* Ev nûçe ji Ajansa Mezopotamyayê hatiye wergirtin.
Lîstika Mêdêayê li Bakurê Kurdistanê îro derdikeve turneyê. Bernameya lîstikê wiha ye:
* 3yê Çileyê: Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê
* 5ê Çileyê: Baroya Êlihê
* 9ê Çileyê: Mêrdîn Şaneşîn Performans
* 10ê Çileyê: Riha Urfa City
Foto: 02.01.2025, Enqere, Ajansa Mezopatamyayê
Derhêner Zelal Angay li ser zextan axivî
Zextên li ser Kurdî li her qadê didomin. Lîstikên şanoyên yên Kurdî her tim rastî zext û astengiyan tê.
Di demên dawî de lîstikên şanoyê yên weke Qral û Travîs, Bêrû, Dawiya Dawî, Mem û Zîn, Don Kîxot, Tartuffe, Haylo Dîsa Tevlihev Bû û hwd. hatin qedexekirin. Tevî van zextan jî lîstik tên pêşandan.
Di vê pêvajoyê de yek ji derhênerên ku lîstikên cur bi cur ên Kurdî pêşkeş dike jî Zelal Angay e. Li gel lîstikvana Urmiyeyî Şebnem Yûsûfî li Enqereyê lîstika Mêdêa pêşkeş kir û hewl dide eleqeya ji bo şanoya Kurdî zêde bike.
Zelal Angay, da zanîn ku şanoya Kurdî cara ewil di sala 1992yan de bi Teatra Jiyana Nû ya di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li Stenbolê hatiye avakirin ve azad bûye û got:
“Hejmara nivîskarên lîstikan û senaryoyan ên Kurd têr dike. Lê belê ji hêla hejmar û biwesfbûnê ve saziyên şanoya Kurdî kêm in. Ji ber zext û qedexeyên li Tirkiyeyê li ser Kurdî, demekî dirêj di mijara pêşandana lîstikan de pirsgirêk hebûn.
Piraniya metnan bi veşarî dihatin weşandin. Niha ji bilî Amed, Êlih û Mêrdînê li tu bajarên din temaşevanên şanoyê baş rûneniştine.
Em hewl didin bi keda şexsî şanoya Kurdî bikin. Mixabin me hêj jî hejmareke baş a şanoya Kurdî neafirandiye.”
Zexta Qeyûm a li ser Hunerê
Zelal Angay, da zanîn ku di mijara peydakirina dikê de zehmetiyan dikêşin û bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî ya di vê mijarê de.
Zelal Angay, da zanîn ku heke heta niha qeyûm nehatana tayînkirin, niha asta şanoya Kurdî di qonaxeke bilind de bûya. Zelal Angay, got ku pirsgirêkên aborî nahêle şanoya Kurdî derkeve asta standartên cîhanê.
Çîroka Mêdêayê
Lîstika Mêdêayê 2 hezar û 500 sal berê ji hêla Eurupides ve hatiye nivîsandin û ji hêla Ezîz Nemetî ve jinûve bi Kurdî hate nivîsandin. Zelal Angay, wiha dibêje:
“Tiştên Mêdêa dijî mîtolojîk nînin. Li Yewnanê nema û hêj didome. Zehmetiyên ku Mêdêa ji ber pergala nêrza ve jiyayî hêj didomin.
Lewma me xwest çîroka wê bi Kurdî vebêjin û weke lîstik pêşkeş bikin. Çîroka Mêdêayê di roja me de ji bo jinan mîna çirayekê ye.”