Çîroka Yekemîn Strana Zîlanê

Kovara Huner

Yekem strana ku li ser Zîlanê (Zeynep Kınaci) hatiye nivîsandin û çêkirin “Kefiya Zîlanê” ye. Gotinên stranê li jêr in:

Kefiya Zîlanê
Gotin û Muzîk: Mehmet Akdoğan

Bi xwînê sor bû kefiya Zîlanê
Rabu û hêdî meşiya dîlanê
Bi xeml û rewşa Zekiya Alkanê
Dengê keleşa tê ji Kurdistanê

Fîstanek sor bû bi rengê xwînê
Xwîn jî keliya bû li devê birînê
Ew ji qêrîna Besê û Zînê
Wan co kişandin ber dara jînê

Keçên me Kurdan kezî hejandin
Wan hespên cengê li zeviya bezandin
Li gund û bajara bombe teqandin
Xayinên mezin ji erdê hilandin

Dêrsim û Amed heya Botanê
Nûrhaq û Nemrûd heya Sîpanê
Bakur û Başûr şahî û dîlanê
Qirînek tê ji Kurdistanê

Mehmet Akdoğan, dema zindanê… Rêza dawî… Ji çepê kesê pêncemîn.

ÇÎROKA STRANÊ

Mehmet Akdogan strana “Kefiya Zîlanê” li zindanê nivisiye.
Ev stran xwedî çîrokeke balkêş e. Me çîroka strana ji Mehmet Akdogan guhdarî kiriye. Dibêje:

“Kefiya Zîlanê dibe ku yekemîn strana ku li ser Zîlan hatiye nivîsandin e. Ji ber ku di hefteya ewil a Tîrmeha 1996an de hatiye nivîsandin.

Wê demê ez li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Elezîzê, di wargeha nehemîn de bûm. Dewletê bi şev saet di 01:30an de
deriyên wargehê digirt. Me nikarîbû em dakevin salona hewa û xwarinê. Ji ber wê jî heta saet 1:30ê şevê me nobeta xwe  digirt.

Rojekê dema ku ez heta saet 01:30ê şevê li ser nobetê bûm, min ev stran nivîsand û dest bi çêkirina muzîka wê kir.

Piştre ez çûm û min du heval şiyar kirin. Min ji wan re got: ‘Werin em bi hev re bistirên.’ Me li ser hev gotin û me ji bîr nekir.

Bû sibê û me dîsa bi hev re stran got. Hevalên me jî hatin û wan jî jiber kirin. Û me hemûyan bi hev re xwend. Êdî bû strana girtîgeha me.

Dûre dewletê hemû hevalan sirgûnî girtîgehên cûda kir. Her koma ku çû ev stran bi xwe re bir girtîgehên din. Dema ku Turan Ozdemîr li zindanê derket, vê stranê dibe çiya. Wisa li her derê belav bû.”

BÎRANÎNA MEXMÛRÊ

Mehmet Akdogan qala bîranînen bi ken jî kir. Dibêje:

“Ji bo min bîranînek xweş jî heye. Di sala 2006an de ez di salvegera Heval Zîlan de (dîrok balkêş e) çûm Wargeha Mexmûrê.

Li wir min ev stran di repertuwara Koroya Zarokan de dît. Du peyv şaş hatibûn nivîsandin. Min xwest ez wê sererast bikim.

Gotin, ‘Na, em nikarin stranên hevalên xwe yên li girtîgehê xera bikin.’ Hevala Elîf Kaya jî hebû. Keniya û got: ‘Bihêlin. Xwediyê stranê ew e.’

Piştî vê yekê li dora min kom bûn û gotin: ‘Were, serarast bike.’

Min strana Kefiya Zîlanê di pirtûka xwe ya helbestan a bi navê Destana Cizîrê de nivîsand.” (Mehmet Akdoğan: Destana Cizîrê, Weşanxaneya JJ, Amed / 2017)