Xezîna Stranên Mereşê

Firaz Baran

Navê Pirtûkê: Ji Meraşê Xeberek Hat
Nivîskar: Alî Alxasî
Weşanxane: Perî
Çapa Yekem: Avrêl 2003/Stenbol

“Ji Meraşê Xeberek Hat” pirtûka Alî Alxasî ye. Sala 2003an li Stenbolê hatiye çap kirin. Pirtûk bi kurdî ye û bi sê beşan pêk tê.

A- Analîz
B- Stranên Kurdên Meraş û Meletiyê
C- Notayên Stranan

Pirtûk bi giştî 312 rûpel e. 60 rûpel analîz in û ê mayî jî gotinên stranan û notayên wan in.

Nivîskar pênc sal (1994-1999) stranên Elbistan, Markaz (Pazarcik) û Meletiyê berhem kiriye. Di nav wan de 111 stran hilbijartiye û pirtûkê de parve kiriye.

Zozan Ozmanian jî ji bo vê pirtûkê 111 stranan xistiye ser notayan. Nivîskar di dawiya pirtûkê de notayên stranan weşandiye.

Nivîskar di nava Kurdên Mereş û Meletî de (yên li Elmanyayê dijîn) kasetên kurdî berhev dike. Piştre li ser dixebite û ev xebata girîng derdikeve holê.

Nivîskar stranên van stranbêjan parve kiriye:

A- Stranbêjên ji Elbistan û Markazê

Alî Îşçîmen
Arûz Bozardiç
Aşiq Fedaî
Aşiq Turabî
Azîz Tüzün
Elî Îke
Eliyê Darê
Hesenî Îsike
Hesenê Qarayilan
Heydoyê Goçeryanî
Îsmaîl Îpek
Îsmaîl Perwanî
Îwikî Kor
Kerro û Memoş
Mistî Kor
Pîr Duran Soysüren
Pîr Huseynî Sadiq
Selmanî Milanî
Şah Sultan
Tacim Dede
Xeroyê Elbistanî

B- Stranbêjên ji Meletiyê

Garîp Dost
Kasim Durmuş
Qemikî Malê Milê

Pirtûka Alî Alxasî bi taybetî ji bo Kurdên Elbîstan û Pazarcikê xezîneyek e. Em ê wek mînak di nav vê xezîneyê du stranan (ji Îwikî Kor û Pîr Husêynî Sadiq) parve bikin. Gotinên stranan li jêr in:

Xewê Rakim
Stranbêj: Îwikî Kor

Ey yar
Sebra dilê min yar
Ezî nakim sala vê salê
Ji karê vê dinyê ji hewesa vê fêrige delal ra
Eza çima tu karan nakim
Ezê, serî sibê berî birbangê (berbargê)
De ber deriyê malê bavikî te ra herim-werim
Be şiqe şiqa tizbiya kehrebarînê,
De amacê şîrînê xelkê ra ezê xwe le ba kim

Ku tu be vê jî razî nebû
Ezê dakevme Entaba şewitî
Je hewesa xwe û vê ra
Ezê derekî darê tembûrê Bursê peyda kim

Ezê serî sibê
Berî birbangê
Li fîtefîtê şivanan
Li qiyeqiyê xorizan
Li kulekula dewkulan
Li şîre şîra baranan
Li qupe qupa kewan

Ezê bi derê tembûrê
Bi çar kilaman
Herim xelkekî xwe yî kîbar û dîlber
Ezê ji xewê rakim

Tu destê xwe de destê min ke
Ezê te li yaylan (zozanan)
Li ser kaniyan
Li ber dilavan
Li bin darê merxan
Li devî neqewan
Li siya korkoran
Li devî nalan

Ezê, vê de qufikekê kim
Bi piyê xwe’y çepê va kim
Li serî sibê li xwe ra
mîna keweke marî têrekî têran av kim

Be dengekî bang kir go were
Ezo de ser te ra le tuya mezi nakim
Ez qurbano eza yalê te bernadim
Ezê peşiyê derd û kulê xwe û te bela kim

De were carkê hevalê xwe bibîne ezê degirîm
Ezê derdê te bi destê xwe derman kim
Yêdîbelayê, qapiemelê lêy lêy lêy
Sînebayêkurê lêy lêy lêy oy oy
De were malê bavê xwe şewitiyê
Mehkum kirimê lêy lêy lêy oy oy

Aman Dilo Dost e Yar e
Stranbêj: Pîr Husêynî Sadiq

Dost je dostan ra deyax in
Hemi baxçe hemi bax in
Aman aman
Hem sultan in hem çirax in
Aman dilo dost e yar e

Dost vêdostan nasewirin
Ya dost ya dost
Be malî dinyê nadewirin
Aman aman
Dost le riya dostan demirin
Aman dilo dost e yar e

Dostî sax î le rev hev e
Aman aman
Hemi be ro hem be şev e
Aman dilo dilo
Kar û zerar tev li hev e
Aman dilo dost e yar e

Rêkê dostan rêka pan e
Aman aman
Qûl le dostî xwe dezane
Aman aman
Şêst cîhat î le mekan e
Aman dilo dost e yar e

Heval em hevalê hev in
Mal be ber yaylan dekevin
Aman aman
Em je hev be dûr dekevin
Em be bîrê hev dekevin
Aman dilo dost e yar e

Dostî sax î mîna royê
Deşta hiva qudretê
Aman aman
Mîna ava le çaviyê
Aman dilo dost e yar e
Mîna ava le çaviyê
Aman dilo dost e yar e

Rêkê dostan rêka dûz e
Oy oy oy…
Bang kir ku dost bibîze
Aman aman
Qûl feqîr e zêdesiz e
Aman dilo dost e yar e Delalo
Were lo… lo lo delalo vir da, vir va qurban vir da
Aman be gêzî de mere de lawo, malê me de paş gir de Bimrim ez…
Aman tu le mala rindê degerî, mala rindê de xaniyê gir de Were malan delalo bimrim ax…
Aman delalo qurban were malan, tu çimay dil gir e
Bimrim ez…
Aman rokê felekê le qapiyê me deêwire
Aman delalo hingê le vê wextê le hev rabire
Bimrim were malan aman aman