Aranjorê Albûman Mizgîn Ayaz e

Hozan Aydin demoyên çar albûman li studyoya xwe ya HA-SJS li Berlînê tomar kiriye. Aranjmanên her çar albûman jî li Stenbolê Mizgîn Ayaz afirandiye.

Hozan Aydin dibêje:

“Mizgîn Ayaz ji bo bazara sereke nexebite. Ew qîmetê dide konsepta hunermend. Me du sal û nîv bi hev re rêwîtiyek kir. Wî di albûman de gelek hewl da. Ew bû Tonmaister (endezyariya deng), Mix-Mastering û aranjorê albûman. Mizgîn muzîkjenek hêja ye. Amûrên cûrbecûr jî lêda. Divê ez vê jî bêjim, wî lêçûnên hin berheman jî girt ser xwe. Ez ji bo hewildanên wî yên mezin spasiya wî dikim.”

Agahiyên li ser albûman jî xuyaye… Mizgîn Ayaz van amûran lêdaye: Tenbûr, Lavta, Ud, Sazbuş, Cumbuş, Melodika, Bas Gitar, Klavye û Ebow.

Ji bilî Mizgîn Ayaz, muzîkjenên albûman ev in:
Klasîk: İlkan Pala
Pîano: Şervan Ayaz
Elektro Gîtar: Şervan Ayaz
Mey: Zübeyt Çelebi, Muslih Uçar, Ahmet Yasa
Zirne: Zübeyt Çelebi, Muslih Uçar
Bilûr: Serkan Yıldırım, Muslih Uçar
Keman: Şervan Ayaz
Pîano: Şervan Ayaz
Gîtara Bêperde: Şervan Ayaz

AXAFTIN BI MIZGÎN AYAZ RE

Me berê jî nivîsandibû, Mizgîn Ayaz tenê albûman aranje nekiriye. Wî hema bêje 2.5 sal ji bo her aliyekî çar albûman xerc kiriye. Ayaz dibêje:

“Ew ne projeyek bazirganî bû. Me hunera xwe ji bo qezenca darayî neafirand. Em li dû populîzmê neçûn. Me bi tevahî muzîka Kurdî ya kevneşopî çêkir. Hozan Aydin negot, ‘Bila min guhdarî bikin’, an ‘Bila dahat were.’

Hemû berhemên Aydin besteyên wî bi xwe ne û ew bestekarekî orîjînal e. Ew ji ber fikarek muzîkê muzîkê çêdike. Wekî din, her kes dizane…

Ew di nav muzîka kurdî de xwedî dengekî xurt û taybet e. Lê Aydin neket vê xefikê: Piştî sala 2000an, medyaya dîjîtal û kapîtalîzmê çavkaniyek dahatê ya balkêş afirand. Vê qadê şekil da muzîkê. Lê Aydin negot:

‘Dengek min a bihêz û xweşik heye. Ez muzîkên bi rojane çêbikim.’ Ew hunermend e û eslê xwe diparêze û dizane ku ew ji ku tê.

Ew dixwaze di muzîka Kurdî de berhemên mayînde biafirîne. Min ev yek pir watedar dît. Lewma em pir baş xebitîn. Me bi têgehên ku dê 20-30 sal şûnda werin fêmkirin amade kir.”

Ayaz, diyar kir ku ji sedî 80ê berhemên Hozan Aydin bi maqama uşaqê hatiye afirandin. Gelo çima Mizgîn Ayaz di van çar albûman de wekî muzîkjen, Tonmaister, Mix-Mastering û û aranjor beşdar bûye? Ayaz got:

“Bi gelemperî, aranjor çi dikin? Gazî muzîkjenan dikin. Muzîkjen stranê lêdixin. Dû re wan dişîne mitbaxê cuda. Ew çi dikin? Ew karê Tonmaister û Mix-Masteringê dikin. Dûv re aranjor wê dibe şîrketê û ew albûmê derdixin.

Ez bi vî rengî nexebitîm. Min xwest karê ku xeyal dikim bi dest bixim. Dibe ku demekê dirêj girtiye. Du sal û nîv ne hindike. Lê di her albûmekê de konseptek hevpar me dest xistiye. Me hunera ku em dixwazin afirandiye. Heya hûrguliyên biçûk…

Ji ber ku besteyên Aydin ne yekreng in. Hem aranjor û hem muzîkjen dikevin tengasiyê. Bo nimûne… Muzîkjen nikarin yekser lêbixin. Me ev di dema qeyd kirinê jî dît. Pêwîste provayên xwe bikin. Ji ber ku Aydin xwe sînordar nake. Tenê ez an muzîkjen dikarin van hûrguliyan di besteyên wî de bibînin.”