Çîroka Strana Mîr Perwer

Kovara Huner

Strana “Mîr Perwer” di nav albûma “Yarê Bizane” a Hozan Aydin de cih digire. Hunermend stranê di roja 3ê Çile ya 2023an li bajarê Parîsê nivîsandiye û piştre muzîka wê afirandiye. Stran 5.28 deqe ye. Lînka stranê ev e: https://www.youtube.com/watch?v=iL6lsv6sohw

Gotinên stranê li jêr e:

Mîr Perwer
Gotin û Muzîk: Hozan Aydin
Aranjor: Mizgîn Ayaz

Qala navê Parisê bi evîne
Lê rengîniya kolanan tev bi xwîne
Çilk bi çilk ji Leyla Fîdan Sakîne oy
Bû nexşe heya Xalo, Evîn û Mîr
Bû nexşe ta Xalo, Evîn û Mîr

Dîsgotin
Mîr
Dengxweş û çavreşê Mûşê
Tîtal xortê jîr
Ew kenê te yî ji şewqa rojê
Azadiye law Mîr

Matmayîme li bêbiniya Parisê
Hercar ji me daxwar sisê sisê
Qeda li wan û li heft bavê meclîsê oy
Hubra qelema wan ji xwîne çibêm Mîr

Dîsgotin
Mîr
Dengxweş û çavreşê Mûşê
Tîtal xortê jîr
Ew kenê te yî ji şewqa rojê
Azadiye law Mîr
Mîr Perwer Mîr

Mîr Perwer. Şehîdê Parîsê.

Bîranînên Mizgîn Ayaz

Aranjorê stranê Mizgîn Ayaz e. Ayaz û Mîr Perwer li Stenbolê hevûdu naskirine. Gelek bîranînên Ayaz û Mîr Perwer hene. Mizgîn Ayaz ji bo www.kovarahuner.org qala wan rojan kir û got:

“Besteya Aydin a bi navê Mîr Perwer, hem bi avahiya xwe ya melodîk û hem jî bi gotinên xwe li ser min pir bandor kiriye. Ji ber ku min Mîr Perwer nasdikir.

Dema ku zindanê derket hatibû Stenbolê û me hevûdu naskir. Besteyên xwe hebûn. Dixwest wan tomar bike. Em bi hev re xebitîn û bûne hevalên hevûdu. Min çend stranên wî aranje kir.

Wê demê di înşaatê de dixebitî. Hevjîna xwe li gund bû, diya xwe nexweş bû. Di nav demên dijwar de derbas dibû. Min ji Mîr Perwer tiştek nexwest û me stranên wî qeyd kirin.

Mîr hevalekî pir bi rastgo (dirûst) bû. Kesekî aram û ji bo stran çêkirinê jî têgihiştî bû.

Besteyên wî hebûn. Dengê xwe xurt bû. Wî dikaribû li Stenbolê baran stranan bibêje û gelek pere qezenc bike. Lê wî wisa nekir. Ew çû û di înşaetê de xebitî. Ji ber ku ew kesekî polîtîk bû.

Sibêhê diçû înşaetê (avahî) û heya êvarê dixebitî. Êvarê jî dixwest besteyên nû çêbike. Carna li înşaetê radizî. Ji bo dabara malbata xwe fedakarî dikir.

Mîr Perwer nedixwest ku derbasî Ewropayê bibe. Lê cezaya wî derket. Neçar ma û çû.

Dengê Aydin hezdikir. Li Ewropayê hevûdu naskirine. Aydin jî Mîr Perwer pir hezdikir. Aydin bi bûyera Mîr Perwer pir bandor bû. Besteyek çêkir. Me herî dawî di nav çar albûmên Hozan Aydin 28 stran aranje kiriye. Strana Mîr Perwer ji bo min stranek taybet bû.”

Kurtejiyana Mîr Perwer

Mîr Perwer ji Gimgimê ye. Malbat piştî zordayina dewletê mala xwe bar kiriye û li navenda Mûşê bi cih bûye. Mîr Perwer di roja 19ê Kanûn a 1993an li Mûşê ji dayik bûye.

Hatina wî di nav malbatê de bûye cihê kêfxweşiyek mezin. Ji ber ku beriya Mîr 6 xwûşkên wî hebûne. Ew kurê yekemîn e.

Mîr Perwer hîn di zarokatiya xwe de fêrî lêdana tenbûrê bûye. Mîr Perwer, zarokekî dilnizm û dilsoz bûye. Di ciwaniya xwe de jî bûye xortekî comerd û wêrek.

Dengekî wî yê xweş jî hebûye. Ew di nav meş, mîtîng û şahiyan de derdikeve ser dike û stranên kurdî dibêje. Hêz û moralê dide gelê xwe. Mîr Perwer zewiciye û kurekî xwe ji dayik bûye.

Dewleta Tirk li dijî wî dozê vekiriye û ji bo ku stranên berxwedanê gotiye, wî salekê li girtîgehê girtiye. Mîr Pêrwer derketiye, lê wî dîsa girtine û li Mûş û Erziromê di zindanê de maye.

Mîr Perwer dema ku derketiye çûye Stenbolê. Ji bo dabara malbata xwe di nav avahiyan de (înşeat) xebitiye.

Dewletê dîsa li dijî wî doz vekiriye û vêca 20 sal ceza daye Mîr Perwer. Ew neçar maye û derketiye Ewropayê û li Fransayê serî li pênaberiyê daye.

Mîr Perwer li Parîsê bi cih bûye. Ji bo dabara malbata xwe dest bi kar kiriye û di nav komeleya Kurd jî kar û xebatên hunerî pêş xistiye.

Mîr Perwer dest bi alîkariya malbata xwe kiriye. Ew hunermendekî welatparêz bûye. Ji bo şoreşa Kurdistanê ketiye nav xebatên hunerî. Bi dilnizmî û welatparêziya xwe ketiye dilê heval û naskiriyên xwe.

Dewleta Tirk, li Parîsê kujerek girtiye. Kujer 23ê Kanûn a 2022an êrîşî komeleyê Kurd kiriye. Wê rojê Mîr Perwer li komeleyê bûye. Ji ber ku ew di nav amadekariya meşekê bûne (Ji bo şehîdên Parîsê-09.01.2013). Di vê êrîşê de Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil şehîd bûne.

Wan rojan welatparêzên Ewropayê rabûne ser piyan. Ê ku derfeta xwe hebûne çûne Parîsê û ê ku li bajarên xwe mayî jî li çar aliyên Ewropayê çalakî pêk anîne û ji bo şehîdan bîranîn li dar xistine.

Mîr Perwer hem bi kesayeta xwe û hem bi hunerê xwe tesîrek mezin derxistiye. Û dilê her kesî ji bo kurê wî yê biçûk şewitiye.

Hozan Aydin jî gelek bi tesîr bûye û bi rojan bêdeng maye. Di encamê de, di dilê wî de şîna “Mîr Perwer” keliyaye. Em di şexsa Mîr Perwer de Şehîdên Parîsê bibîrtînin.