Li Melezgirê Çalakiya 300 Traktoran û Hozan Mizgîn

Hevpevyîn bi Mazlum Tatwan re – 4

PIRS: Te hevala Mizgîn çend caran dîtiye?

MAZLUM TATWAN: Dibe ku 15-20 caran. Carna çend seatan û carna jî bi rojan me bi hev re xebatên şoreşê kiriye.

PIRS: Em biçek li ser bîranînên te biaxivin. Hevala Mizgîn piranî car di nav gel de maye an li çiya?

MAZLUM TATWAN: Hevala Mizgîn hem xebata ARGKê û hem jî xebatên ERNKê dikir. Beriya HPGê navê arteşa gerîla ARGKê bû. Yanê Arteşa Rizgariya Gelê Kurdistan. ERNKê jî Eniya Rizgariya Gelê Kurdistan bû. ERNKê eniya gel bû.

Wekî mînak: Li herêma Kawarê 12 gund hene (Girêdayî Tatwanê ye). Gund bi gund geriya û komîteyên gundan ava kir. Ev xebata ERNKê ye. Dîsa komîteyên gundên Karçikanê jî hevala Mizgîn ava kiriye.

PIRS: Gel dizanî ku ew Hozan Mizgîn e?

MAZLUM TATWAN: Pêşî nedizanîn. Lê hevala Mizgîn piştî civînan stran jî digotin. Hêdî hêdî her kesî zanî ku ew endamê Koma Berxwedanê Hozan Mizgîn e. Lê beriya her tiştî ew şoreşger bû. Parêzgehê rêvedibir.

Gel jê hezkir. Wê demê malbatên welatparêz dengê hevala Mizgîn tomar dikirin. Dema ku wê dest bi stranan dikir bi teyban qeyd dikirin. Tu bêje li gelek malan kasetên hevala Mizgîn hebûn. Mixabin polîs gelekan ji wan kasetan dest xistiye. Divê ku îro kêm kaset mane. Hem stranên kevn digot û hem jî stranên nû çêkirî digot.

Ez dixwazim nêzîkatiyek hevala Mizgîn parve bikim. Bi pêşniyarên hevala Mizgîn naveroka stranên dawetan jî guherîn. Muzîkjenên dawetan êdî stranên şoreşgerî digotin. Tesîr li gel jî dikir. Hestên welatparêziyê bilind dikirin. Yanê hevala Mizgîn nedigot: “Ez ê tenê çalakiyên leşkerî bikim.” Kevneşopiya gel û çand ber bi çav digirt.

PIRS: Wê demê di nav gel de protesto, meş û mîtîng jî çêdibûn?

MAZLUM TATWAN: Ji xwe li Bakurê Kurdistanê me nedikarî bi navê Kurdewariyê çalakiyek bikira. Lê piştî ku hevala Mizgîn û ew koma gerîla a 90 kesî hatin gel dest bi pîroz kirina Newrozê kir. Xwe li hilbijartinê tevger kir û hwd. Çalakiyên nav û deng jî li dar xistin.

Wekî mînak: Li Melezgirê meşa traktoran pir deng da. Cotkaran bi traktoran li navenda Melezgirê meşek li dar xistin. 300-400 traktor hebûn. Dewleta Tirk bi panzeran êrîşî traktoran kir. Cotkaran gotin: “Dewlet piştgiriyê neda me. Ji ber ku em Kurd in. Em wek welatiyên pola duyemîn tên hesibandin.”

Gundên Melezgirê mezin bûn. Hinek ji wan 3 hezar nifûs bûn. Ew gund welatparêz bûn. Dewletê gundên Melezgirê vala kir. Gel neçar ma û bar kirin û çûn. Îro tu diçê Stenbolê, Îzmîrê, Adanayê Melezgirî hene.