Lawê Rojê

Rojîna Gulê

Nivîskara pirtûka bi navê “Çemê Stranan” stranbêj Bermal Çem e. Pirtûk sala 2023an li Enqereyê hatiye çapkirin. Di pirtûkê de 80 stranên Bermal Çem bi nota û gotinan ve hatiye weşandin. Pirtûk 175 rûpel e.

Me xwest em strana Lawê Rojê parve bikin. Ev stran ji bo şehîdê nemir Yekda Herekol hatiye çêkirin. Gotinên stranê li jêr e (Rûpel 20):

Ji çepê ber bi rastê: Evîn Pepûle, Rengîn Kardelen, Viyan Mayî û Bermal Çem

Lawê Rojê
Gotin: Bêrîtan
Muzîk: Nuşka û Bermal Çem

Behitê vê dinê
Dilpakê evînê
Li ser dika jînê
Xendeyek ji rojê
Tu azadiya hemû bajarên dûr

Siwariya hunerê
Şanogerê newayê
Çar rûbar diherikin
Ji dilê lawê rojê

Yekda bû, Yekda
Her tu yî Yekda

Ronahî bi arê av da
Bû dilopek di nav da
Evîndarek ji sîmûra
Dibe canê te Yekda
Tu azadiya hemû bajarên dûr

Meşiya li pey rojê
Heta Rojava
Hêviyên te şîn bûn
Hêviyên te jiyan bûn

Yekda bû, Yekda
Her tu yî Yekda

Bermal Çem Qala Yekda Herekol Dike

Bermal Çem li ser çîroka strana wiha nivîsandiye (Rûpela 21):

“Îro 27ê Adarê ye. Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Min di rojek wiha de agahiya şehadeta te bihîst û di rojek wiha de strana te çêkir û strand.

Jiyan hinek jî ne tesadûf e. Belê, beriya ku dest biavêjim hestên xwe, roja te, Roja Şanoyê ya Cîhanê li te pîroz be Yekda.

Îro roja şanogeriyê ye. Hemû lîstokên jiyanê bi comerdiya xwe li ser dika şanoyê ne. Ew dika me hemûyan e, Yekda! Yê senaryoyê dinivîse û dilîze jî em in, yê derhêneriyê dike jî em in. Di hebûneke hunerî de em dizivirin.

Baş e ku ew dik heye. Baş e ku çîrokên me hemûyan ji hev re xwîşk û bira ne. Nexwe em ê çawa bigihîştana hev?

Tu, Lawê Rojê, li ser dika şanoyê bi agirê bedena xwe pandomîm dilîzî. Li bajarê Helebê, li Meydana Sehdela el Cabirî ji dijmin re meydan dixwînî.

Li dor te kom bûne ew zarokên ku te roja dawî ji wan re şekirok belav dikir. Zarokên kurd, ereb, suryanî bi heman çavî li te dinihêrîn. Wek asîmaneke sayî, tu di çavên wan de asê mayî.

Erê, Lawê Rojê, îro bi dehan lîstokên te û komên şano yên bi navê te hene. Perwerdeya asta bilind bi navê te tê dayîn. Bi sedan xwendevanên te li ser dika jiyana te ne.

Dema te got, “Ez hemû hunermend û rewşenbîran vedixwînim cidiyetê,” wê demê cîhanê ji xwe şerm kir.

Roja te pîroz be Yekda! Awazek şermok li dor agirê bedena te diherike û bi hezar caran dibêje: “Roja te pîroz be Yekda!”

Foto: Kesê li rastê Şehîd Yekda Herekol e. Kesê din ê rihê spî jî Şehîd Hêvî Şanoger e.