Navçeya Panosê ya Agirî… Lîstikvanên şanoyê xwestin di 17ê Çileya 2024an de li navenda çand û hunerê ya şaredariyê bi lîstika “Qral û Travis”ê derkevin ser dikê. Qeymeqamiya Panosê şano qedexe kir!
Parlamenterê Agirî ya Partiya DEMê Heval Bozdag 23ê Çileya 2023an ji Wezareta Karên Hundir re pirsnameyek şand û got: “Lîstik çima hate qedexekirin?”
Demokrasiya Tirkan e… Piştî 11 mehan bersiv hat. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya bersiv da û got:
“Li gorî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan û Qanûna Îdareya Taybet a Parêzgehê, qeymeqamtiya navçeyê ji pêşîlêgirtina sûcan û parastina nîzama giştî berpirsyar e. Qeymeqamtiyê bo ewlekarî û tenduristiye lîstik qedexe kir.”