Gotinên 14 Stranên Diyar

Firaz Baran

Yekemîn albûma Diyar Dêrsim “Kerwan” e. Stranên albûmê ev in:

Herne Ceng / Gotin: Cegerxwîn – Muzîk: Xelîl Xemgîn
Kerwan / Gotin: Şehîd Rizgar (Zerdeşt) Muzîk: Xelîl Xemgîn
Xortê Kurdim / Gotin û Muzîk: Diyar
Çiyayên Me / Gotin: Diyar – Muzîk: Gelêrî
Bedran Yoldaşım / Gotin û Muzîk: Fadıl Eksen
Lorîka Min / Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar) – Muzîk: Diyar
Tu Zînî / Gotin: Melik Hoca – Muzîk: Diyar
Feqiyê Teyran / Gotin: Feqiye Teyran – Muzîk: Xelîl Xemgîn
Rabe / Gotin û Muzîk: Diyar
Bilbilo / Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar) – Muzîk: Diyar
Lawik / Gotin û Muzîk: Diyar
Lo Lawo, Xanim Lê, Zeynê / Gotin û Muzîk: Gelêrî

Şervanê Min / Gotin: Şehîd Rizgar – Muzîk: Diyar

Herne Ceng
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn

Îro roja welate
Şoreş û kefarete
Roja cengê vayê hat
Dijmin derxin ji welat

Wek şêran wek piling
Xortno rabin herne ceng

Roja cengê em şêr in
Lawê Gude Zo Rûstem
Serê dijmin dihêrin
Emê çêkin çax û dem

Wek şêran wek piling
Xortno rabin herne ceng

Îro cenga welate
Wekî şêra de rabin
Şoreş û kefarete
Hemî xwuşk û bira bin

Wek şêran wek piling
Xortno rabin herne ceng

* Li ser kasetê navê stranê “Herne Cenge” ye. Li ser malpera fermî a hunermend “Îro Roja Welate” hatiye nivîsandin.

*

Kerwan
Gotin: Şehit Rizgar
Muzîk: Xelîl Xemgîn

Ber bi jor ve hat ji başûr
Kerwanekî rêya wî dûr
Birîn ava dirêj û kûr
Heval Îsmaîl rêzan e

Tu serkêşî ji kerwan re
Fedayî ji Kurdistan re
Tu dermanî ji derdan re
Hevalê barê/rojê giranî

Bilind bû wek pozê çiya
Gulek bibêhn li nav gundiya
Şirînê li ber dilê dêya
Bêhna gulî gulîstanî
Şirînê li ber dilê dêya
Bêhna gulî heval Îsmaîl

* Li ser kasetê navê stranê “Kerwan” e. Li ser malpera fermî a hunermend “Heval Îsmaîl” hatiye nivîsandin.

*

Xortê Kurdim
Gotin û Muzîk: Diyar

Xortê Kurd im hem rêzan im
Şoreşger im Partîzan im
Min sond xwarî axa welat
Jîna mine şer û xebat

Warê min li çiya û banî
Berf û baran mij dûmanî
Tînim bihara xweş û rengîn
Rojên azad xweş û rindî

Me rê vekir bi can û xwînê
Ji bo azadiyê ji bo serxwebûnê
Ger şehîd bûm vê dozê da
Rakim çêka min şerkin vê rê da

Piştî stranê Diyar dengbêjî dibêje:

“Xortê Kurd im
Ez hesreta welatê xwe me
Ez evîndarê deşt û zozanên xwe me”

*

Çiyayên Me
Gotin û Muzîk: Diyar

Ser çiyayê me mij û dumanê / Hoy li minê hoy li minê
Yan berfê yan baranê / Hoy li minê hoy li minê
Berf û baranê lê kir / Hoy li minê hoy li minê
Dar û dewî pê xweş kir / Hoy li minê hoy li minê

Li çiyayê me roj dernayê / Hoy li minê hoy li minê
Mij û duman venabi / Hoy li minê hoy li minê
Dema li çiyayê me roj hiltê / Hoy li minê hoy li minê
Êş û kefa gel pê tê / Hoy li minê hoy li minê

Çiyan girtî mij û dûman
Ser danîne cenga giran
Ji dil da bêjin kul û xeman
Lêxin bira ez bi heyran
Ew roj bûye roja mêran
De were were tu jî were
Ev çiyayên bilind benda te ne

Çiyayên me çendîn xweş in / Hoy li minê hoy li minê
Tev nergiz û binevş in / Hoy li minê hoy li minê
Partîzan di nav dimeşin / Hoy li minê hoy li minê
Çi bedew û bi rewş in / Hoy li minê hoy li minê

*Li ser kasetê navê stranê “Çiyayên Me” ye. Li ser Youtubeê navê stranê “Hoy Li Minê” hatiye nivîsandin.

*

Bedran Yoldaşım
Söz-Müzik: Fadıl Eksen

Bir dağ düştü bugün düştü görkemli
Kızıl gülleri hüzün doludur
Şemzînan yaslı yasa bürünmüş
Bedran’ı sarıyor sarar sımsıcak

Bedran Bedran Bedran Bedran
Bedran Yoldaşım

Kalk Anam sen de sil gözyaşını
Nerde dizin Bedran koysun başını
Umutsun sen onda bitmeyen kavga
Özlemsin sen onda bitmeyen sevda

Bedran Bedran Bedran Bedran
Bedran Yoldaşım

Eyme Botan sen de kaldır başını
Kan güllerinle sen bir isyansın
Giyinsin kuşan yüce dağların
Binlerce Bedran’la coşsun çağlasın

Bedran Bedran Bedran Bedran
Bedran Yoldaşım

*

Lorîka Min
Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar)
Muzîk: Diyar

Di destpêka stranê de Diyar diaxive û dibêje:

“Koçerên rêya mirinê vê carê bi zozanên mîna bihûştan şad nebûn. Ber bi sînorên têlên resayî va bi rê ketin. Lorîkan wê kefaret dikir. Hîn bi ronahiya dinê şad nebûbûn. Nedixwestin ku bimirin. Lê nikarîbûn xwe li ber pêlên saqama mirina malik xirab bigirin. Hîn teze û bêhêz bûn. Li sînorên çêkirî bêstar û di bin kuliyên berfa giran de dayikan li ser lorîkên xwe de diponîjîn û digotin:”

Em koçerên riya dûr in
Birîndar in birîn kûr in
Tî û birçî li van koçan
Pîr û kal in jin û hûr in

Dîsgotin
Lorî lorî lorîka min
Sebr û arama jîna min
Tu dihelî li ber çavê min
Çare nayê ji destên min

Wekî dêvan çav sor kirin
Binapalim êrîş kirin
Bihar tarî û reş kirin
Canê şêrîn hevpar kirin

Dîsgotin

Kurêm canê şêrîn biha
Erzan diçe îro wiha
Ev mirina bi vî rengî
Gelek tal e zor û zuha

Dîsgotin

Dawiya stranê Diyar diaxive û dibêje: “Bêxem raze Lorîka min. Wê li şuna gora te kulîlkên azadiyê şîn bibe. Partîzanên Serxwebûnê wê tola me hilînin. Bi destê wan wê roja sor li me hilê.”

*

Tu Zînî
Gotin: Melik Hoca
Muzîk: Diyar

Lê lê rinda va zozana / Way lê lê way lê lê, lê dîlberê
Tu behna binevş û gula / Way lê lê way lê lê, lê dîlberê
Tu evîna min Memyanê / Way lê lê way lê lê, lê dîlberê
Avêtin tarî zindanê / Way lê lê way lê lê, lê dîlberê
Ez Mem im ez Mem im ez Mem im ez Mem im
Tu Zîna Mezra Botanî

Rondik ji çavên te barandin / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Ken ji lêvên te revandin / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Dil û ciger te sojandin / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Dilêm li ser te pijandin / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Ez Memim, ez Memim, ez Memim, ez Memim
Tu Zîna Mezra Botanî

Lê lê rindê rind narînê / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Tu bindestî dilbirînî / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Tu nazikî navgiranî / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Roj nêzîke tu dilşah bî / Way lê lê way lê lê, lê dilberê
Ez Memim, ez Memim, ez Memim, ez Memim
Tu Zîna Mezra Botanî

* Navê stranê li ser kaseta Kerwanê “Tu Zînî” û li ser Youtubeê “Em Mem im” hatiye nivîsandin.)

*

Mij û Dûman
Gotin: Feqiye Teyran
Muzîk: Xelîl Xemgîn

Mij û dûman li rû erdan
Welat girtî mîna perdan
Xurmên gurmên berf û baran
Ew jî warê kul û derdan

Dîsgotin
Bo welatî dil pê ketim
Xembarim ez bi rê ketim
Feqîyê Teyran raneketim

Erd û ezman tev por mejî
Êş û keder dil pê pêjî
… koda tijî
Dunya alem ew pê dijî

Dîsgotin

Tev mij û dûman dihat
Tarî dikir çendî welat
Bilind pêlên Dîjle û Fêrad
Feqîyê Teyran rastî wê hat

Dîsgotin

*

Rabe
Gotin û Muzîk: Diyar

Meydana derd û jan im
Bêgovênd û dîlan im
Janê da bîrina min
Rabê dê rabê lo
Rabê de rabê lo rabê

Maydana derd û jan in
Bêgovênd û dîlan im
Janê da birîna min
Rabê rabê rabê rabê

Dîsgotin
Rabê kurem ser xwe
Keleş bigre deste xwe
Bigêj hêvalen xwe
Rizgarkin xaka xwe

Hawar nalîn û gazî
Gel azadî dixwazî
Gelek şerme ku tu razî
Rabe rabe rabe rabe

Dîsgotin

Xwîna xwe bide vî erdî
Derman bike vî derdî
Bese jiyana bin destî
Rabê rabe rabe rabe

Dîsgotin

*

Bilbilo
Gotin: Sefkan (Nakarat: Diyar)
Muzîk: Diyar

Bilbil ser şaxî çi xweş dixwîne
Rist û helbesta ser diweşîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejare, kezeb bi xwîne

Dîsgotin
Bilbilo lo lo keçore bilbilo
Bilbilo lo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo lo mehkûmo bilbilo

Helbesta bilbil çiqas ji dil tê
Axîn û nalîn ji cigera tê
Ev jî wekî min ji zora wî tê
Hêlîn xirab bû xwîn ji baskan tê

Dîsgotin

Wek min xwînî ye koçer û jar e
Li ber xerab bû hêlîn û war e
Pepûk maye ew bê rê û çare
Şina lîsê wî mexel bû mar e

Dîsgotin

*

Dilo Cano
Gotin û Muzîk: Diyar

Di destpêka stranê de Diyar diaxive û dibêje: “Dayika dil bi xem di bin kedxwarî û zehmetiyê de ji bo jiyaneke nû û serfiraz bi kalîna dengek şewat dilorand. Di bin per û baskên xwe de, wî mezin kir û ber bi miraz kir. Bi kêf û şahî, bi dilxweşî berfê xwe tevlî refên gêrîla kir. Şervanê xwe re dawetek li dar xist û wiha got:”

Serê min bi te pir bilinde / Dilo cano lo canê min
Li wir tu jî alê hil de / Tu delal û şervanê min
Na bêj diya min bi xeme / Dilo cano lo canê min
Tu şêrî ez diya te me / Tu delal û şervanê min

Çiyayê me pir şirîn in / Dilo cano lo canê min
Wan bi xwîna xwe bixemlîn in / Tu delal û şervanê min
Heya tu kanî li ber xwe bide / Dilo cano lo canê min
Bi mêranî şehîd bibe / Tu delal û şervanê min

(Hunermend li vir bi şeweya dengbêjiyê dibêje)
Here Lawo serê min heyrano Lawo Lawo Lawo
Tu çavê minî
Dê heyfa bav û kalan tu rake
Ez bi qurbano Lawo Lawo Lawo
Tu berxê minî
Da şîrê pêsîra dayika te bi te helal bibe Lawo Lawo Lawo
Şirîn Lawo

(Û dîsa dest bi stranê dike)

Li bi rêzî bililîn in / Dilo cano lo canê min
Xwe li govendan bixemlîn in / Tu delal û şervanê min
Li du te ez ne dilbirîn im / Dilo cano lo canê min
Ezê şêra biweldînim / Tu delal û şervanê min

Jêrenot: Li ser kaseta Kerwan de navê stranê “Lawik” hatiye nivîsandin.

*

Hey Lawiko
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Way baniyan ba tînin
Were hey lo hey lo hey lawiko
Çaxlê kaniyan av tînin
Delalê dilê min lawiko

Kilê çavan yar tînin were
Were hey lo hey lo hey lawiko
Kilê çavan yar tînin
Delalê dilê min lawiko

Ba baniyan ban şuştin
Were hey lo hey lo hey lawiko
Çaxlê kaniyan ew şuştin
Delalê dilê min lawiko

Kilê çavan yar kuştin
Were hey lo hey lo hey lawiko
Kilê çavan yar kuştin
Delalê dilê min lawiko

*

Xanim Lê
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Li ser çiyan ser baniyan xanim lê
Ref ref hatin zer bêriyan zanim lê
Xwe li ba kirin ew çengiyan xanim lê
Kon vegirtin mer xemiliyan zanim lê

*

Zeynê
Gotin û Muzîk: Gelêrî

Tu ku dare ez gulî me lê Zeynê Zeynê Zeynê
Gulî me li şaxê te me lê Zeynê ez bi tenê me
Tu ku bûkî ez xêlî me lê Zeynê Zeynê Zeynê
Xêlî me li eniya te me lê Zeynê ez bi tenê me