Berpirsa WDRê Êdî Jinek e

Firaz Baran/Köln

Dawiya sala 2023an hilbijartin pêk hat û aborînas Katrin Vernau bû Rêvebera nû ya WDRê. Vernau di 1ê Çileyê (2025) de dest bi karê xwe kir.

WDR yek ji kanalên radyo û televîzyonê yên herî mezin li Ewropayê ye. Li ser radyoyê bi kurdî jî weşanê dike.

Li gorî Rapora Xebatên 2023 a WDRê, budceya salane ya saziyê 1,5 Mîlyar Euro ye. Ji 31ê Kanûn a 2023an hêjmara xebatkarên WDRê 4,135 bû.

Ji niha û pê ve jinek wê WDRê birêve bibe. Ji sala 1955an vir ve, rêvebirên WDRê bi gelemperî mêr bûn.

Tenê Monica Piel di navbera 2007 û 2013 de bûbû rêvebir.

Katrin Vernau, sala 1973an li bajarokê Villingen-Schwenningenê ji dayik bûye. Ev bajar li başûrê rojavayê Almanya û nêzîkî Fransa ye.

Vernau, sala 2001ê li zanîngeha Potsdamê doktoraya xwe li ser rêveberiya giştî wergirtiye. Li zanîngehên Ulm û Hamburgê jî wek rektor û endamê rêveberiya zanîngehê xebitiye.

Katrin Vernau aborînas e. Ev bû neh sal di WDRê de wekî dîrektora îdarî xebitiye.

Dr. Katrin Vernau niha cîgira serokê Encumena Zanîngeha Bonnê ye jî. Em wek kovara Huner birêz Vernau pîroz dikin. Em ji wê hêvî dikin ku di vê wazîfeya girîng de cihêkariya pozîtîf li jinan bike.

Dr. Katrin Vernau. Ev wêne ji malpera WDRê hatiye wergirtin.