Danasîn: Albûma “Bûka Azadiyê” -2: Şervan Axe

Di albûma “Bûka Azadiyê” (Koma Berxwedan) de strana duyemîn “Şervan Axe”.

Stran ji bo Şehîd Şervan Muslim hatiye afirandin. Şervan Muslim di 9ê Cotmeha 2013an de li Girê Spiyê tevlî karwanê şehîdan bûye. Ew kurê Hevserokê PYDê Şehîd Salih Muslim e.

Şervan Muslim û dayîka xwe Ayşe Efendî. Ev wêne ji hundirê berga albûmê hatiye wergirtin.

Şervan Axe
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: Xelil Xemgin
Stranbêj: Zozan û Xelil Xemgîn

Koro dibêje:
Şehîdistanî ax axa Kobanê ax
Canê Şervan e ax bayê Lovan e ax
Tîrej û Viyan e tu axa Şîlan e
Ax û hey ax hey ax û ax

Xelîl Xemgîn dibêje:
Bêje ne zuha û tîme
Ne wenda û bêxwedî me
Me giyana te av da ye
Me av da ye laş û xwine
Bêje axek ne sêwî me
Hem bi dar û av û sî me
Şehîdistanî hey ax hey ax
Ax û hey ax hey ax hey ax

Zozan dibêje
Îro çûm Kobanê ya li bin xetê deşta duz e
Serê min ji tenûrê reş dûmane li min li min ser da xûze

Xelîl Xemgîn dibêje
La kavilê çeper agirî dane lo hêlîn û lîse
Way la li min way la li min çi dewrane
Li ser bûka deşta dîsa girtî toz û dûmane

Xelîl Xemgîn dibêje
Kenê Şervan rewa da te
Tu şîn bûye hey ax hey ax
Ciwaniya xwe spart te
Tu geş bûyî hey ax hey ax
Ey Şervanê Kobanêyê
Ey tirêja ronahiyê
Di ruwê reş tariyê de
Te şewq veda hey ax hey ax

Zozan dibêje
Way lo şêrê deşta Kobanêyam tu Kaniya Kurdan
Keç û xortên te yên çeleng ref bi ref hatin li ber xwedan

Xelîl Xemgîn dibêje
Li çar koşêyên seranserê li dinyayê we deng vedan
Way la li min way la li min çi dewrane
Li ser bûka deştê dîsa girtî toz û dûmane

Koro dibêje
Şehîdistanî ax axa Kobanê ax
Canê Şervan e ax bayê Lovan e ax
Tîrej û Viyan e tu axa Şîlan e
Ax û hey ax hey ax û ax

Muzîkjenên stranê
Tembûr û Ney:Memo Gül
Perkusyon:
Ömer Arslan
Kanun: Recep Seber
Bass û Keyboards: Mazlum Rewşen

Agahiyek

Şehîd Şervan Muslim di roja 10ê Cotmeha 2013an li Kobanêyê hate veşartin. Bi dehhezaran kes beşdarî merasîma veşartinê bû. Dema ku Salih Muslim koça dawî kir, cenazeyê wî jî anîne Kobanêyê û li kêleka Şehîd Şervan rakirin.

Li Almanyayê ji bo Salih Muslim bîranînek hate li dar xistin. Xelîl Xemgîn jî beşdarî bîranînê bû û axaftinek kir û agahiyek balkêş parve kir. Got: “Em sê heval li Erebistana Suûdî dixebitîn. Hüseyin Yorulmaz, Salih Muslim û ez. Me bi hev re xebatên şoreşê dikir.” Xelîl Xemgîn piştî vê agahiyê çend bîranînên xwe parve kir.

Me berê jî nivîsîbû… Di nav şoreşa Kurdistanê de sala 1979 ji bo xebatên hunerî girîng e. Beriya HUNERKOMê xebatên hunerî wê salê dest pê kiriye. Hem li Almanyayê û hem jî li Erebistana Suûdî. Li Erebistana Suûdî Xelîl Xemgîn kaset tije dikirin û bi rêya kasetan di nav karkerên Kurd de şoreşê rêxistin dikirin.

Lewma strana “Şervan Axe” ji bo hunermend Xelîl Xemgîn girîng û taybet e. Ji ber ku Şervan, ne tenê şoreşgerek e, her wiha kurê hevalekî xwe yî nêz e.

Salih Muslim, Goristana Şehîdan-Kobanê

Şîrove

Nivîskarê stranê dibêje ku Kobanê veguheriye welatê şehîdan. Ew der êdî ne cihekî bêxwediye. Cihekî dar, av û sî ye. Jiyaneke nû di bin siya şehîdan de tê avakirin.

Dîsa dibêje: Bi şehîdbûna Şervan re, Kobanê bi toz û dûmanê hatiye dorpêç kirin, lê Şervan bi ciwaniya xwe bûye şervanekî bajêr û bi tekoşîna xwe ronahî aniye.

Ev stran ne tenê şîn e. Ew rêzgirtinek e ji bo nirxên ku axê pîroz dikin. Peyva “Şehîdistan” (Welatê Şehîdan) jî nîşan dide, ku niha Kobanê navendeke manewî ye û tê de bîr û nasnameya civakekê tê çêkirin. Nivîskarê stranê, bi gotina “Ciwaniya xwe spart te”, radigihîne ku şehîdan canê xwe dan, lê bi saya vê fedakariyê, ax rizgar bû.