Waliyê Dagirker navê Mehmet Uzun qebûl nekir

Şaredariya Agiriyê di destê Kurdan de ye û Partiya DEMê birêve dibe. Meclîsa Şaredariyê biryar da ku navê parkeke ku li Taxa Firatê ye bike “Mehmet Uzun”.

Lê Waliyê Agiriyê ev biryar red kiriye.

Li gorî yasaya şaredariyê, meclîsên şaredariyan dikarin li ser navê rê, kolan, meydan û parkan biryarê bide. Lê divê rêveberê herêmî jî erê bike.

Walî ji şaredariyê re nameyekê dişîne û dibêje: “Navê Mehmet Uzun bo parkê nehatiye pejirandin.”

Şaredariya Agiriyê jî ji walî re name şandiye û pirsiye: “Ka çima guncav nehatiye dîtin.” Lê walî tu bersiv nedaye.

Waliyê dagirker Mustafa Koç e. Koç di sala 1976an de li navçeya Kozan a Edeneyê ji dayik bûye. Berê qeymeqamtiya Sêrt, Diyadîn û Eleşkirtê kiriye. Li Şirnexê jî wekî alîkarê walî maye. Mustafa Koç di 09.08.2023an de wek walî şandine Agiriyê.