Şehîdên Sînemaya Kurdî

Sê derhênerên sînemaya kurdî şehîd in. Halîl Uysal (Halîl Dag), Taha Kerîmî û Rahîm Zabîhî.
Halîl Uysal di 1ê nîsana 2008an de, Taha Kerîmî di 29ê gulana 2013an de û Rehîm Zebîhî jî di sala 2018an de şehîd bûn.

Halîl Uysal (Halîl Dag)

Halîl Dag di sala 1973yan de li Elmanyayê ji dayik bûye. Di sala 1995an de di damezrandina Med TVyê de cih girt. Di sala 1997an de wek rojnameger çû çiyayên Kurdistanê. Di navbera salên 1997-2008an de anku 11 salan li çiyayên Kurdistanê wek rojnamegerê şerî xebitî. Ji bo televîzyonê bername kişandin. Ji bilî vê êne kişandin, nûçe nivîsandin, ji rojnameyan re dosyayên taybet amade kirin. Ewqas dilsozê çiyayan bû ku paşnavê xwe kir Çiya.

Bi navên ‘Çavê Halîl’ û ‘Jiyana Çiya’ du pirtûk nivîsandine. Ji bilî van xebatan karê herî girîng ku Halîl Uysal kiriye destpêkirina sînemaya çiyê ye.

Fîlmên ku Halîl Uysal derhêneriya wan kiriye wiha ne: Tîrêj, Boy Aynasi (Awêneya Bejnê), Firmêskên Ava Zê, Bêrîtan, Dema Jin Hez Bike û Nepeniyên Rûyê Me.

Halîl Uysal 11 salan bênavber bi gerîla re meşiya, li çiya û herêmên cuda ma. Di gera xwe ya dawî de ji bo kişandina fîlmekî diçû Çiyayê Agiriyê. Di 1ê nîsana 2008an de artêşa tirk a dagirker li herêma li Bestaya Botanê êrîşî Halîl û hevalên wî kir. Di şerî de Halîl Dag, nûnera Tevgera Jinê Nûda Karker û endamê Komîteya Navendî ya PKKê Ferhat Dêrsîm şehîd bûn.

Taybetmendiyên bingehîn ên ku fîlmên Halil Dağ ji fîlmên din ên kurdî cuda dikin ev in: Derhêner, senarîst, lîstikvan û xebatkarên teknîkî gerîla ne. Set, xebatên binesaziyê û çavkaniyên aborî jî ji aliyê HPG û PAJKê ve hatine dayîn. Ji bo vê jî navê sînemaya Halîl Uysal ‘ Sînemaya Çiya’ ye.

Taha Karîmî

Taha Karîmî di sala 1976an de li bajarê Baneyê ji dayik bûye. Fîlmên bi navên ‘Çiyayên Qendîlê’, ‘1001 Sêv’ û ‘Ez Leşkerekî Biqurişî û Spî me’ kişandiye û xelat wergirtiye. Meşa kar û xebatên wî di 29ê gulana 2013an de bi awayek dilsotîner bi dawî bû. Karîmî dema ku li bajarê Silêmaniyê xwendina xwe ya masterê di beşa hunerî de dikir, di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Kesên ku wî ji nêzîk ve nas dikin, îhtîmalê didin ku rejîma Îranê bûye sedema qezayê.

Çîroka fîlmê ‘1001 Sêv’ a Taha Karîmî wiha ye:
Di sala 1988an de Partiya Baas a Iraqê 182 hezar kurd qir kirin. Tenê 10 kesan karîbûn birevin û xwe xelas bikin. Yek ji wan Ferec bû. Ferec ji nav miriyan derdikeve û diçe Amerîkayê. Dema ku pê dihese ku haya kêm kesan ji Jenosîda Enfalê heye, li wê derê koma ‘Rizgariyên Gorên Komî yên Iraqê’ ava dike. Ew piştre vedigere Kurdistanê, û li gel çar rizgarbûyên din 1001 sêvên sor û qernefîlan dikire û li malbatên ku endamên xwe ji dest dane belav dike. Ev sêv û qernefîl dibin sembolên lihevhatin û aştiyê.

Rahîm Zabîhî

Rahîm Zabîhî di sala 1971ê de li bajarê Baneyê ji dayik bûye. Ew fîlmçêkerekî berhemdar e û gelek xelat wergirtine. Derhêneriya fîlmên wek ‘Nanê Pîroz’, ‘Satelîte’, ‘The Land Of Legend’ û ‘Hawar’ kiriye.

Di sala 2018an de li Baneyê ji aliyê Muhafizên Şoreşê yên Îranê ve tê girtin. Du rojan piştî berdana wî ya ji zindanê li navçeya Nizro ya nêzîkî Baneyê li gel birayê xwe di otomobîlekê de mirî hat dîtin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ew revandine, girêdane û otomobîla ku tê de bûn şewitandine û ew avêtine çemî.

Zabîhî yek ji pisporên pêşeng ên sînemaya kurdî bû. Bi fîlmên ku kişandine bûye dengê rojhilatê Kurdistanê. Wî gelê xwe yê ku di gihandina mafên siyasî, kar û xaniyên têr de rastî cudakariyê dihatin derxist ser dika mezin û bi cîhanê da nasîn.

Rûbarê Min

Lîstikvanê sereke yê fîlma ‘Ji Bo Azadiyê’ Cîhan Sever (Rûbar) e ku li nava refên gerîla şehîd bûye. Ev fîlm li Kobanê hatiye kişandin û behsa berxwedana Sûrê ya 100 rojan dike. Gerîla Rûbar di vî fîlmî de fermandarê berxwedana Sûrê Şehîd Çiyager e.

Cîhan Sever şoreşgerekî ji bajarê Wanê ye. Di sala 2014an de beşdarî berxwedana Kobanê bûye û heta sala 2018an li dijî DAIŞê şer kiriye. Piştre çûye çiyayên başûrê Kurdistanê û tevlî PKKê bûye. Ew di 25ê cotmeha 2019an de li Heftanînê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûye.

Derbarê beşdarbûna wî ya fîlmî de:
Projeya fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ dema ku Cîhan Sever li Kobanê şer dike hatiye amadekirin.
Derhênerê fîlmî Ersîn Çelîk dixwaze di vî fîlmî de şervanên rastîn bilîzin. Piştre lîstikvan tên hilbijartin û perwerdehiya lîstikvaniyê sê mehan berdewam dike. Piştî ku hemû amadekarî xilas dibin kişandina fîlmî dest pê dike.

Mîzgîn Tahir strana ji bo Cîhan Sever a bi navê ‘Rûbarê Min’ hatiye nivîsin distrê. Gotinên vê stranê ji aliyê Şêro Hindê ve hatiye nivîsin û Mehmûd Berazî jî muzika stranê çêkiriye.
Gotinên strana ‘Rûbarê Min’ wiha ne:

Li hêviya te me
Min digot tê bê
Tu çû çiyê
Çiyayê dûr
Nav berfa sor

Rûbarê min, bargirano
Dilwêrano, li hêviya te bûm
Te digot ez ê bêm

Serdarê çê
Dil ma li pê
Ma li pê wek xewnekê, xewnekê

Stranekê bêj
Ji hilma şevê
Li zozanan
Li dengê te tê
Lorîna me

Birîna te, li çi alî ye
Ji dêvla min re, wê ramûse
Wê aş bibe

Serdarê çê
Dil ma li pê
Ma li pê wek xewnekê, xewnekê

Şehîdên Fîlmê ‘Berf’ê

Fîlmekî bi navê ‘Berf’ê ji aliyê stranbêj Rotînda Yetkîner ve hatiye kişandin. Du lîstikvanên hoste yên şanoyê Yekta Herekol û Hêvî Şanoger ku di vê fîlmî de lîstine şehîd bûn.

Yekta Herekol di 27ê adara 2004an de li Helebê çalakiya xwebexşane pêk anî. Herekol ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Qamişloyê ev çalakî li dar xist.

Hêvî Şanoger jî di 27ê tebaxa 2004an de dema ji kampa Mexmûrê ber bi Kerkûkê ve diçû mîhrîcana şanoyê, ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da.

Mazdek Ararat

ANF Images

Mazdek Ararat yek ji damezrînerên Komuna Fîlm a Rojava bû. Di 13ê îlona 2019an de li rojavayê Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Li Sûriyeyê zimanê kurdî qedexe bû. Ji ber vê sînemaya kurdî jî nedihat çêkirin. Tenê di sala 1990an de, filmekî dirêj ê bi navê ‘Soro’ bi awayekî veşartî hatibû kişandin. Piştî ku Mazdek Ararat û hevalên wî ‘Komûna Fîlm a Rojava’yê ava dikin dest bi perwerdehiya sînemayê jî dikin. Di encama perwerdehiyê de gelek fîlm, belgefîlm û rêzefîlmên kurdî hatin çêkirin.

Mazdek Ararat di xebatên pêşxistina sînemaya kurdî û çand û zimanê kurdî de gelek ked daye, pêşengî kiriye û li du xwe gelek berhemên nirxbûha hiştine.
Komîteya Çand û Hunerê ya TEVÇANDê di 13ê îlona 2020an de bi daxuyaniyeke nivîskî derbarê Mazdek Ararat de ev agahî dan:

“Rêheval Mazdek dema ku pêwîst bû çek hilgirt û bû şervan. Dema pêwîst bû kameraya xwe girt û fîlm kişand. Li Kobanê xwe avêt nava êgir. Di têkoşîna me de bû şoreşgerekî ku tu car nayê jibîrkirin. Şehîdên me çirayên pak in ku riya şopandinê nîşanî me didin. Di nav tariyê de ronahiye belav dikin. Azadî di kena şehîdan de veşartiye. Ew nirxên giyanî ne ku dîroka me diafirînin. Em ê jî dê li ser riya şehîdan bimeşin. Şehîdên me soza me ya rûmet û mirovahiyê ne. Em soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê rêheval Mazdek de bibin hilgirê armanca şehîdên xwe.”