Xelîl Xemgîn: Girînge Em Bibin Dengê Gelê Xwe

Kovara Huner, Köln

Hunermend Xelîl Xemgîn îro beşdarî mîtînga TEV-ÇAND û HUNERA MIZGÎN bû û axaftinek kir. Xelîl Xemgîn bang li hunermendan kir û got: “Girînge em bi hunermendên Ewropî re çalakiyên mezin li dar bixin.”

Axaftina Mamoste li jêr e:

“Em vê girînge bizanibin… Serkeftinên mezin li Rojavayê çêbûn. Gelê me bi bedelên mezin ku hezaran şehîd dan û ev serkeftin bi dest xistin. Kes bawer neke ku wê Rojava gav şunda bavêje û Kurdên li wir têk biçin.

Dinya jî dizane… Heremên ku îro di destê QSDê de ne berê ramana paşverû pêş de bû. Dêrazor û Reqayê berê destek dan Saddam û piştre destek dan DAÎŞê. Şoreşa me pêkhateyan diparêze. Çanda toleransê pêş dixe. Dibêje herkes di nav aramî û aştiyê jiyan bike. QSDê nabêje “Em ê her derekê bikin Kurdistan.”

Ji bo DAÎŞ êrîşî gelê me û destektiyên me neke hêzên me li wir in. Îro jî dibê ku hêzên me xwe li wir paşve bikşîne. Ev ne têkçûyînek e. Planek e. Vê planê jî dewletên navneteweyî dimeşîne. Girînge em ji wê agahdar bin.

Kes bawer nakin ku piştî ewqas berdelan şoreşa Rojava gava şunda bavêje. Serkeftiyên gelê me yê Rojava wê di dest de bimînin. Êrîşên ku li Helebê, Efrînê, Şehbayê tu kes ji bîr nake ku bê bersiv namîne.

Heman êrîş li Rojhilatê Kurdistanê jî pêş dikevin. Hûn dibînin… Rêjîma cînayetkar li hemberî gelê me şerekî çawa dike. Girînge, hunermend divê bibe çavkaniya moral e. Divê em çalakiyên mezin çêbikin. Hûn dikarin dengê gelê xwe bilind bikin. Ne bi çalakiyên wisa biçûk. Bi hunermendên Ewropî re vê qadê derfetên mezin bikar bînin û çalakiyên mezin li dar bixin. Bibin dengê gelê xwe.”