Helbesta Herdem Merwanî
Berf dibariya, sivêrnekan şembelîk digirt
min li ber şibakê bi bêriyê re şevbêrk dadanî
li ser kezeba min keser
tiliyên min,
di nav cerg û hinavên min de
dişemirîn
zaroktiya min di bin kema beybûnê da winda bibû
xezalek çavrijiyayî me
li quntara çiyayê Serê Sipî,
morîkên di neqebên şikêr û zinarên Çiyayê Berbihîvê de
rijîn
Di zivistanên şev dirêj de
dayikan ji derguşan re lorîk di lorandin
min sivêrnekên malê wan
dikir lîs
di awazên wan de
li goristana bênav digirîm!
Îsal jî
şembelîk bi arê bêriya te helîn
Pepûk dixweyîn in
ev ne mizgîniya xêrê ye
keftar û gur
rê nadin
bigihêjim berqef û şikeftên
çiyayên jorîn.
Ey!
Şahê welatê çiyayên bilind
bêhna te tê ji van rêzeçiyan
tu li vir î
ba bêhna te tîne.
Dilê min;
di navbera Çemê Godernê û Sarûnê de asê maye
Ey! qibleya çiyayên mezin û biçûk
bi çend hawaran
bi çend duayan
bi çend qêrînên bêdeng
hûn ê min bigihînin goristana bênav…
Ketime bextê dar û deviyan
teyr û çûkan
gelî û newlan çengek axa cangoriyê min bînin!
şivanê gund
ferek sola zer û
perçeyek ji şal û şapik dabû min
ez ê;
fera sola zer
perçê şal û şapik
bikim qiblegeha mirovahiyê!
Felekê, hespê xwe bi kefenê me xemiland
û ajot bi ser bihara me de
gul û sosin
di derguşa şaristaniyê de
di bin nalê hespê felekê de ecîqîn.
Ey Qewmê çiyayî
em pir mirin,
pir zindî bûn me di xweliya xwe de şax da
tu bimre ey mirin.
Werin
Xweda û Xwedawendên qewmên çiyayî
û dozdeh siwar
ji beybûna taç bidin serê zarokan…
Min dilê xwe
rondikên çavên xwe û
qevdek beybûn
li ser goristanek bênav hişt
Hîv
Stêrk
Roj û dilê min
li ber bedewiya Cangorî
ketin secdê!





