Amadekar: Kovara Huner – Beşa Sînemayê
Di sala 2015an de li Tirbêsiyê perwerdehiya sînema, şano, govend û muzîkê hat dayîn. Perwerdehî salekê ajot û bû bingeha xebatên çand û hunerê.
Serhat Hulaku jî beşdarî perwerdehiya yekemîn dibe. Me bi Hulaku re li ser sînemayê û xebatên çand û hunerê yên li Rojavaya Kurdistanê hevdîtinek pêk anî. Hulaku agahî û şahidiyên xwe yên dîrokî bi me re parve kirin…
Kovara Huner: Perwerdehî li ku hat lidarxistin û çend xwendekar beşdar bûn? Çi ders hatin dayîn? Ji vê perwerdehiyê kîjan encam hatin girtin?
Serhat Hulaku: Ev perwerdehî di sala 2015an de li Tirbêsipiyê li Akademiya Şehîd Yekta Herekol hat lidarxistin û salekê berdewam kir. 70 heval beşdarî vê perwerdehiyê bûn.
Li akademiyê di warê sînema, muzîk, govend û şanoyê de perwerdehî hat dayîn. Hevalên ku ders didan ev in:
Govend: Mustafa Şahîn.
Şano: Ronî Ekîn.
Muzîk: Gelek hevalan ders dan.
Sînema: Serhat Hulaku, Onder Çakar, Şêro Hindê, Diyar Haso û heval Hozan.
Muzîk û deng di sînemayê de pir girîng in. Hevalê Mehmûd Berazî jî di vî warî de alîkariya perwerdehiya sînemayê kir.
Hêjmara kesên ku tevlî beşa sînemaya bûn 25 in. 45 heval jî di beşên muzîk, govend û şanoyê de cih girtin.
Xwendekarên beşa sînemayê perwerdehiya derhênerî, senaryo, produktorî, lîstikvanî, kamera, deng, montaj, dekor û ronahiyê dîtin.
Di sînemayê de gihîştina heta astekê dem û pêvajoyeke micîd dixwaze. Ji ber vê yekê me perwerdehiya ramanî/teorîk salekê berdewam kir.
Sedema perwerdehiya piralî çi bû? Valahiyek micîd hebû. Diviyabû ku heval di her qadê de xwe bi pêş bixin û li bajaran belav bibin û li wir dest bi perwerdehiyê bikin da ku hevalên nû derbixin.
Temenê 25 xwendekarên ku beşdarî perwerdehiya sînemayê bûbûn di navbera 18 û 25 salî de bûn. Piştî ku perwerdehî bi dawî bû hevalan dest bi xebatan kirin. Gelek fîlmên dirêj kurtefîlm, rêzefîlm û belgefîlm hatin kişandin. Fîlmên me li gelek welatên cîhanê beşdarî festîvalan dibin û xelatan distînin. Ji ber vê yekê me ev yek nîşanî cîhanê daye ku li rojavayê Kurdistanê ji bo pêşxistina sînemeya kurd em dikarin bi awayekî micîd bixebitin.
Kovara Huner: Ev agahdariyên pir girîng in. Em dibînin ku gelê me xwe ji nû ve ava dike û kesên wek we di nava şer de hunera sînemayê pêş dixîn.
Serhat Hulaku: Belê, şer berdewam dike. Ev jî pirsgirêkek e. Carinan kişandina fîlman ji ber êrîşên tên sekinandin. Gelek pirsgirêkên teknîkî û yên elektirîkê jî derdikevin. Lê tevî vê yekê jî hevalên ku di beşa sînemayê de ne xebatên xwe didomînin. Ez dikarim ji we re mînakekê bidim: Dema perwerdehiyê me ji bo fêrkirinê 15 kurtefîlm kişandin.
Me pirsgirêk bi hevgirtinê çareser kir. Ronahî TV, Akademiya Şehîd Yekta Herekol û Hunergeha Welat kamera, amûrên dengî û jenerator dan me. Anku ez dikarim bibêjim ku em pirsgirêk û pêwistiyên xwe bi hev re, bi hevgirtinê çareser dikin.
Kovara Huner: Hevalê Serhat, tu dikarî li ser encamên perwerdehiya 2015an çi bibêjî? Ne tenê li ser sînemayê… Perwerdehiya şano, muzîk û govendê jî…
Serhat Hulaku: Ez perwerdehiya ku hatiye dayin pir girîng dibînim. Ji ber ku niha xebatên çand û hunerê yên li Rojava tên kirin ji aliyê hevalên ku li wir xwendine û mamostetî kirine pêk tên.
Em salekê bi hev re jiyan. Piştî perwerdehiyê heval derbasî bajarên Qamişlo, Kobanê, Amûdê, Hesekê, Efrîn, Serêkaniyê û Helebê bûn. Piştre jî derbasî bajarên rizgarkirî yên wek Dêrezor û Reqayê bûn. Li van bajaran komên muzîk, govend, şano û sînemayê ava kirin.
Her sal mîhrîcanên fîlm, muzîk, şano û govendê tên lidarxistin. Armanca perwerdehiyê ew bû ku şoreşa Rojava veguherîne şoreşa çand û hunerê. Perwerdehî bi kedeke mezin bi pêş ket û di navbera hevalên ku tevlî perwerdehiyê bûne de girêdaneke manewî jî çêbû.
Herwiha gelek projeyên hevpar jî pêk hatin. Mînak hevalên ku perwerdehiya govendê dîtine li pênc bajaran ji bo projeyeke hevpar hemû komên govendê anîn cem hev… Vê xebatê moralek mezin da gelê me. Dîsa, li Rojava temaşevanên sînema û şanoyê jî herku diçe zêde dibin. Ev jî pêşveçûnek girîng e.
Kovara Huner: Em dikarin bibêjin ku ev xebatên we di heman demê de tê wateya belgekirinê jî…
Serhat Hulaku: Belê rast e. Mînak di nava civaka Suryaniyan de belgefîlmek hat kişandin. Stranên otantîk ên Suryaniyan hatin berhevkirin. Kal û pîrên Suryanî ji me re wiha digotin: “Zarokên me wate û girîngiya van stranan nizanin. Lê hûn Kurd tên û wan tomar dikin, hûn li ser wan belgefîlman çêdikin.” Anku xebateke pir micîd a arşîvkirinê hat kirin û hevalan agahiyên pir girîng berhev kirin.
Herwiha ji bo civaka Ermenî û Ereban jî lêkolîn hatin kirin. Mînak Hunergeha Welat bi erebî klîbeke pir baş kişand. Ev stran û klîb di nava gelên Rojava de gelek deng da. Li Rojavayê Kurdistanê berhemên girîng ên nivîskar, helbestkar û wênesazên me jî hene. Weşanxaneyên me gelek pirtûkên hêja çap dikin. Berhemên wênesazên me li pêşangehan tê pêşandan.
Bi kurtasî dikarim bibêjim ku xebatên çandî û hunerî yên li Rojava tên kirin hêviyeke mezin dide me hemûyan. Gelê me di tevahiya têkoşînê de berdêlên giran dan. Em jî wek hunermendên gelê xwe hewl didin ku hêjayî wan bibin.
Kovara Huner: Armancên ku komunê danîne pêşiya xwe çi ne?
Serhat Hulaku: Armanca me ya sereke ew bû ku em bibin sazî û bi hêza hunera sînemayê xizmeta gelê xwe û şoreşê bikin. Xeta sînemayê ya ku Tevgera Azadiyê bi riya Halîl Dag daye destpêkirin heye û ev xet xizmeta şoreş, çand, ziman û jiyana berxwedêr a gelê kurd dike. Me jî ew xet û hişmendiya şoreşger esas girt.
Wek hûn jî dizanin li rojavayê Kurdistanê gelên Ermen, Asûrî-Keldanî, Ereb û Çerkes jî dijîn. Em bi hişmendiya ku divê rêz li hemû gel, çand û baweriyan bê girtin tevgeriyan. Em kesên ku ji bo vê xakê û ji bo van nirxan canê xwe dane tu car ji bîr nakin. Ew stêrkên me ne.
Kovara Huner: Em spasiya te dikin ji bo hevpeyvînê.
Serhat Hulaku: Spas xweş.