Hoy Hoy Hoy Memo

Mehmet Akdoğan

Bihara gelî û newalên herema Botan zu tê û xweza xemala herê xweş û delal li bejna Botanê dike diyarî. Xwezaya ku kirasê biharê li Botanê dike di heman demê de zemînekî mezin ji bo eşqê avadike.

Ji ber wê yekê Botan meskenê çîrokên eşq û evînê ye. Ma ka eşqê ka çawan ji bo Mem û Zîn tevnê çîrokê raçand û nexşê evînîyê lêkiriye, wisa kêlî û nikên xemgînî, dilşikestin û trajedîyê jî li wî tevnî kiriye.

Tevnê eşqa kurd sêniya wêje û çanda kurde li ser dîrokê û hemû stranbêj, çîrokbêj û dîrokvanên kurd daxwazî ser wê sifrê dike.

De fermo em jî li rexekî wê sifrê runin û li tama wêje, çand û hunera kurd binêrin.

Me go, bihara herema Botan zu tê û zemînê eşqê zu digehê û çîrokên bi êş bi jan û dil şewat zêde dibin. Çîrok heke çîrokên eşq û evîniyêbin li botanê dilsojin. Ji boy ku Botan, li serê rêyane û heremeke wisane ku zu nayê zeftkirin. Ji ber wêye herdem bûye armanca êrêşan.

Herdema daxwazên serdestan ne anîye cî bi gef û êrêşên tund ru bi ruma ye. Çîroka Memê Qeplan Axa mînakeke balkêşe ku em bigrin dest. Ji boy mijara me wêje, çand û hunere em tenê bi şêwazekî zelal hewil bidin çîrokê di çerçoveya xweza wêde bigirine dest. Deka werin em li çîroka Memê Qeplan Axa binêrin.

Li gorî lêkolînên me û çîrokbêjan, meskenê çîrokê, di di herema Cizîr, Kareçox û Dêrîka Hemko tê qebûlkirin. Stran û çîroka wê jî aidê wê heremê ye. Bê guman li gorî hine dengbêj û çîrokbêjan dibe ku ciyê buyera wê çîrokê cudabe. Lê fikra zêde liser qada Botane.

1873. Wêne: Pascal Sebah. Li çepê şivanekî ji Amedê, di ortê de Kurdekî ji Mêrdînê û li rastê Kurdekî ji Cizîrê

14 SAL LI LEŞKERIYÊ

Bi texmînî disedsalên 16an de qemwimi ye. Wê demê împaretoriya Osmanî gihaye sînorên xwe yên herê fireh. Ji bo Misir û li hêla Ewropayê ve bêhtir pêş de biçe pêwistî bi leşkeran heye û ciwanên kurd jî bi darê zorê digire bin darê leşkerîyê.

Li heremên Kurdistanê bi hezaran ciwanan digirin û dibin Stenbolê. Memê Qeplan Axa jî yek ji wan ciwanane.

Memê Kaplan Axa zavayê salêye û di temenê xwe de hê pir ciwane. Di heft saliya xwe de bavê xwe winda dike û di temenekî piçûk de axatiya eşîra xwe dike. Ji ber wê yekê diya wî ewî zu dizewicîne. Navê jina wî Têlîeyşê ye û keçeke bedew û delal e.

Bi çûna Memo û ciwanên kurd xemgînîyeke mezin dikeve dilê Têlîeyşê û hemû eşîrê. Çûna wan weke çûna rêka çûn û nehatinê liwan tê. Lê çare nine. Memo êdî leşkerekî Osmanîye û berê wî ketîye enîya şer.

Li enya şer a Misrê û li pêş Ewropa çardeh salên xwe li leşkerîya Osmanî derbaz dike. Paşê bi gemîyan Memo bi bireke leşkera re tînin Stenbolê. Li Stenbolê piştî amadehiyekê leşkerîya Memo di qede û ji ordîgeha Osmanî derdikeve.

Li goreyî zagonên Osmanî kesên ku çardeh salên xwe li leşkerîyê temam dike, bi xemla xwe a leşkerî, bi şûr û mertal û bi hespê xwe ve ji ordîyê derdikeve.

Memo jî wisa bi çek, bixemla xwe ya Osmanî û bi hespê xwe ji ordîgehê derdikeve û dinava kolanên Stennbolê de dimeşe.

Hespê xwe teslîmî tewilxanekyekê dike û dinava sukên Stenbolê de digere. Di nava qelebalixa sukên Stenbolê de şahidiyeke gelk tişta dike û gelek tiştên ecêb dibîne. Li bazarê gelek tişta dike û ji bo Têlîeyşê û mezin û hevalên xwe tişta dikire. Dikanek pir bala Memo dikşîne. Dikaneke tenê terazîyek têde ye û zilamekî kal li raserî wê terazyê sekiniye.

Tabloya hunermendê Amerîkî Antonio Zeno Shindle. 1893. Kurdekî nîşan dide.

AQILFIROŞ ZÊRAN DIBE

Memo mereq dike û di xwaze bizane ka ew pîremêr di wê dikana rep û rût de çi difiroşe. Memo ber bi wê dikanêve diçe û silav dide wî kalemêrî. Kalemêr silava wî werdigire û dibêje fermo. Memo dibêje:

– Kalo tiştik di dikana tede nine û tu bisaetayî li hindavî wê terazîyê sekinîyî. Min mereqkir ka bo min bêje tu çi difiroşî?

Kalo li memo dinêre û dibêje:
– Xortê delal ez aqil difiroşim û tişta ku ez difiroşim li vê sûkê tişta herê giranbûhaye.

Her peyveke min bi zêrekî Osmanîye. Vêca heke pêwistiya te bi aqil hebe zêrekî zer bavêje serê terazîyê da ji boy te peyveka giranbûha bêjim.
Memo zêrekî ji berîka xwe derditêxe û diavje serê terazîyê. Kalo li Memo dinêre û dibêje:

– Şîreta min li te hinek zêde bimeşe lê li peyarêka neçe.
Memo dibêje “êê”. Kalo dibêje “ewqas”. Memo dibêje:
– Mal xirab ka tiştek din bêje min zêrek da te.

Lê Kalo dibêje:
– Zêrek din bavêje da ji boy te peyveka din bêjim. Heke bi Xwede te peyveka din ji min nestand.

Memo zêrek din ditavêje serê terazyê û de bêje deka çend peyvêndin bêje.
Kalo dibêje: “Şîreta min li te tucara nekeve nava jin û mêran û pisgirêkên malbatên biyanî.”

Memo got “êê.” Kalo got “ewqas. Tu dizanî aqil giranbuhaye û li serê herkesê nine. Zêrek din bavêje ber serê terazîyê da bo te peyvek din bêjim.”

Memo aciz dibe û zêrek din diavêje serê terazyê. Kalo dibêje, “Şîreta min li te be çibe bila bibe bisebir nêzî hevalê xwe bibe.”

Memo dibêje “mal mîrat min sê zêr dane te. Ka du peyvên din jî bêje.” Bes kalo dibêje “bi Elîmilah tu zêrek din nedî te peyvek din ji min negirt.” Memo bêçare dimîne û ji wê dikanê durdikeve.

KERWANA LI RÊ

Memo bi wê buyerê xwe weke zilamekî hatiye xapandin di hesibîne. Hema tê hespê xwe ji tewlê di derîne tiştên kirîne di xurcika hesp de bi cîdike û siwar dibe û ji bajarê Stenbolê derdikeve. Memo du şev û du rojan diajo û di gihe karwanekî.

Dema karwan digehê serê duriyanekê komek ji karwan dibêje em dê di peyarêkêre biçin. Ango dirêya nêz de.

Yek ji Memo re dibêje: “Tu jî were.” Memo dixwaze bi wan re here. Lê dema bîra kalo tê bîrê ji xwere dibêje “Bira min zêrekî xwe daye bi xwedê ez di payarêkêre naçim” û bi wan re naçe.

Dema Memo û kerwan make rêkê derbaz dibin û lê dinêrin ew koma ku di peyarêkê de çûne li ser rê li benda wane û bi halekî perîşandene. Memo dipirse:

– “Gelî hevala ew çi halê weye, çi biserê we hatiye?” Ew kom dibêjin:
– Em di peyarêkê de hatin şelandin û hemû pereyên me ji me hatin sitandin.

Memo di girnij û dibêje “Dêmek zêrên min dane aqilfiroşî berdêlhewa neçûne.”

Ji hêla Auguste Wahlen ve/1843

PIRSGIREKÊN NAVA MALÊ NEPIRSE

Memo hespê xwe diajo û piştî demekê digihijin gundekî û herkes bo we ciyekî peydadike. Memo jî berê xwe dide maleke li perê gund û li derîyê wê malê dixe. Zilamek jê re derî vedike û dibêje: “Fermo.”

Memo dibêje: “Ez rêwîme û dixwazim bibim mêhvanê we.” Xweyê malê dibêje “keremke, ma mêvan mêvanê Xweda ye” û wî daxwazî hûndir dike. Memo wê şevê dibe mêvanê wê malê û tu qusûr di mazovaniya wê malê de nabîne. Xizmeteke mezin ji bo mêvanê xwe dikin û qedrê wî digirin.

Bes dema Memo dibîne ku zilamek bi stûna malêve girêdaye şaş dimîne û ji xwere dibêje: “Ev mala ewqas ji mêvana hezdike û ewqas baş çawan bi awayekî bêrehm ew zilam bi wê stûnêve girêdaye. Gelo sûcê wî zilamî çiye.” Çend cara dide xwe ku

pirs bike ka ji bo çi ew zilam bi wê sitûnêve hatiye girêdan. Lê dibêje “Min zêrekî xwe daye û şîreta ku li min hatiye kirin ewe da ez ji pirsgirêkên nava malên biyanî ne pirsim. Bi xwedê ez napirsim” û nepirsî.

Wê şevê li hemberî mereqa xwe liberxwe da û di serê sibê rabû û jimalê derket. Zilamê malê heya berderî li gel çû got:

– Bira qet te mereq nekir ka min bo çi ew zilam bi wê stûnêve girêdaye? Tu çi zilamekî xemsarî bira. Lê başe ku te pirs nekir. Bi xwedê min sond xwariye yekî ku wî bipirsa bêje çi guneha wî heye te ew zilam girêdaye ezê wî bikujim. Ji boy ku ewî destdirêjî li jineke me kiriye, de vêca here uxura te ya xêrê be.

Memo bi peyvên xwediyê malê kenî û got: “Dêmek ew zêr bedelhewa neçûne.”

LI GUNDÊ XWE

Memo çend roj û şevan ajot nayê zanîn, ka çend şev û rojan ajotiye, lê di nîvê şeveke payîzê de digehê gundê xwe. Sal û zeman di ser gund re derbazbibin jî Memo gundê xwe nasdike. Bi kelecaneke mezin ber bi mala xwe ve diçe. Dilê wî di singê wî de dipirpite û xerîbîya Têlîeyşê wî dîndike.

Çardeh sal temeneke û hesret zore, zehmete. Memo digihe hewşa mala xwe. Mehîna xwe ya bi toz û xudan li hewşê girêdide û derîyê malê vedike û dikeve hûndir.

Bîna malê ya ku wî bisalan bêrîya wê dikir li poza wî dida. Ew hêdî ber bi odaya ew û Têlîeyşê tê de bûne bûk û zava ve diçe û paşê dikeve jor. Lê bi ketina di odê de Memo di ciyê xwe de dimîne û disekine.

Jiboy ku memo dibîne li ber şewqa çirayê kêmkirî li ser ciyê zavaniya wî xortekî çardeh sali di ber Têlîeyşê de dirêj kiriye. Ew xort û Têlîeyşê di xeweke kurdene. Mesela namûsê zore, aqil di serê Memo de namîne hema bi hêrs destê xwe tavête xencerê û dixwaze wan bide ber xenceran.

Mîrên Kurdan, 1835. Di navbera 1514-1821 an de Kurd li ser axa xwe bûn. Osmaniyan piştî 1821an Qanûna Leşkeriyê derxistin. Mîrên Kurdan ev Qanûn nasnekirin. Piştî wê Osmaniyan yek bi yek êrîşî Mîrên Kurdan kirin. Mîrîtiyên ku dagir dikirin ciwanan kom dikirin û dibirin leşkeriyê. Wê demê leşkerî 15 sal bû.

Memo li raserî wan disekine û xencera di destê xwe de radike ku li wan bide. Lê bîra şîretên aqilfiroşê kal têne bîra wî û disekine. Aqil firoş gotibu “çibe bila bibe bisebir nêzî hevalê xwe bibe.” Rewşa li berçavên Memo rewşeke wisa bû ku qet xwe negire û êrêşbike wan. Lê şîretên aqilfiroşî ew ji şelandin û kuştinê xelaskiribû.

Ji ber wê yekê Memo xwe da zorê û li ser kursîyê runişt. Çixarek pêxist û sekinî. Ev dem dib dema herê dirêj a temenê wî, zeman disekîne û naherike. Heta bîna cixareya Memo Têlîeyşê ji xew şiyar dike û dibîne ku zabitekî Osmanî li ser kursiyê runiştiye û bikerb liwan dinêre. Dema hişên wê têne serî hema xwe ji nava ciya diavêje û dibêje:

“Tu kîye û çi karê te li vê odê heye. Tu bi çi aqilî hatiye vê odê. Ma te aqilê xwe windakiriye an tu li ecela xwe digerî. Ma tu nizanî eve odeya Memê Qeplanaxaye û kurê wî lê razaye. Bi xwedê bi te bihese İzraîl birayê te be xelasiya te tu nîne. Vêca zu vê odê terke hê kurê Memo şiyar nebûye.”

Memo êdî dizane ku ew xortê razayî kurê wî ye lê dixwaze tam lê serast be û dibêje:

– Ez hevalê Memo yê leşkeriyê me û li sînorê Misrê Memo hate kuştin û dema Memo sax bû qet behsa zarokê xwe nekir û ne got, zarokekî min heye.

Bi wan peyvên Memo Têlîeyşê digirî û dibêje:
– Piştî çavên Memo ezê çawan bijîm. Piştî Memo mehra mêra li min heram be mêvanê xêrnexwaz. Te nîvê vê şeva payîzê bixweberê reş ez kuştim. Vêca rabe û derkeve ji vê odeya pîroz hey siwarê qasidê mirinê.

Memo êdî xwe nagire, dilê wî ranake û dibêje: “Têlîeyşê ma korahî biçavên te de hatiye tu min nasnakî. Ma ji Memo pêvetir kî dê biwêre bikeve vê odê.”

Bi wa peyvên Memo êdî hev du nasdikin û xwe tavêjine himêza hev. Lê bi dengê Memo û Têlîeyşê kurê Memo ji xew şîyar dibe û dibêje: “Ew zapitê Osmanî kî ye? Bo çi li vê odêye” û ji bo êrîşî wî bike dest di avête xencerê. Bes gava dîya wî rastiyê dibêje ew jî xwe diavête stuyê Memo.

Hersê êdî dikevine sihbetê. Demekê Têlîeyşê ji Memo re dibêje, “Ka da ez biçim dayîka te şiyarbikim û xeberê hatina te bidimê.” Lê Memo ji rêyeke dûr hatiye û westyaye. Dibêje, “Na na bi Xwedê ew pêbihese ku ez hatime di divê nîvê şevê de gund li ser serême kom bike û nahêle ez razêm. Jixwe sibê em wê agahdarbikin baştire” û xwe li ser piştê dirêjdike û di xew re diçe.

AQIL LI SERÊ PÎRÊ DIFIRE

Kurê wî jî li ser sînga Memo radize û ew jî di xew re diçe. Têlîeyşê destê xwe di ber serê Memo re dibe û dikevin xewê. Xewê ew hersê girtine nava xwe û birin. Lê dema xewa giran wan her sêyan bi sir û nihênîya xwe ve dinava kurkê xwede diveşêre.

Pîrê, ango dayîka Memo ji xew şîyar dibe û bo odeya Memo û Têlîeyşê dimeşe. Pîrê hêdî derî vedike û li odeya Têlîeyşê dinêre.

Xwedêyo dema pîrê dibîne ku zabitekî Osmanî di ber Têlîeyşêde dirêj kiriye û nevyê wê li ser sîngavî di xwe de ye. Aqil ji serê pîrê difire. Pîrê dibêje:

– “Way zalima keça zalima, wey şeytana keça şeytana. Ka te di go, pîştî Memê Qeplan Axa mehra mêra li min heram be. Nexwe eve çi meseleye te ev zabitê Osmanî aniye nav nivîna xwe û zenda xwe bo kiriye balgeh.

Dêmekî kurê te jî bi eşqa te razîye nexwe dê bo çi li ser sîngê yarê dayê razê.

Pîrê weke melekê mewtê bibêdengî di xûşte odê û xencera Memo ji kavlanî dertêxe û serê xencerê daditîne ser pişta kurê Memo û hemu giraniya xwe dide ser xencerê. Xencer di pişta kurê Memo de diçe û di sîngê Memo de dibore û di nava milên Memo de derdikeve. Bi derba pîrê qêrîn ji Memo û kurê wî diçe. Têlîeyşê bi wan qêrîna şiyardibe û xencera bi xwîn di destê pîrê de dibîne. Dibêje: “Pîrê te çi kir!”

Pîrê xencera bi xwîn dihejîne û dibêje: “Min namusa kurê xwe Memê Qaplabaxa paqij kir, dêlikê qey ezê bo te bihêlim ku tu piştî çavên Memo yê min zilamên xelkê bîniye nava ciyê xwe.”

Êdî hawar û gazîn bi Têlîeyşê dikeve: “Pîrê te çikir? Pîrê te koka mala Qeplan Axa qeland, te oçaxa xwe temirand pîrê. Ew Memê Qeplan Axaye, korbuyî pîrê êdin nevîyê te bu pîrê.”

Pîrê zanî ku ocaxa xwe korkir lê êdî ax û xwezî bi kêrî tu tiştî nedihatin. Hawar bi eşîrê dikeve û hewşa Memê Qeplan Axa tejî dibe. Cendekên xweşmêrên Memê Qeplanaxa radikin û bo mezelan dibin.

Ew buyer weke tirajedîyeke dilsoj di pêgotina pîrê de dimîne û ji herema Botan bilindibe û li herçar parçeyên kurdistanê weke stranekê dimîne. Mem ebasî ebasî. Ebasî li heremê tê wateya bê miradî û jar tê zanîn. Deka em li pêgotina pîrê binêrin ka pîrê çigotiye.

Hoy hoy hoy Memo Mem ebasî ebasî
Jaro bi lo Memo Mem ebasî ebasî

Hoy hoy hoy memo kurtekê li ser kirasî
Jaro bi li memo kurtekê li ser kirasî

Hoy hoy hoy memo day kore bû nenyasî
Jaro bilo memo day kore bû nenyasî

Hoy hoy hoy memo mehîna memo şînboze
Jaro bi lo memo mehîna memo şînboze

Hoy hoy hoy memo heya çoka bi toze
Jaro bi lo memo heya çoka bi toze

Hoy hoy hoy memo siwarê anî pîroze
Jaro bi lo memo siwarê anî pîroze

Hoy hoy hoy memo memanî xweş memanî
Jaro bi lo memo bi cil û bergên romanî
Hoy hoy hoy memo day korebû nezanî
Jaro bilo memo xencer liser dilî danî

Hoy hoy hoy memo mehîna memo şîne
Jaro bilo memo li nîva hewşê dimîne
Jaro bilo memo day korebû nabîne
Hoy hoy hoy memo mem axayê memane

Jaro bi lo memo birîna wî li nav Milane
Hoy hoy hoy memo dayîk gura çiyane