo
Heta ber bi çiyayê Kurdistanê

Tu weke Yewnaniyekî hêzdare
Û weke Kurdekî çelenge

Çima tu çû Theofilê
Şoreşa me pir xurte
Ev salên niha gelekî zor in

Bihare li ser çiyayên Kurdistane
Çiqas behna xweş jê tê
Ma bihara bê azadî
Ji kîjan kurdî xweş tê

ΓΙΑΤΙ ΕΦΗΓΕΣ ΘΕΟΦΙΛΕ
Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Σε αυτή την άνοιξη για εμάς
κάτω εκεί στο Κουρδιστάν
Δεν ανθίζουν πλέον τα κλαδιά
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια

Εσύ πήρες την ανηφοριά
ψηλά πήρες τα μονοπάτια
πάνω στον πενταδάχτυλο ψηλά
και μέχρι εκεί στο Κουρδιστάν
όπως ταιριάζει σε Έλληνες
θεριά και Κούρδους παλληκαριά
όπως ταιριάζει σε Έλληνες
θεριά και Κούρδους παλληκαριά
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια

Ανοίξει πάνω στα βουνά
του Κουρδιστάν πως μυρίζει
μα ανοίξει δίχως ελευθερία
κανένα Κούρδο δεν αγγίζει
ελεύθερος ο αέρας δεν φυσά
και ανοίξει καρδιά ραγίζει
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια

Στα όπλα να στοχεύουμε
τώρα μαζί με το όνομα σου
λέμε να φέρουμε την ελευθερία
από ψηλά εδώ στο Κουρδιστάν
κάτω στην όμορφη Κερύνεια
εκεί που χτύπα η καρδιά
κάτω στην όμορφη Κερύνεια
εκεί που χτυπά η καρδιά
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια
Γιατί έφυγες Θεόφιλε ?
και είναι ο αγώνας μας σκληρός
και δύσκολα αυτά τα χρόνια

Nivîsa bi Yewnanî: Eleni Sako

Berga kaseta Aram Dîkran – Arşîv: Firaz Baran

Jiyana Theophilos Georgiadis

Theophilos Georgiadis kedeke mezin daye doza Kurdistanê. Ew bûye sembola dostaniya Kurd û Yewnanan. Ew 20ê Adara 1994an şehîd dikeve. Aram Dîkran li ser wî stranek dinivîse û nava kaseta xwe dike „Teofîle“. Gelo Theophilos Georgiadis kî bû û kîjan xizmet kirin ji bo şoreşa Kurdistanê?

Ew, 9ê Cotmeha 1957an li gundê Evrychos ê Qibrisê hatiye dinê. Piştî êrîşa dewleta Tirk a sala 1974an, malbata wî neçar dimîne ku mala xwe biterikîne û li Trachonasê bi cih dibin.

Theophilos sala 1975an Lîseya Qibrisê qedandiye. Piştî lîseyê, diçe leşkeriye û di Fîloya 32. de du sal xizmeta arteşa Qibrisê dike.

Sala 1977an diçe Atînayê û li Zanîngeha Panteionê dest bi xwendina Zanistên Siyasî dike. Li zanîngehê hînî tirkî dibe.

Dema ku vegeriya Qibrisê, li ser daxwaza bavê xwe sê salan wek polîs kar dike. Sala 1986an di Beşa Karûbarên Tirkan a Daîreya Çapemenî û Ragihandinê ya Komara Qibrisê de wek memûr dest bi kar kiriye.

Sala 1987an de Kurdan û têkoşîna wan nas dike. Piştre gelek hewldanên mezin dide. Di nav raya giştî ya Yewnan û Qibrisê de dibe parêzvanê doza Kurdistanê.

Di sala 1988an de Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re ava dike. Di heman demê de dibe berpirsiyariya kovara bi zimanê yûnanî “Dengê Kurdistanê”.

Kovara ku mehane derdikeve tesîra wê her ku diçe mezin dibe. Roj tê û li Yewnanîstan û Qibrisê hezar nusxe tê firotin. Theophilos di kovarê de li ser dostaniya Kurd û Yewnanan gotaran dinivîse û dagirkeriya Tirk a li Qibrisê
û binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistanê rave dike.

Theofilos Georgiadis ji bo mafên Kurdan, Qibrisiyan û Yewnanan tekoşînê pêş dixe. Dewleta Tirk axa Qibris û Kurdistanê dagir kir û li ser her du gelan êrîşa qirkirinê da meşandin. Theofîlos şoreşgerekî dînamîk bû. Wî bi xebatên xwe vê polîtîkayê deşîfre kiriye. Li ser van mijaran li Qibris û Yewnanîstanê bi sedan hevpeyvîn û nûçe weşandine û gelek konferans amade kirine.

Ji Qibrisiyan re gotiye: “Hûn li dijî dagirkeriya Tirk şer nakin. Başe. Wê çaxê alîkariya Kurdan bikin. Azadiya wan rê li azadiya axa me jî veke.”

Kovara Dengê Kurdistan

Theofilos Georgiadis, ji bo ku gelê Qibrisê alîkarî bide Kurdan û di nav her du gelan de dostaniyek dîrokî ava bibe xebatên şoreşgerî meşandiye û di nav her du gelan de bûye pirekê dostaniyê.

Ew di heman demê de xebatên dîplomasiyê jî dike. Ji bo doza Kurdistanê li Parlamentoyên Yewnanîstan û Qibrisê, di nav sendîka û şaredariyan û di çapemeniyê de kesên nû rêxistin dike. Di encama hewldanên wî de di navbera her du gelan de dostaniyên pir girîng derdikevin holê.

Theofilos Georgiadis gelek caran diçe serdana Serokê Giştî yê PKKê Abdullah Öcalan jî. Her wiha beşdarî festîvalên Kurdan yên ku li welatên Ewropaya Navîn tên lidarxistin dibe.

Herî dawî di 12-13 Adar 1994 de li Brukselê beşdarî Konferansa Kurd jî dibe. Piştî konferansê, di 20 Adar 1994 de vedigere Qibrisê. Li Larnakayê ji balafirê dadikeve û diçe mala xwe ya li Nîkosyayê. Otomobîla xwe park dike û ber bi deriyê mala xwe ve diçe.

Wê demê qatilên dewleta Tirk li ber deriyê mala wî gule li wî direşînin û wî qetil dikin!

Georgiadis, 37 salî bû. Zewicî bû û bavê sê zarokên bû. Şehadeta wî di nav gelên Kurdistan, Qibris û Yewnanîstanê de dibe sedema hêrseke mezin. Mîna kuştina Hrant Dînk, qetilkirina wî jî ji aliyê gelê Kurd û Yewnan ve bi êşeke mezin tê peşwazî kirin.

Öcalan, peyama sersaxiyê weşandiye û wiha nirxandiye:

Rêheval Theophilos şoreşgerekî ku dilê wî tijî hezkirina mirovahiyê bû. Ji xaka xwe hez dikir. Li dijî kolonyalîzm û dagirkeriyê têrî xwe bihêrs bû. Barbariya dewleta Tirk a li ser gelê me weke ku li gelê xwe tê kirin didît.

Li hemberî vê yekê bi awayekî aktîf helwest nîşan da. Bi keda xwe yên giranbuha di dilê gelê me de rêz û sempatiyeke mezin girt.

Theophilos rêhevalê me yê herî hêja ye. Şehîdê me ye û di nav Kurd û Yewnanan de pira gelan e. Di dîroka me de cihekî girîng girt.

Emê di hemû dîroka xwe de wî bi bîr bînin. Ji bo bîranîna wî çi hewceye emê bikin. Ez sersaxiyê ji malbata hêja ya şehîdê me û gelê Qibrisê re dixwazim û diyar dikim ku emê heta dawiyê li dijî dewleta Tirk têbikoşin.”

Albuma Şehîdan 1994 – Nameya Serokê Giştî yê PKKê Abdullah Öcalan

Hevalên Theofilos Georgiadis xwedî li xebatên wî derketin. Kovara Dengê Kurdistanê berdewam kir û dawiya sala 1996an sedemîn hêjmara xwe hat weşandin û tîraja kovarê jî bû 80 hezarî.

Gelê Qibrisê jî wî ji bîr nekir. Navê wî dane meydanan. Li ser navê wî her sal li dêran ayîn liderdixin. Ji bo wî senfoniyek jî hate nivîsandin û navî wî dane zarokan.

Theophilos li Goristana Şehîdên Qibrisê hate definkirin û abîdeyek taybet jê re hate çêkirin. Li Qibrisê dema ku behsa welatparêzî, azadî û lehengiyê tê kirin bû navekî mînak.