Bikaranîna Hiriyê û Hunera Destan

Rûken Cûdî/Kovara Huner

SPOT: Rûken Cûdî bi vê gotara xwe te bêje ferhenga hiriyê derxistiye. Erê, niha Kovara Huner gotarek têr û tije pêşkêşî we dike… Em bo vê gotarê spasiya Rûken Cûdî dikin.

Ji Rojhilatê Kurdistanê xalîçeyek. Foto: Enver Özkahraman

NIVÎS

Di çanda her gel û neteweyan de hin dahênanên (îcad) taybet û girîng hene. Heke ku ew gel û netewe bi xwe afirînerên wan dahênanan bin girîngiya wan zêdetir dibe.

Lewre em ê di vê gotarê de qala çand û hunera kurdan ya bi berên pezî yên weke hirî, liva, mû û kej û amûr, alav û cil û bergên ji van beran tên çêkirin bikin.

Heta demek nêzîk jî piraniya kurdan cil û berg û nivînên ji pûrta pezî (hirî, liva, mû û kej) bikar dianîn.

Hiriyê pez

ALAVÊN JI HIRIYÊ

Alavên razanê:Lihêf, doşek, balîngî

Alavên raxistinê:Merş, xalîçe, mehfûr, ber, kulav, tekene

Alavên lixwekirinê: Şal û şapik, gore, lepik, şeleme, kenze (kazak), mêzer (ji qumaşê şal û şapikan yanî ji kejê çêdibe û jin tavêjin ser milên xwe) çakêtên jinan, cilên zarok û pitikan,

Hunera destê jinên Kurd

Alavên ber destan: Tûr, çente, têr (alava mirov cil û bergên xwe dixin têde) xurcik, xwêdank, werîs, teng, dûxwîn, destmehdik, aşûjin (benê stûr ê pê derê meşk, şîrar, têr, telîs û kîsan tê girêdan)

Cilên dewaran: Ên weke cilik, kurtan, mehrik, hefsar û ya herî girîng jî KON yanî xaniyê ji mûyê bizinan hatî çêkirin û gelek tiştên din ên ji pûrta pezî tên çêkirin koçer bi xwe çêdikin û hem bikartînin hem jî dema koçerî pir dihat kirin de hinekan ji wan bazirganiya van tiştan jî dikirin.

Kulav

HIN AVANTAJ Û SÛDÊN HIRIYÊ

Hirî ji bo hawirdorê bê zirar e, tu caran xirab nabe, narize û ji bo bikarhêneran bitenduristî ye. Germa laşê mirov hevseng dike, bêhn jê nayê, hewayê xirab nake û alerjiyê çênake.

Herwiha mîkropê di nava xwe de qebûl nake. Li dijî basîrê (mantar) ye û efnikê yanî kiftobûnê paqij dike. Wekî din kesên nivînên ji hirîyê bikar bînin laşê wan li hember êşê zûtir rehet dibin, ji bo bawîbûnê jî pir bikêr e ku mirov zêde êşê hîs nakin.

Gelo ev cil û berg û alavên ji bo raxistin, berdestiyê û kon çawa ji hirî, liva, mû û kejê tên çêkirin? Pêwîste em kitekite van zelal bikin.

Em ê ji qusandina pûrta pezî dest pê bikin. Yanî hirî, liva, mû û kej çi ne û çawa tên bidestxistin em ê hinekê vekolin.

Ji pûrta mih û beranan re hirî tê gotin. Ji pûrta berx ya cara yekem tê qusandin re liva tê gotin.

Ji pûrta bizinan û cureyên wan ên gir (mezin) re mû tê gotin û ji pûrta bizinên çûr yanî bizinên cinsê hûrik re jî kej tê gotin. Ji jêkirina pûrta van ajalan re qusandin tê gotin, lê heke bi awayek komî pûrta wan bê jêkirin hingê jê re cewêzî tê gotin.

Pûrta van sewalan ji meha gulanê heta meha hezîranê tê qusandin. Lê pûrta berxan piranî di navbera hezîran û tîrmehê de tê qusandin. Dema cewêzîyê ji bo koçeran weke cejnekê ye. Ji berî pez bê qusandin rojekê keriyê pezê xwe dibin ber gereke avê û 5-6 kes yeko yeko pezê xwe diavêjin gola avê. Kesek dido jî di avê de pezî dişon û ji golê derdixin.

Bi vî awayî pezê bê qusandin hemû tên şûştin da ku hem hêsanî bê qusandin hem jî pûrta wan paqij bibe.

CEWÊZÎ

Roja cewêzîyê xwedîyê sewalan ji bo alîkariyê dişîne pey hemû zomeyî (zome: gundê ji konan pêk hatî) û nas û dostên xwe. Ji bo firavîna mêvanên cewêziyê xwarinek weke zêwê amade dike. Sibehê zû dest qusandinê dikin û wê rojê heta êvarî pezê xwe diqusînin. Yanî cewêzîyê dikin.

Zilam diqusînin û jin jî wê pûrtê (hirî, liva, kej, mû, yanî êdî ew çi be) kom dikin û li gorî reng û paqijiya wan ji hev vediqetînin û dixin kîs û telîsan. Piştî hirîya xwe dibin malê ya firotinê jê vediqetînin û ya din careke din pê şonikan dişon heta paqij dibe. Piştî hirîya xwe paqij kirin gazî hostayên hirîjenînê dikin. Navê wan hostayan di nava koçerên Botanê de weke qetenjen tê binavkirin.

Amûreke wan ya di şêweyê kevana tîravêj de heye û navê wê jî Qetenjen e. Hosta hirîyê tavêjin ser têlên qetenjenê û pê kutulog (amûrek mîna kerkîtê tevnê ye, bes ew ji darî hatiye çêkirin) li têlên qetenjenê didin û hirî di nav de livlivî dibe.

Heke qetenjen tunebe, jinên malê pê şehê hirîyê hirîya xwe dişkinin yanî hirîyê şehdikin û ji hev vediçirînin. Ji vî karî re hirîşikinandin an jî hirîşekirin tê gotin.

TEŞÎ

Teşî, ji sê hêmanan pêk tê.

Serteşî; ji darek gilover ê bi qasî kulmeke mirovan mezin û nava wê bi qasî santîmek didoyan qul tê çêkirin.

Dûvteşî jî darikek zirav û gilover û bi qasî 40 -50 cm dirêj, serê wê stûr û di nava qula serteşîyê de asêkirî û hêla wê ya jêr her diçe zirav dibe pêk tê.

Hêmana sêyem jî; di serê serteşîyê de hesinek bi qasî bizmarek normal stûr û serê wê çevandî ye û jê re nîk/nêk tê gotin. Ev her sê hêman teşîyê pêk tînin.

Dema mirov bixwaze pûrtê bi teşîyê birêse, mirov hiriyê li zenda xwe dialîne û piç û piç dide ber devê nîkê û dûvteşîyê li ser berranka ku bi pişta xwe ve li ser ranê xwe girê dayî ba dide û piştre teşîyê berdidin û her hiriyê didin ber gera badanê û bi vî awayî hirî dibe ben.

KON

Ji pûrta bizinan yanî ji mûyên bizinan Kon tên çêkirin. Piştî baş hate veçirandin paşê bi teşiyê tê rêstin. Li gorî pîvana tê xwestin stûrrêstin û ziravrêstin di destê teşîrêsê (karê teşîrêsê jin dikin) de ye.

Cara yekem mû hemû tê rêstin û dibe ben.

Cara duyem du girofên benî pevre tên rêstin û bi vî awayî ta li gorî tevna konî tê amadekirin.

Piştre li gorî daxwazê ji 5 heta 12 metroyan dirêj û 50-60 cm firehî wî tayê pê teşiyê hatî rêstin û kirî girof li darê tevnê didin. 10-15 parçeyan bi vî awayî bi tevnê dihonin yanî radiçînin.

Piştre ev parçeyên ji bo kon hatine raçandin bi tayê ji mûyên bizinan hatî çêkirin û şûjinê peve tê durîn. Di encamê de kon çêdibe.

Tawn/Colemêrg. Foto: Enver Özkahraman

TÊR XALÎÇE Û KULAV

Qumaşê têr, tûr, çelte (çente) xwêdank, xurcik, ber, mehfûr, xalîçe, merş, cilik û kurtanên dewaran ji hirîya mih û beranan tên çêkirin.

Ew jî weke rêstina mû bi teşîyê tê rêstin û piştre bi dermanên rengîn ên ku koçer bi xwe ji gîyayên cur bi cur çêkirî tên rengandin û li darê tevnê didin û radiçin.

Herwiha li gorî pêdivî û daxwazê berê tevnê teng an jî fireh digirin. Piştî karê tevn û raçandinê diqede qumaşê hatî çêkirin bi hev ve tên durîn û alavên me li jor qala wan kirî jê çêdibin.

Kulav û tekene jî piştî hirî hatî jentin (pê alava bi navê qetenjen) li ser qumaşek pehn tê raxistin. Ew hirî bi awayek hostayî her der weke hev stûr tê edilandin, piştre pê hirîya reş an jî hirîya rengandî wêne, xêz û xeml li ser tê xêzkirin û stûneke kon li ser re tê dirêjkirin.

Ew hirî tevî qumaş li stûnê tê pêçan. Piştî li stûnê tê pêçan bateniyek kevin an jî tiştek din li ser pêçanê dubare tê pêçandin û bi werîsan baş tê şidandin û girêdan, herî dawî ciwan pê pehînan gêr dikin. Navê vî karê çêkirin û gêrkirina kulavan “Bor” e.

Bi du sê rojan ciwan borê didin ber pehînan û stranan di ber re dibêjin heta ew hirî baş hev bigire û hişk bibe. Piştre bor tê vekirin û kulav an jî tekene derdikeve holê.

Ji sedsala 19an Qaşurayek. Foto: Evner Özkahraman

GORE LEPIK CIL Û BERGÊN ZAROKAN

Çêkirina kenze, gore, lepik, kum û cil û bergên zarokan bi baldar tê meşandin. Ji hirîya herî qenc û dirêj û paqij tê rêstin. Lewre divê hem tayê wê gelek zirav be, hem jî şahîk û tekûz be. Karê cil û bergên mirovan bi alava bi navê sîxîk tên raçandin. Ev kar jî hem hostayîyek baş dixwaze hem jî demek dirêj divê.

Lewre kêlî bi kêlî û milîm bi milîm tê honandin. Di raçandina cil û bergan de jî gelek nexş û wêneyên xweşik li ser wan tên nexşkirin. Dîsa piraniya vî karî jî jin dikin.

Di çêkirina ber, merş, xalîçe, mehfûr û hwd. de dezgeha (tevn) ji erdê ber bi jor ve tê girêdan tê sazkirin û li gorî alava tê xwestin firehî û dirêjiya wê tê duristkirin. Tayê ji bo honandinê li ser tê girêdan û jinên hosta bi hunera xwe dikevin ber raçandina wê de û rojan, heta bi mehan merş, ber an jî mehfûrekê dihonin.

Bi taybetî gelek wêne û taswîrên çîrok û dîroka wan kûr û dûr li ser wan xalîçeyan tên xêzkirin. Ev xalîçe û ber di roja me de gelek biqîmet û bibiha ne. Di vê hêlê de xalîçeyên Colemêrgê binavûdeng in.

Salên 80ê… Navenda Colemêrgê. Li erdê hunera destan. Cil û bergên zarokan û nava xaniyan îro ne tenê Colemêrgê li hemû Kurdistanê hatiye guhertin. Foto: Enver Özkahraman

ŞAL Û ŞAPIK

Di çêkirina şal û şapikan de keja bizinên çûr tê bikaranîn. Di nava hemû cure raçandinan de ya herî zor û zehmet, ya herî ked û kespê dixwaze, ya herî baldarî û haydarîyê dixwaze bêgûman raçandina şal û şapikan e.

Karê raçandina şal û şapikan tenê xweserî Kurdistanê û di Kurdistanê de jî xweserî herêmên Botan û Behdînanê ne. Wekî me li jor jî qalê kirî, piştî pûrta bizinên çûr (mûyê bizinên çûr pir nerm û zirav in) tê qusandin bi awayek paqij û baldarî tê şûştin.

Piştî şûştinê ev kejê radestî hostayên teşîyê, yanî radestî teşîrêsan tê kirin. Ev jinên teşîrês bi awayek wisa hostayî vê kejê dirêsin ku mirov dikare duta li qula derziyê re derbas bike. Belkî heta 10 rojan encex kîloyek kej tê rêstin.

Ji bo rêstina vî karî jî pereyekî baş distînin. Piştre hostayên honandinê / raçandinê vî tayê zirav û şahîk hatî rêstin li darê tevnê didin. Tevna çêkirina şal û şapikan ji tevna têr, tûr, kurtan û konan cudatir e.

Alavên bi navê dargur, sêpî, bevşik, pîjik, masûr, kerkît û şopik û ji dehan yên din pêk tê.

Ta bi ta û bi hejmar li ser darê tevnê tê girêdan. Hosta li ser darê tevnê rûdinin û dest bi honandinê dikin. Piştî qumaşê xwe hemûyê dihonin û temam dikin wî qumaşî bi pîvana 10-15 santîman li ser hev bi awayek çarçik dipêçin û dixin nava ava rengîn ya ji rayê gîyayek taybet hatî çêkirin û hin rengê hazirkirî li nav avê dixin û ji rojekê heta du rojan ew qumaş di nava wê avê de dimîne.

Piştî dema derxistina wî hat, ji nav ava rengîn tê derxistin. Rengê qumaşî ew qas orjînal çêdibe ku dema mirov lê dinêre xal û leylan dikevin ber çavên mirov. Bi vî awayî qumaşê şal û şapik tê amadekirin.

Karê rêstina tayê vî qumaşî çi qas zehmet be, karê raçandinê çi qas zor be, yê durîna vî qumaşî jî ew qas zor û bibiha ye. Yanî şal û şapikek baş hatî raçandin heta bigihîje ber destê xwediyê xwe li gorî pereyê tirk li derdora 35-40 hezaran disekine.

Şal û şapik di heman demê de nîşaneya dewlemendî û hijxwekirinê ne jî. Lewre ji hejar û xîzanan nayên van cil û bergên giranbiha bikirin. Herwiha ev cil û bergên kurdî erkek neteweyî jî li ser xwe digirin. Bi taybetî di rojên dawet, xwazgînî, şîranî, mîhrîcan, konser, cejnên olî û neteweyî, di pîrozbahî û rojên weke sersal, salveger, rojên çandî û neteweyî de tên wergirtin.

MÊZER

Ji qumaşê şal û şapikan cila ji bo xemlê jinên kurd/koçer tavêjin ser milê xwe û pêşve li ser qirika xwe girê didin ya bi navê “Mêzer” jî tê çêkirin.
Mêzera ji bo xemlê tê bikaranîn bi qasî 50-60 cm pehn û 60-70 cm dirêj tê çêkirin û bi gelemperî rengê wê xemriyê tarî ye ku koçer ji vî rengî re (tenê ji bo qumaşê şal û şapikan) dibêjin; kixmerî.

Weke encam kurdan ji destpêka gund û çandiniyê ve hirî ji bo alavên navmalê û li xwekirinê gelek girîng û binirx dîtine û li gorî wî nirxî nêzîk bûne. Ev huner parastine û heta roja îro jî anîne.

Bi taybetî cil û bergên pê hirîyê tên honandin di çanda kurdî xwedî rolek neteweyî ne, lewre ev cil û berg tenê xweserî kurdan in. Ku kurd afirînerên çanda gund û çandiniyê ne. Herwiha ev jî dide nîşan ku kurd çi qasî bi xwezayê re di nava hevsengî û ahengekê de ne.