Şîroveya Mazlum Rewşen

Çar albûmên Hozan Aydin îro li ser platformên dîgîtal belav bûn. Cîhana muzîka kurdî kete nav kelecanekê.

Me ji hostayê muzîka kurdî Aranjor Mazlum Rewşen şîroveyek xwest. Rewşen, ku hem Hozan Aydın û hem jî aranjorê albûman Mizgîn Ayaz baş nas dike, got:

Aranjor Mazlum Rewşen

“Ez niha bi kelecan stranan guhdarî dikim. Beriya şîroveyê ez Hozan Aydin û Mizgîn Ayaz pîroz dikim. Spasiya wan dikim bo vê xebata demdirêj û hêja.

Hozan Aydin hunermendekî afirîner e. Ew pir baş li baxlamayê lêdixe. Di muzîka Kurdî de dengê wî li cihekî taybet e. Yek jî her kes nizane, Hozan Aydin dikare stranên xwe bi xwe tomar bike. Ango teknîkê qeydkirinê nas dike.

Ger mijarên teknîkî nizanibe bi pisporekî re dipirse. Lewma ew her tim stranên nû diafrîne. Dema ku min amadekariya çar albûman bihîst ez şaş nebûm. Ji ber ku Hozan Aydin stranan dinivîse, besteyan çêdike, baş li baxlamayê lê dixe û bi xwe tomar dike û ked dayînê hez dike.”

Mazlum Rewşen ji bo Mizgîn Ayaz jî axivî û got:

“Mizgîn Ayaz ji malbateke muzîkjen tê. Hem ew û hem jî xwişk û birayên wî di muzîka Kurdî de xwedî jêhatîyên takekesî ne. Her yek ji wan bi awayekî profesyonel amûrên muzîkê lêdixin. Her yek ji wan di asteke wisa de ye ku dikare di warê xwe de ekolekê biafirîne.

Mînakî, Şervan Ayaz kemanjenekî pir jêhatî û aranjorerek baş e.

Ciwan Ayaz di lêdana baxlameyê de pir baş e û di heman demê de aranjorerek e.

Bêrîvan Ayaz solîsteke baş e û tenbûrê lê dixe.

Mizgîn Ayaz di heman demê de hem aranjor e û hem jî multîmuzîkjen e. Kurt û kurtasî, başe ku Hozan Aydin û Mizgîn Ayaz ji bo muzîka kurdî bûne hevkarê hevûdu û ev berhem pêşkêşî me kirine.”