Yek ji hostayê herî baş ê tablaya (def) Hindistanê Zakir Hussain koça dawî kir.
Li gorî daxuyaniya malbata wî Husseinê 73 salî ji ber nexweşiya kronîk a pişikê li nexweşxaneyeke San Franciscoyê çavên xwe ber bi bêdawiyê ve girt.
Nûçegîhanên Reutersê Muralikumar Anantharaman û Shilpa Jamkhandikar pêşî nûçe belav kirin û ev agahî dan:
“Bavê Zakir Hussain jî hostayek efsanewî ê tablayê bû. Navê xwe Alla Rakha bû.
Zakir Hussain jî di 12 saliya xwe de dest bi kariyera xwe ya profesyonel kir. Wê çaxê jê re digotin ‘zorakê jîr.’ Ji ber ku wî ev amûr pir baş bi kar dianî.
Dema ku ew bû 18 salî li cîhana navneteweyî hate naskirin.”
Zakir Hussain di ciwaniya xwe de performansên solo yên balkêş pêşkêş kir.
Dûv re wî statûya tablayê li Hindistan û cîhanê bilind kir û bi xêra wî seranserê cîhanê tabla hate hezkirin. Zakir Hussain ji bilî tablayê dhol, dholak, khol û duggiyê jî bikartanî.
Li gorî malpera Grammy, Zakir Hussain 7 caran ji bo xelata Grammy hatiye berbijêrkirin û çar xelat wergirtin.
Ew di heman demê de xwediyê xelata Sangeet Natak Akademi, xelata herî bilind a Hindistanê ye.