Firaz Baran
Hunermend Diyar Dêrsim, di sala 1966an de li gundê Hêwedanê (Mêzger/Dêrsim) ji dayik bûye. Perwerdeya xwe ya lîseyê li Çewlikê qedandiye.
Di payiza sala 1988an hatiye Almanyayê û beşdarî xebatên HUNERKOMê (muzîk, şano û govendê) bûye.
Diyar Dêrsim bi stranbêjiya xwe derketiye pêş. Lê wî bi salan di şev û şahiyên li Ewrûpayê de şano lîstiye.
Hunermend, heya îro 11 albûmên solo derxistiye. Albûma yekemîn sala 1992 û albûma dawî jî sala 2022 derketine. Albûm ev in:

Hunermend Diyar Dêrsim
Kerwan, Cenga Jînê, Wey Dinyayê, Tîna Rojê, Gulê Neçe, Oxir be Ugur, Natirsim, Dema Azadî, Ax û Dayik, Kela Dimdimê û Mam Zekî.
Her wiha ew endamê Koma Berxwedan e û piştî sala 1989an di nav kasetên komê jî stran gotiye. Dîsa sala 2005an bi Xelîl Xemgîn re li Konstantînapolê albûma bi navê “Kaniya Stranan” derxistiye.





