Hevpeyvîna Taybet: Çîroka Kaseta “Botan”ê

Firaz Baran

Fermandarê Pêngava 15ê Tebaxê Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) e. Ew di êvara 28ê Adara 1986an de li Çiyayê Gabarê tevlî kerwanê şehîdan bûye. Tevahiya pêkhateya PKKê û gelê Kurdistanê şîna wî girtiye. Hezaran zarokan navê wî rakirine. Fermandar Egîd bûye lehengê gelek çirok û stranan…

Serokê Şoreşa Kurdistanê Abdullah Öcalan her sal ji bo bîranîna Egîd axiviye. Her tim Fermandar Egîd ji namzetên gerîla re mînak daye. Wekî mîna axaftinek di Gulana 1986an de kiriye û encameke gelekî girîng derxistiye holê.

Endamên Koma Berxwedanê bi vê axaftinê gelekî bandor bûne û ji bo Fermandar Egîd albûmek taybet amade kirine. Albûma bi navê „1987 Botan“(1) di dîroka Koma Berxwedan de bûye yek ji berhemên herî bi bandor. Öcalan di vê axaftinê de wiha gotiye:(2)

Serxwebûn: Hejmara Taybet, Gulana 1986

“Me rêheval Mahsûm Korkmaz-Egîd ku yek ji pêşengên leheng ê Partiya me û gelê me ye, di berbanga sibeha 28ê Adarê de, dema ku ala herî bilind a azadiyê ya gelê xwe daliqand û li ser kemînên dijminên xayîn bi ser ket, şehîd da.

Naskirin û fêhmkirina rêheval Egîd pêwîst e. Rêheval Egîd delal e, rêheval Egîd wêrek e, rêheval Egîd mirovekî fedakar e!

Rêheval Egîd di wê baweriyê de bû ku xencera xayîn a ku bi sedan salin di dil, hişmendî û dilê gelê me de asê mabû, divê ji holê bê rakirin û li mejî û dilê dijmin were xistin û ev yek bi kedeke bêdawî di kesayeta xwe de cih girt.

Pêngava Şoreşgerî ya 15ê Tebaxê bi derbasbûna çiyayên mezin ên bi berf, bi rojan birçî mayîn, bi mehan meş û propaganda û bi hêza qanî kirinê ya bêdawî pêk hat.

15ê Tebaxê mînakeke mezin a berxwedanê ye ku ji sebir, fedakarî, hişmendî û cesaretê pêk tê. Dibe ku dijmin bifikire ku ji rêheval Egîd xilas bûye û pê kêfxweş dibe. Lê kî dikare bawer bike ku ev rastî ye?

Rêheval Egîd leheng û şûrê nûjen yê gelê me ye.

Me sond xwar, soza me bi şehîdan re heye! Rêxistinên ku divê bên avakirin dê bên avakirin. Şerên ku divê bên kirin dê bên kirin. Serkeftinên ku divê bên bidestxistin teqez dê bi ser bikevin.“

Stranên di Albûma “Botan 1987”

Di kaseta Koma Berxwedan a bi navê “Botan-1987” de 10 stran li ser Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) hatine gotin. Navên stranan li jêr in:

Rêheval Egîd: Gotin: Mizgîn û Xelîl Xemgîn / Muzîk: Şehîd Sefkan
Hevalê Mi Egîdo: Gotin û Muzîk: Serdar
Hey Botan: Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
28ê Adarê: Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Lê Dayê: Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
Zilma Neyaran: Gotin û Muzîk: Seyîdxan
Bijî Heval Egîd: Gotin: Seyîdxan / Muzîk: Ali Matur
Warê Me Cenge: Gotin: Mizgîn û Xelîl Xemgîn / Muzîk: Nizar Yûsiv
De Rakin: Gotin: Xelîl Xemgîn / Muzîk: Gelêrî
Hey Lo Lo Lawo: Gotin: Xelîl Xemgîn / Muzîk: Gelêrî

Bonn, Gulana 1986. ERNK şehîdbûna Fermandar Egîd îlan dike.

Şehadeta Egîd li Bonnê Hate Ragihandin

Di albûma “Botan 1987” de Şehîd Mizgîn, Xelîl Xemgîn, Seyîdxan û Serdar stran gotiye. Lê amadekirina albumê bi giranî Xelîl Xemgîn û Şehîd Mizgîn kiriye. Me bi Xelîl Xemgîn re li ser pêvajoya amadekirina albumê, atmosfera wan rojan û encamên albumê axivîn. Şehîdbûna Fermandar Egîd di Gulana 1986an de li Bonnê bi awayekî fermî hatiye ragihandin. Xelîl Xemgîn qala wê dike û dibêje:

“Li Bonnê meşeke bi heybet pêk hat. Piştre li Münsterplatzê mîtîngek hat lidarxistin. 3-4 hezar kes hebûn. Şehîd Harûn (Endamê Navendî ya PKKê Huseyîn Ozbey) pêşengiya çalakiyê dikir. Dengê hevalê Harûn îro jî di guhên min de ye. Peyama Serok xwend. Di heman demê de axaftinek kir ku em hemû pê bandor bûn. Yek ji organîzatorên çalakiyê hevalê Mehmet Salih Şahîn (Xeyrî) bû. Ew jî Endamê Navendî bû.“

Hêjmara Taybet a Serxwebûnê

Di Gulana 1986an de rojnameya Serxwebûnê hejmareke taybet derxistiye. Ev hejmar li ser Fermandar Egîd bûye. Wêne û bîranînên wî çap kirine. Gotareke Abdullah Öcalan ya ji şeş rûpelan pêk tê parve kirine. Xelîl Xemgîn dibêje: “Wê hejmarê gelekî bandor li me kir”:

„Serok gotareke gelek xweş, wêjeyî, hunerî û polîtîk nivîsandibû. Em hemû pê pir bandor bûn. Gotibû: ‘Roj giran in. Nûçeyên şehîdbûnê li pey hev tên. Em ê çawa van rojên dijwar paşve bixin?’ Di hejmara taybet de rojnivîska  hevalê Egîd jî hebû. Erdnîgarî pir baş rave dikir. Wêneyên wî jî hebûn. Wê hêjmarê ne tenê li ser me, li ser hemû gelê me jî bandorek mezin kir.“

Nameya Öcalan

Wê demê Abdullah Öcalan nameyeke taybet ji hunermendên HUNERKOMê re şandiye. Xelîl Xemgîn nameyê û encamên wê wiha dinirxîne:

“Serok wê demê nameyeke taybet ji me re şand. Divê ev name hê jî di arşîva me de hebe. Digot:

‘Em hewl didin ku şehîdbûna hevalê Egîd zelal bikin. Hûn dikarin çi bikin? Ayşe Şan çend şîn xwendin. Stranên dengbêjan hene. Egîd mînakê nifşê nû ye. Divê hûn jî berhemên nû biafirînin.’

Em ketin nav lêgerîne. Me li ser gotara Serok perwerde dît. Me biryar da ku ji bo hevalê Egîd kaseteke taybet çêkin. Piştre me hemû dem û giraniya xwe da vî karî.”

Hozan Mizgînê Şehîdbûnê Çava Peşwazî Dike

Fermandar Egîd û Şehîd Mizgîn li Êlihê li heman taxê mezin dibin. Beriya sala 1980î jî bi hev re xebatên polîtîk dikin. Dema ku Fermandar Egîd şehîd dikeve Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) gelekî bi bandor dibe. Xelîl Xemgîn wan rojan wiha vedibêje:

“Avahiya HUNERKOMê wê demê li Dusseldorfê bû. Hevala Mizgîn bi hevalek jin re li maleke cuda dima. Em sibehê li HUNERKOMê kom dibûn. Me taştê dixwar û dest bi xebatê dikir.

Dema ku hevalê Egîd şehîd ket hevala Mizgîn bi qasî hefteyekê nehat saziyê. Hevala li kêleka wê hat û agahî da me û got: ‘Rewşa hevala Mizgîn ne baş e. Li malê her tim digirî.’

Ez û hevalê Muharrem Aral çûn mala wan. Wê moral da me. Weke kesek bi girî nêzî me nebû. Helbet em hemû mirov in. Em tesîr dibin. Hevala Mizgîn hevalê Egîd nas dikir.”

Piştre Xelîl Xemgîn tesbîteke pir girîng kir: “Ew serdem serdema avakirinê bû. Me hewl dida ku li her qadê xwe ji nû ve biafirînin û ava bikin. Şehîdbûna fermandarekî weke Egîd bandoreke mezin li hemû tevgerê û gel kir. Lê di nava salekê de gel belkî dilsoziya xwe deh qat xurt kir. Bi şehîdbûna Egîd re Kurdan ev yek fêhm kir: ‘Lehengên me hene! Ev leheng baweriyê diafirînin! Vejîn û sazîbûnê ava dikin. Ev leheng wê rizgariyê bînin.”

Çîroka Strana De Rakin

Amadekirina albûma Botan 1987 şeş meh ajotiye. Di albûmê de strana herî kurt lê bi bandor “De Rakin” e. Hê êşa Fermandar Egîd teze bûye. Xelîl Xemgîn şîn kiriye. Paşê vê şînê di kasete de tomar kirine. Gotinên şînê wiha ye:

Erê rakin rakin qehremanê me rakin
Erê rakin rakin serleşkerê me rakin
Erê rakin rakin rakin Egîdê me rakin

Erê lawo hat refê qulinga, di ser çiyan re bilind firîn
De lawo hatin ref bi refa, lo çêkirin zincîr
Serê min bi heyrano, bilbil û şehlûran di rûyê zinaran de
Lo lo Egîdo, lo lo çêkirin hêlîn
De erê rakin, rakin qehremanê me rakin

Muzîkala Kasetê Tê Çêkirin

Gelo reaksiyona gel çawa bû? Guhdarvan gelek jê tesîr dibin û her ku diçe ev tesîr kûr bûye. Min bi xwe jî gelek caran hevokên wiha bihîstine: “Min strana Erê Rakin guhdarî kir û derketim çiya”, “Dema min li kaseta Botan 87 guhdar kir ez bûm gerîla”, „Min li zindanê her tim stranên kaseta Botanê distira“ û “Min dest bi naskirina têkoşîna Kurdistanê kir”. Xelîl Xemgîn du mînakan dide:

“Me di sala 1987an de li Frankfurtê şeva navendî ya 15ê Tebaxê li dar xist. Di wê şevê de me albûma Botan bi awayekî mûzîkal peşkeşî gel kir. Me provayên xwe pir baş kiribû. Ji ber vê yekê ti xeletî derneketin. Me nivîsa Serokatî jî xist nava stranan.

Hevalê Muharrem Aral jî wek peşkeşwanekî televizyonê pêşkêşvanî dikir. Hemû endamên Koma Berxwedanê li ser sehnê bûn. Salon pir qelebalix bû. Bi taybetî dema ku min digot ‘Egîîîd’ gelek bandor li mirovan dikir.

Me heman muzîkal li Hannoverê jî pêşkêş kir û em neçar man ku muzîkalê rawestînin. Ji ber ku welatparezên me pir giriyan. Hevalê Muharrem ket navberê, axaftinek kir û hewl da ku bi diruşmeyan mirovên ku digirîn aram bike. Em demekê rawestiyan û paşê me berdewam kir.”

Öcalan Kasetê Çawa Pêşwazî kir

Endamê Koma Berxwedanê demo ya kaseta Botanê amade dikin û ji Öcalan re rê dikin. Dixwazin ku dîtina wî bigrin. Xelîl Xemgîn dibêje:

“Em benda bersiva Serokatî bûn. Rojekê em li bajarê Nuessê ne. Hevala Mizgîn telefona me kir û xwest ku em hemû biçin komelaya bajarê Diusburgê. Em çûn. Mizgîn bi rûyeka ken û moralek mezin ket hundir û got: „Hele rabin.“ Me got: „Xêre. Çi bûye?“ Got: „Serok ji me re silav şandiye. Gotiye ku: „We berhemek pir baş amade kiriye. Bi rengekî herî baş belav bikin.“ Em gelek kêfxweş bûn.“

Mamoste dema hevpeyvînê gelek bi bandor û hestiyar bû. Taybetî jî dema ku qala Hozan Mizgîn dikir… Bîranînên destpêka şoreşê giran in. Ew kadroyên avakar bûn. Wan bi çend hevalan, bi fedakarî û kedek mezin saziyên hunerê ava kirin û xelatî şoreşê û gelê Kurdistanê kirin.

Kesayeta Şehîd Mizgîn

Gelo Şehîd Mizgîn li Ewropayê kîjan xebatên şoreşê kiribû? Kesayeta wê çawa bû? Me di dawiya hevpeyvînê de ji Xelîl Xemgîn xwest ku behsa Şehîd Mizgîn bike. Mamoste li ser vê pirsê hestiyar bû û got:

“Min di rojên dawî yên sala 1985an de Hevala Mizgîn nas kir. Heta sala 1988an em bi hev re xebitîn. Hevala Mizgîn ji bilî xebatên HUNERKOM û Koma Berxwedanê xebatên polîtîk jî dikir. Di rêveberiya Ewropayê de cih digirt. Yek ji damezrînerên eniya tevgera jinan Yekîtiya Jinên Welatparezên Kurdistanê (YJWK) ye.

Ew dem dema avakirinê bû. Sazî ava dibûn. Hevala Mizgîn gelek rêzikname û bername nivîsandiye. Her wiha beşdarî 3. Kongreya PKKê jî bû. Raporên HUNERKOM û rêxistina Ewropayê jî dinivîsand.

Ger ez qala kesayeta hevala Mizgîn bikim… Pêşî dixwazim vê bêjim: Ez hê jî hevalek wek Mizgîn digerim. Bi adet, jêhatîbûn, nefsbiçûk û zimanê xwe yê şîrîn mirovan bandor dikir. Hevalekî ji min re gotibû:- Hevala Mizgîn çiqas xweş diaxive. Her peyvekê zerekî derdixîne devê û dîtine.

Hindik dipeyivî, lê tu neçar dibû ku bikeve bin bandora wê. Hûn biçin cem malbatan û Mizgînê ji wan bipirsin. Hûn ê bersivên balkêş bistînin.

Di rastiyê de, ev kesayetiya damezrîner e. Hevala Sakîne Cansiz jî wisa bû. Kesên ku hevala Mizgîn re dipeyivîn bandor dibûn. Ev ji helwesta wê tê. Ez çi temsîl dikim? Mizgîn bersiva vê pirsê bû: Jina azad û serkeftî kî ye? Weke jineke kurd diqîriya û digot ez li vir im.

Em sê salan bi hev re xebitîn. Ji bo min mînaka hevaltiyê ye. Rêhevala rast û hêja… Li ser hemû hevalên me keda wê hebû. Dibe ku herî zêde jî li ser min…

Ez dixwazim heta ku ez sax bim, dilsozê wê nirxê bimînim. Hevalê Sefkan û Hevalê Çiya jî bi rêzdarî bibîr tînim. Heval Çiya jî gelek ked da. Ew nirxên me yên pîroz in.

Ez dixwazim bîranîneke parve bikim. Berê piraniya wêjeya me bi tirkî bû. Di civînan de herî zêde bi tirkî dihat axaftin. Di sala 1986an de li Essenê Konferansa Ewropayê çêbû. 8 roj berdewam kir. Hîn jî tê bîra min. Her tim bi tirkî dihat axaftin.

Mizgîn li kêleka min rûnişt û hemû ji min re wergerandin. Ez westiyam, ew ne westiya. Em wek sazî beşdar bûbûn. Min dixwest ez fêm bikim ka çi tê gotin. Giliyên min ji axaftina tirkî jî hebûn. Axaftina bi tirkî pir zora min diçû. Mizgîn ji bo acizbûna min tim dibû derman.

Min şehadeta Mizgînê ji rojnameya me xwend. Ji bo min pêvajoyek giran bû. Weke darek li serê min ketibe. Şer e, şehadet jî tê de ye. Lê dîsa jî mirov pir bi bandor dibe. Di stranên wekî Warê Me Cenge, Lê Dayê Besê Menale û 28ê Adarê de me bi hev re duet kiribû. Ew ji bo min bîranînên pîroz in. Ez ê heta mirinê dilsozê van bîranînan bimînim.“

Çavkanî
1- Li ser kaseta Botanê me bi Xelîl Xemgîn re hevpeyvînek taybet kiriye. Köln, 2024. Ev hevpeyvîn me kovara Hunerê çap kiriye. Huner: Hejmar 2, Rûpela 22-27, 2024
2- Ji bo temamê gotarê lê binêre:
Serxwebûn: Hejmara Taybet 9, Gulan 1986. Her wiha ev axaftina dîrokî pirtûka bi navê „Komutan Agit‘in Günlüğünden Mahsum Korkmaz“ jî hatiye parve kirin.
Ferda Çetin-İsmet Kayhan: Komutan Agit‘in Günlüğünden“, Weşanên Mezopotamya, R. 169-217, Adar a 1997/Köln
Abdullah Öcalan, li ser Fermandar Egîd û Pengava 15ê Tebaxê her sal axaftinên taybet kirin. Her wiha gelek hevdîtin û hevpeyvînan de jî li ser 15ê Teba xê axivî. Wek mînak: Aydınlarla Söyleşi: Abdullah Öcalan, R. 235-243, Weşanên Serxwebûn/Mayıs 2004 (Hevpeyvîna Hasretyan)