Firaz Baran
A- Yekemîn Albûma Diyar Dêrsim
Yekemîn albûma Diyar Dêrsim “Kerwan” e. Albûmê sala 1992 HUNERKOMê derxistiye.

Stranên albûmê ev in:
Herne Ceng / Gotin: Cegerxwîn – Muzîk: Xelîl Xemgîn
Kerwan / Gotin: Şehîd Rizgar (Zerdeşt) Muzîk: Xelîl Xemgîn
Xortê Kurdim / Gotin û Muzîk: Diyar
Çiyayên Me / Gotin: Diyar – Muzîk: Gelêrî
Bedran Yoldaşım / Gotin û Muzîk: Fadıl Eksen
Lorîka Min / Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar) – Muzîk: Diyar
Tu Zînî / Gotin: Melik Hoca – Muzîk: Diyar
Feqiyê Teyran / Gotin: Feqiye Teyran – Muzîk: Xelîl Xemgîn
Rabe / Gotin û Muzîk: Diyar
Bilbilo / Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar) – Muzîk: Diyar
Şervanê Min / Gotin: Şehîd Rizgar – Muzîk: Diyar
Lawik / Gotin û Muzîk: Diyar
Lo Lawo, Xanim Lê, Zeynê / Gotin û Muzîk: Gelêrî
B- Strana “Kerwan” Çawa Derketiye
Îsmaîlê Dêrikî endamê Komîteya Navendî ya PKKê bûye. Dema ku şehîd dibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan gotiye: “Ew serokê kerwanê şehîdên Rojava ye.”
Şehîdbûna Îsmaîlê Dêrikî bandorek mezin li tevahiya pêkhateya PKKê û raya giştî ya Kurd kiriye. Wê demê Şehîd Rizgar bi navê “Serokê Kerwana Şehîdan” helbestek nivîsiye û Xelîl Xemgîn jî muzîka wê afirandiye.

C- Axaftina Diyar Dêrsim
Diyar Dêrsim ev stran di kaseta xwe ya yekem de gotiye û navê kaseta xwe ji “Kerwan” daniye. Hunermend, pêşiya stranê axaftinek kiriye û gotiye:
“Hevalên nemir! Li hemberê fedakarî, rêzanî û viyana we em bejna xwe ditewînin û dibêjin: Bila dîlana şehîdên Kurdistanê û rêberên me tim geş be.
Li ser rêya we, waye bi milyonan gel radibe li ser pêyan û dîroka xwe bidestê xwe xêz dike.
Ji bo kurdistanek serbixwe û azad, pêlên serhildanên gelî bi şerê gerîla ve bûye yek.
Careke din em bejna xwe li hemberê rewana we yê pak ditewinîn û dibêjin: Silav li we be ey serokê şehîdên Başûr. Rêheval Îsmaîl! Silav li we be û li hemû hevalên we Xeyrî, Xelîl û Dijwar Mehê, Ehmed û Zinar Firaz, Omer û Hawar Kendal, Xebat û Sozdar. Silav li kerwanê şehîdên Kurdistanê.
Em vê helbestê diyariyê we dikin, ku hûn bihêrs û hîma xwe bûne sembolên yekitiya welêt û perçiqandina sînorên li ser singa dayika me Kurdistan.”
D- Gotinên Stranê
Kerwan
Gotin: Şehîd Rizgar
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Ber bi jor ve hat ji başûr
Kerwanekî rêya wî dûr
Birîn ava dirêj û kûr
Heval Îsmaîl rêzan e
Tu serkêşî ji kerwan re
Fedayî ji Kurdistan re
Tu dermanî ji derdan re
Hevalê barê/rojê giranî
Bilind bû wek pozê çiya
Gulek bibêhn li nav gundiya
Şirînê li ber dilê dêya
Bêhna gulî gulîstanî
Şirînê li ber dilê dêya
Bêhna gulî heval Îsmaîl

Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Şehîd Îsmaîlê Dêrikî. Lehengê strana Kerwanê…
E- Hûn Îsmaîlê Dêrîkî Nasdikin Gelo?
Îsmaîlê Dêrîkî, di sala 1960an de li gundê Til Xenzîr (Dêrîka Hemko) ji dayîk bûye. Endamê malbatek welatparêz e.
Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn û lîse li Dêrîkê xwendiye. Ew talebeyek berbiçav û serkeftî bûye.
Dema lîseyê fikrê komunîzmê bala wî girtiye û Partiya Çep naskiriye. Lê dibîne ku taybetmendiyên burjuwaziya biçûk Partiya Çep dorpêç kiriye. Loma ji partiyê dûr ketiye û xwe daye xwendin û lêkolînan.
Dawiya sala 1979an de diçe Şamê û dest bi zanîngehê kiriye û beşa Endezyariya Manûsîpal xwendiye.
Di sala 1980an de bîryarek dîrokî daye û hevalên xwe rexistin kiriye. Her ku çûye bûne komek a îdeolojîk. Serkeşiya komê jî Îsmaîlê Dêrikî dikiriye. Wî armanca komê wisa formule kiriye: „Armanca me avakirina Kurdistanek Komunîst e. Emê bi rêya tekoşîna çekdarî armanca xwe pêk bînin.“
Bi vê armancê hem xebatên îdeolojîk û teorîk pêş xistiye û hem jî li Zanîngeha Şam û Halebê û liseyên li Kurdistanê xwe birexistin kirine. Di dawiya sala 1980 de dibînin ku komeke xurt derketiye holê. Mirov dikare bêje, ew pêşeroja civakê bûne. Ji ber ku beşa bijîjkî, endezyar, mamostetî, huner û wêjeyê de xwendekar bûne.
Îsmaîlê Dêrîkî di sala 1981an de kadroyên PKKê naskiriye. Paşê bi hev re dest bi xebatan dikin. Îsmaîlê Dêrikî nivîsên ku wê demê Mazlum Dogan di zindanê de şandibûn wergerandiye Erebî.

Zanîngeha Şamê. Îsmaîlê Dêrikî (li herî pêş, kesî bi kirasê spî) û hevalên xwe…
F- Bîranîna Murat Karayilan
Piştî 12ê Îlonê hemû rêxistinên ji Bakur derbasî Rojava û Sûriyeyê dibin. Îsmaîlê Dêrîkî wan lêkolîn dike. Ew PKKê nêzîkî komên xwe dibîne. Rêveber a PKKê Murat Karayilan yek ji şahidên wê pêvajoyê ye. Karayilan wê demê wiha dinirxîne (Axaftin ji arşîva Stêrk Tvyê hatiye wergirtin):
“Xwendekarên zanîngehên Şam û Helebê û lîseyên Kurdistanê bi Partiya me re dilgiran bûn. Hevalên wekî Îsmaîl Dêrîkî li Şamê û Mahmûdê Qusî li Kobanê pêşengiya xwendekaran dikirin. Gelek ji wan xwendekaran paşê tevlî Partiya me bûn an jî beşdarî xebatên rêxistinî bûn.
Wê demê komeke wan a bi îdeolojîk hebû. Digotin: ‘Emê PKKê a Rojava ava bikin. Em ji hev cuda ne. Lê em bibin tifaq.’ Me bi van hevalan re demeke dirêj nîqaş kir. Me hewl dida ku hevdu qanî bikin. Di dawiyê de me hevalan îqna kirin û li şûna ku rêxistineke cuda ava bikin, biryar dan ku tevlî PKKê bibin. Wê demê ji bilî çend xwendekaran Îsmaîlê Dêrîkî û hevalên xwe biryara tevlîbûna PKK’ê dan.”
G- Endamê Komîteya Navendî ya Yekemîn
Li Rojava koma herî îdeolojîk ew bûn. Biryara wan a tevlîbûna PKKê di nava raya giştî ya Rojava de barê PKKê siviktir dike.
Di wê serdemê de Îsmaîlê Dêrîkî xwendina xwe ya zanîngehê berdewam kiriye û ji bo perwerdeya leşkerî jî çûye kampa Helve ya Lubnanê. Her wiha alîkariya xebatên dîplomatîk ên rêxistinê kiriye.
Îsmaîlê Dêrîkî dîplomaya xwe ya zanîngehê girtiye û wê rojê jiyana xwe ya sivîl li pey xwe hiştiye û tevlî PKKê bûye.
Di sala 1986an de dibe yek ji delegeyên Kongreya Sêyemîn a PKKê. Di bihara sala 1987an de jî wek Komîserê Siyasî diçe Botanê.
Di wê serdemê de provakatorên rastgir ên wek Kor Cemal û Şêxmûs zirareke mezin dane raya giştî ya Kurd. Îsmaîlê Dêrikî hewl dide pêşî li van ziyanan bigire. Ji bo ku gel vegere nav Partiyê, wî gelek xebat kiriye.
Di sala 1988an de jî li dijî dagirkeran dest bi çalakiyên leşkerî kiriye. Îsmaîlê Dêrîkî di sala 1989an de weke Endamê Komîteya Navendî ya PKKê hatiye hilbijartin. Ew yekem şoreşger e ku di nav kadroyên Rojavayê Kurdistanê de wek endamê Komîteya Navendî hatiye hilbijartin.
Piştî vê bîryarê wek rêveberê herêmê diçe Wanê. Di pêşengiya wî de artêşa gerîla li wir her diçe mezin dibe. Taktîkên dewleta Tirk a dagirker li herêmê pûç dike.
H- Bandora Şehîdbûnê
Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Îsmaîlê Dêrîkî di 26ê Hezîrana 1990an de li navçeya Elbakê ya Wanê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd dikeve.
Ew rêberekî şoreşger bû. Bi sedan xwendekarên ku ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve xurt bûn bi rêya wî tevlî PKKê bûn. Bi şehadeta xwe jî bandorê li tevahiya Rojavayê Kurdistanê dike.
Çawa ku şehadeta Mazlum Dogan bandorek mezin kiriye û têkoşîn li ser xeta berxwedanê berfireh kiriye, şehadeta Îsmaîlê Dêrîkî jî heman bandorê li Rojavayê Kurdistanê derdixîne.
Civak û bi taybetî jî ciwanên rewşenbîr piştî şehadeta wî herikîn nava refên PKKê. Bêhejmar tevlîbûn çêdibe. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje, “Serokê karwanê şehîdan yê Rojavayê Kurdistanê rêheval Îsmaîlê Dêrîkî ye.”
Li Sûriyê du zanîngehên mezin hebûn. Zanîngehên Şam û Helebê… Piştî Îsmaîlê Dêrîkî di nav xwendekarên van zanîngehan de partiya herî bi hêz PKK dibe. Ew rêya Îsmaîlê Dêrîkî dişopînin û gelek ji wan tevlî gerîla dibin.
Di navbera salê 1990 û 1999an de bi hezaran şoreşgerên ji Rojavayê Kurdistanê di nav refên gerîla de şehîd bûne. Di nav wan de bêhêjmar fermandarên tabûr û eyaletan derketine. Ji bo wan yek ji sembolên bingehîn Îsmaîlê Dêrîkî bûye.
Îsmaîlê Dêrikî bandorek mezin li gundê xwe jî dike. Xwişka wî Şervîn jî di nav de 25 gundiyên wî şehîd dikevin. Ji ber vê sedemê navê gundê Til Xenzîr ji aliyê gel ve dibe Gundê Şeran.
Piştî şehîdbûna wî bi dehan sal derbas bûn. Lê navê wî nehat jibîrkirin. Li Rojavayê hîn jî xwedî bandorek mezin e. Hema bêje li her malê wêneyên wî hene. Di stranên berxwedanê de, bi navê zarok û şoreşgerên nû de dijî û wê bijî.





