Mizgînî: Xalê Şêro Tê

Şanoger Xalê Şêro (Özcan Ateş) vê hefteyê tê Ewropayê. Wê li çar bajaran hunera xwe pêşkeşî şanohêzan bike. Bernameya Xalê Şêro li jêr e:

Essen: 14.11.2025, Katakomben Theater
Amsterdam: 15.11.2025, Podium Mozaiek
Den Haag: 16.11.2025, Radarstraat
Bruksel: 18.11.2025, Nano Pizza

Xalê Şêro bo bajarê Essenê vîdyoyek parve kir û got: “Me got merhaba Eyy Mirovahî… Hêvî dikim hûn baş bin. Ez ê 14ê Mijdarê li bajarê Almanya Essenê bim. Bimînin di xweşiyê de. Werin em bi hev re demekê xweş derbas bikin.”

Xalê Şêro bo vê bernameyê bi navê “Dawiya Dawî” stand-up’ek amade kiriye. Performansa “Dawiya Dawî” heta niha li Kurdistanê û derveyî welêt 267 car hatiye ser dikê. Lê bo Ewropaya Navîn ev performans nû ye û bo hezkirinên Xalê Şêro dubare kirin ne pirsgirek e.

Wêneyên nûçeyê ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê hatiye wergirtin.