Hozan Aydin Çar Albûmên Nû Derxist

Firaz Baran/Köln

Îro ji bo Hozan Aydin rojekê dîrokî ye. Çima? Hozan Aydin di 7ê meha 7an (îro-2026) û seat 7ê sibêhê di bin sîwana “Stran Jiyane” de çar albûm derxistin.

Di her albûmê de heft stran hene. Tenê aranjekirina albûman 2.5 sal girtiye. Aranjorê her çar albûman û xwediyê kedeka mezin Mizgîn Ayaz e.

Navê albûma yekemîn “Kakilê Gûzan” e. Stranên albûmê ev in: Rindik, Kakilê Gûzan, Zekayî, Tu Çi Dikî, Bû Xeyal Çû, Îro Cejne ve Stran Jiyane. Hunermend van berheman di navbera salên 2020 û 2024an de afirandiye.

Navê albûma duyemîn “Yarê Bizane” ye. Stranên albûmê ev in: Jibîr Neke, Yarê Bizanî, Wan, Ey Bêbextî, Min Yarekî Heye, Kaniya Jêr ve Mîr Perwer. Hunermend van berheman di navbera salên 2012 û 2024an de afirandiye.

Navê albûma sêyemîn “Keçê Kurdan” e. Stranên albûmê ev in: Sibê Zû bû, Periya Dil, Keçê Kurdan, Bes Bêhna Te be, Rezoyê Kalo, Qerqaşe ve Miroviya Wa. Hunermend van berheman di navbera salên 2014 û 2024an de afirandiye.

Navê albûma çaremîn “Pere û Serwerî” ye. Stranên albûmê ev in: Berxên Me, Dêrî Zere, Min Zanîbû, Çivok, Bikene, Pere ve Serwerî, û Tekman. Hunermend van berheman di navbera salên 2015 û 2024an de afirandiye.

ÇIMA 7

Çima Hozan Aydin di her albûmê de tenê heft stranan dibêje? Hunermend wiha bersiv da:

“Du sedem hene. Yek bi baweriyê ve û ya din jî bi muzîkê ve girêdayî ye. Ez mirovekî bawermend im. Xwedê heft taybetmendî diyarî mirovahiyê kiriye.

Ev çi ne? Jiyan, aqil, dîtin, bihîstin, îrade, axaftin û hêz. Huner bi van taybetmendiyan tê afirandin. Hûn dibînin, hûn dibihîzin, hûn hîs dikin û hûn berhemekê diafirînin. Muzîk jî li ser bingeha heft dengan e. Ji ber vê yekê min xwest ku di her albûmê de heft stran hebin.”

ÇIMA STRAN JIYANE

Hozan Aydin berê çar albûm derxistibûn, albûmên wî yên sêyemîn û çaremîn jî di bin sîwana “Stran Jiyane” derketîbûn. Me ji hunermend sedema vê yekê û girîngiya vê gotinê pirsî. Wî wiha bersiv da:

“Bûyerên ku bandorê li min dikin dibin mijar û çîroka stranên min. Min tu carî stranên xwe li ser maseyê nenivîsandiye. Bûyerek diqewime û ew bûyer bandor li min dike û dû re ji dil tê û ez dinivîsim. Bûyerek hest, giyan, hebûn û dilê te bandor dike û dibe mijara stranekê. Lewma ez dibêjim stranên ku ez dibêjim jiyana min in. Ew jiyana civaka min e.”

Li mala Hozan Aydin, li ser dîwêr tabloyek mezin heye û li ser wê “Stran Jiyane” hatiye nivîsandin. Hunermend li ser tabloyê jî got:

“Hevalê me Yilmaz Yildirim, ku ji Amedê ye- çêkir û diyariyê min kir. Ez silavên xwe ji wî re dişînim û çavên wî maç dikim. Wî bi keviran çêkiriye. Bawer bikin, dibe ku 50 kîlo be. Pir giran e.”

Hûn dikarin li ser malperên Hozan Aydin (Youtube û Spotify) albûman guhdarî bikin. QR CODE a albûman li jêr e: