Tu yî

Firaz Baran/Köln

“Tu yî” navê albûma Zozan Zudem e. Em ê vê nivîsê de danasîna albûmê bikin.

Stranbêj Zozan Zudem bi zimanê xwe yê zelal tê nasîn. Ev girîng e. Çima? Bawer dikim hûn jî pir caran rast hatine… Hinek stranbêjên me hene, mirov gotinên wan fehm nake. Lê dema ku Zozan Zudem stranan dibêje mirov kite bi kite fehm dike ku ew çi dibêje.

Erê, em ê niha derbasî danasîna albûmê bibin. Stranên albûmê ev in:

Ez Kurdistan im
Gotin û Muzîk: Dilovan

Newroz
Gotin û Muzîk: Kawa

Rihê
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran

Şîlan
Gotin û Muzîk: Xebat

Xetîce
Gotin : Gelerî
Muzîk: Anadola Navîn

Bêje
Gotin û Muzîk: Zozan Zudem

Tu yî
Gotin û Muzîk: Zozan Zudem

Erê Bazo
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Botan

Sebirê
Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn

Gul im
Gotin û Muzîk: Sîdar Bêrîtan

Gewrê
Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo

Kedkarên Albûmê

Produktion: Mir Multimedia

Derhener: Memo Gül
Aranjor: Eser Gül
Tomar, Mîx: Metin Kalaç
Masterîng: Metin Kalaç
Wêne: Cem Köroğlu
Grafîk: Bülent Kılıç – www.graphead.de
Têkst, Redaksiyon: Kakşar C. Oramar
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Apo Sakar
EI-KI Gitar: Erdinc Şenyaylar
Keyboards: Eser Gül
Tembur, Sazbus: Memo Gül
Mey, Duduk, Zirne: Ertan Tekin
Tambur: Engin Arslan
Keman: Baki Kemancı
Ney: Memo Gül
Vokal: Memo, Amed, Mithat Kanires

Spasî

Zozan Zudem pişta berga albûmê spasiyek nivîsiye û gotiye:

“Guhdarên hêja, bi yekemîn berhema xwe germtirîn rêz û silavên min pêşkêşî we teva bin.

Di serî de sipas ji Mîr Muzîk û hemû xebatkarên wê re ku derfeteke wiha li ber min vekir û bi her awayî hevkariya min kirin.

Sipas ji: Hunermendê hêja Amed re ku şev û roja bi kedeke mezin û bi fikir û ramanên xwe hêzeke mezin da min, tu her hebi.

Sipas û rêz ji bo:
1. Aranjor û organîzatorê min hunermend Memo û Eser Gül,
2. Tonmaister Metîn Kalaç,
3. Hunermendên ku stran dan min û hevkariya min kirin: Dilovan, Xelîl Xemgîn, Kawa, Sîdar Bêrîtan û Xebat
4. Girafiker Bulent Kiliç, Cem, Kaksar C. Oramar û sipas ji hevalên min yên hêja: Sosin, Cewad, Mahsum, Memed, Mazlum, Mitat Kanyareş.”

GOTINÊN STRANÊN ALBÛMÊ

Ez Kurdistan im
Gotin û Muzîk: Dilovan

Ez Kurdistan im bûka cîhan im
Cîhê meranî şerê giran im
Kaniya jînê warê hebûnê
Li hêviya we me, rojê dertînim

Xwedî serok û al û partî me
Hemî petrol û zîv û zêrî me
Dayîka Mazlum û Kemal Xeyrî me
Leşkerê rojê, berxwedanî me

Bi xwîn ronî da eniya rizgarî
Silav ji bo gelan karê dijwarî
Hêzên gerîla şervan rêzanî
Şerê gel dîlan hildarî danî

*

Newroz
Gotin û Muzîk: Kawa

Bi çiçek û gulan derkevin kolanan
Bigrin govendê dîlan û sema
Gurbikin agirê Mazlum hevalan
Vêbixin agirê şoreşa Kurdan

Newroz Newroze cejina Kurdistan
Newroz Newroze hey hey cejina Kurdistan

Dilana biharê Newroze
Newroze Newroze Newroze
Arê li adarê Newroze
Cejna Kurdistanê pîroze

Agirê azadiyê bilind û geşbû
Bi Newrozê re rengê biharê xweş bû
Hilbigirin ala Newrozê ey xortên dilsoz
Bilindkin ala Newrozê ey keçên dilsoz
Cejna serhildanê berxwedan û doz

Dilana biharê Newroze
Newroze Newroze Newroze
Arê li adarê Newroze
Cejna Kurdistanê pîroze

Têbînî: Kawa bo Newrozê du stran çêkirine. Yek ji wan ev e.

*

Rihê
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran

Lê lê rihê rihê mini
Tu şirîka emirê mini
Tu şênlika (xweşî û keyfxweşî) mala minî rihê min

Bi şev bi ro ez xew nakim
Qîmêş nabim te şiyarkim
Ji eyib û şerma ez dey(g) nakim, rihê min

Lê lê rihê
Rihê minê avê bînê wezî tîme
Tu nanpêjî ez birçîme
Lê lê rihê rihê mini

Lê rihê lê Rehîmê, tu li kevkoka ser hêlînê
Kelekela vê havînê rihê min

Lê lê rihê xew şêrîne
Eşiqa dila tim qewîne
Xewa giran direvîne rihê min

Xewê şeva mi hesrete
Can razaye rih nubete
Derdê dila ne rihete, rihê min

*

Şîlan
Gotin û Muzîk: Xebat

Em ji rengê deryayê çiya û daristan
Bi rengê Şîlan em bipeyvin heval
Tovê rastiyê bi destê xwe diçine
Li şûna tariyê kenê wê jin afirîne

Dengê te Şîlan helbesta nava dîrokêye
Kenê te heval awaza li jiyanê ye
Porê te riya meya gihandinê ye
Rûyê te bihara azadiyê ye

Bablîsokên her ewrên reş xefka xayinan
Ji daristana me dikişînin xwîna ciwan
Dilopên ava payizê ket li ser gulan
Bi coşa stêrkên azadî çend xweşe jiyan

*

Xetice
Gotin: Gelêrî
Herêm: Anadola Navîn

Dîsgotin
Xetice ye Xetice ye
Tu delala gundê me ye
Qet qusurek te tuneye
Xecê ji deqa li eniya te ye

Wez derketim serê dîwara
Min mêze kir can bejinê yara
Ji ber mereyan nexweş ketim
Mirê şandiye çiftê guhara

Ber jêr qeyme li mala orê
Îşê min ketiye zorê
Ji ber sebeba dilê min û te
Bûye sebeb Eyşa Fanê

*

Bêje
Gotin û Muzîk: Zozan Zudem

Hesreta te di dilê min de
Bû birîneke kûr û dûr
Evîna te ez helandim
Çima çûyî ti ji min dûr

Dîsgotin
Bêje bêje dilo bêje
Demsal hatin ez ker û gêje
Evînek nû ji mir bipêje
Ya sala par ji dil bavêje

Ciwaniyam pere nekir
Rondikên te parve nekir
Hêstirên te parve nekir
Bayê payizê li me rabû
Ez dîn û har bûm feyde nekir

Nizam çima te li min wakir
Konê min ji nava kona rakir
Li nav heval û hogiran de
Dilşikestî û hûstu xwar kir

*

Tu yî
Gotin û Muzîk: Zozan Zudem

Dîsgotin
Tu yî xayîn tu yî tu yî
Axîna dilê min tu yî
Tu yî bêbext tu yî tu yî
Nalîna dilê min tu yî
Herdem di sihara sibê de
Ê tim li bîra min tuyî

Te nebihîst min reş girêda
Wek xezala di mêrgê da
Kirin dikim hawar dikim
Ey felekê here wê da

Ev dilê min bi kul û birîn
Çavêm li rê tim digirîm
Hey zalimo hey bêbebavo
Min nizanîbû tu dil kevirî

Têbinî: Ez bawer im evîndaran ev stran kişf nekirine.

*

Erê Bazo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Botan

Erê Bazo lo kurê dayê
Şal û şapik li bejna te nayê
Xeber hatî ji serayê
Dikim nakim tu nayê rayê

Erê Bazo tu belengazî
Cikî nîne tu têde razê
Ji derdê zerya herdem dibezî
Li pey keçka herdem dibezî

Erê Bazo li kurê metê
Şal û şapik li bejna te tê
Govend xweşe li dawetê
Dîlan xweşe li dawetê

Erê Bazo tu kurê pîrê
Av dikişîne bi zincîrê
Xeber hatî ji Cizîrê
Govend xweşe li dîwana mîrê

Erê Bazo lo kurê dayê
Şal û şapik li bejna te nayê

*

Sebirê
Gotin û Muzîk: Xelil Xemgîn

Sebirê rûgeş biryane sebra min
Çavêm direş kildane emirê min
Biskên tarî badane sebira min
Xemlek da nîştimane emirê min

Xalê bi reş pêşanî sebra min
Gerden li ser sing danî emirê min
Çiya û mêrg û kanî sebira min
Xule-xula da kanî emirê min

Li Serhed û Botanê sebira min
Bo te dikin dîlanê emirê min
Konê şer lê vedane sebira min
Egîdê fermandare (daye) emirê min

*

Gul im
Gotin û Muzîk: Sîdar Bêrîtan

Gulim gula kendalan day
Gulim gula kendala
Reçik havêt newalan day
Keçik havêt newalan
Heşîn bûme li zinaran day
Heşîn bûme li zinaran
Li ber bina kubaran day
Li ber bina kubaran

Gulim gula geliyan day
Gulim gula geliyan
Heşîn bûm li çavkaniyan
Ketime nav guhniyan day
Ketime nav guhniyan
Li ber bîna zeriyan day
Li ber bîna zeriyan

Gul im gula zozanan day
Gul im gula zozanan
Tê min dengê hozanan day
Tê min dengê hozanan
Hêşin boy me li zozanan day
Hêşin boy me li zozanan
Li ber bina xezalan day
Li ber bina xezalan

Gulim gula kendalan day
Gulim gula kendala
Reçik havêt newalan day
Keçik havêt newalan
Heşîn bûme li zinaran day
Heşîn bûme li zinaran
Li ber bina kubaran day
Li ber bina kubaran

*

Gewrê
Gotin û Muzîk: Mihemed Şêxo

Carkî min ji xwer dî gewrek
Çavê wê reş û belek
Xwe berda nav dilê min
Min jê hezkirî gelek
Ay gewrê ay gewrê gewra min

Ez û gewrê bûn dilek
Bûne rihek bûn canek
Ticar gewrê ji bîr nakem
Ji niha û sed û salek
Ay gewrê ay gewrê gewra min

Binêr li min û vî halî
Ji derd û xema ez dihelim
Xêrnexwaza ez dûr xistim
Keser xwe li ser da alî
Ay gewrê ay gewrê gewra min