Hevpevyîn bi Mazlum Tatwan re – 3
PIRS: Hevalê Mazlum te hevala Mizgîn kengî û li ku naskir?
MAZLUM TATWAN: Me li gundê me û li malê me hev û du nas kir.
PIRS: Navê gundê we çi ye û ji kerema xwe biçek qala gund jî bike.
MAZLUM TATWAN: Ez ji gundê Xizorkînê (Tatwan) me. Gundê me li berava Behra Wanê ye. Çiyayê Nemrûdê û Çiyayê Kurê Rewal li hemberî gundê me ye. Ji aliyê Xelatê Çiyayê Sipanê jî heye. Dema ku tu li gundê me dora xwe dinêre dîmen te digire û kêfxweş dike. Ji xwe Tatwan girêdayî Bêdlîsê ye û Behra Wanê du ji sêyan di nav sînorên Tatwanê ye.
PIRS: Spas. Te gelek xweş anî ziman. Te bêje bihuşt e. Hevala Mizgîn çima hatibû gundê we?
MAZLUM TATWAN: Ji bo serdana apê min hatibûn. Şev hatin. Du kes bûn. Hevala Mizgîn û hevalê Menaf Osman. Berf dibarî. Dibe ku meha Sibatê bû. Tam neya bîra min. Destpêka 1991ê bû.
Wê şevê jî 10-15 mêvanên me hebûn. Hevalan min pêşwazî kiribû. Mêvanan pirs kirin: “Mêvan kî ne?” Nêzî me gundê Êz (Çevre) heye. Min got: “Mamosteyê gundê Êzê û hevjîna xwe ye.” Her du heval bi cilên sivîl hatibûn. Hevala Mizgîn pantolek û qazaxek û montek li xwe kiribû. Montekî kesk, hema bêje rengê xakî.
Piştî demekê çend mêvan rabûn. Hevala Mizgîn îşaret da min û got: “Me bide nasîn.”
Min hevalan da nasîn. Min got: “Hevala Mizgîn Fermandarê Parêzgeha Xerzanê ye û hevalê Osman jî di nav rêveberiyê de cih digire.” Mevanan yekser dîsa xêr hatina wan kirin. Apê min Hacî Aladîn go: “Valla va taaaza min hevalan dît.” Hevala Mizgîn keniya. Got: “Te jî got şûrê wan hene.” Apê min keniya û got: “Na. Min guman kir ku qiloçên wê hene.” Hemû keniyan.
Hevala Mizgîn wê şevê heya seat 03:00 bi malbat û mêvanan re axivî. Piraniya wan ji 60 salî mezintir bûn. Kesê herî ciwan ez bûm. Ez jî 17-18 salî bûm. Yek jî endamên malê hebûn.
PIRS: Ji wê şevê dîmenê ku te tesîr kirî çi bû?
MAZLUM TATWAN: Nêzikatiya hevala Mizgîn tesîr li min kir. Fermandara Parêzgehê ye. Nû hatiye û yekser gotiye: “Ez ê berê serdana bavê hevalê Rauf Orbay bikim.” Rauf Orbay pismamê bavê min e. Li Almanyayê xwendibû. Avakarê FEYKA-KURDISTAN e. Piştre bû gerîla û li gel Hozan Sefkan şehîd ket.
Hacî Abdullah bavê hevalê Rauf e. Hevala Mizgîn xwestiye Apê Hacî Abdullah nas bike, sersaxiyê jê bixwaze û bîranînên xwe jê re bêje.
Wê şevê hevûdû nas kirin. Hevala Mizgîn qala xebatên hevalê Rauf kir. Xebatên li Ewropayê… Me cihê mezelê hevalê Rauf nedizanî. Apê min hinekî aciz dibû. Got: “Cenazeyê kurê min nedane min.”
Dema ku hevala Mizgîn axivî apê min nerm bû. Rewş fehm kir. Balkêş e… Hevala Mizgîn mirovan zû qanî dikir. Bi mirovan re li hev dihat. Mirovan bi rêxistin dikir. Apê min wê demê 70-75 salî bû. 99 saliya xwe koça dawî kir.
Ew serdana hevala Mizgîn hêz da apê min û hemû malbatê. Apê min Rauf sala 1985an şehîd ketibû. Piştî 6 salan hevala Mizgîn hat û hem bi navê rêxistinê û hem jî bi navê xwe sersaxî ji malbatê re xwest.
Nêzikatiya wê dilê malbatê xweş kir. Piştî wê ez jî beşdarî xebatan bûm. Li malbatê ciwan tevlî gerîla bûn. Em şehîd ketin, me zindan dîtin, zor û zehmetî kêm nebûn. Tekoşîn e. Me jî para xwe girt. Ez hevala Mizgîn bi rêzdarî bibîrtînim.
Têbinî: 16ê Nîsana 1985an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e. Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de, li Heftanînê 8 mîlîtanên PKKê ku di nav wan de Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî hebûn şehîd ketin. Hemû jî ji bo têkoşîna gerîla ya ku nû dest pê kiribû xwe perwerde kiribûn. Weke mînak, Rauf Akbay li zanîngeha Goethe xwendîbû, federasyona komeleyên Kurd li Almanyayê (FEYKA KURDISTAN) damezirandibû û hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de kedeke girîng dabû şoreşê. Her yek ji wan têr û tijê xwe ji bo şoreşê amade kiribûn. Lewma şehadetên 16ê Nîsanê ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke giran bû.






