Hevpeyvîn bi Mazlum Tatwan re – 5
Firaz Baran
Sal 1992. Li Tûxê (Tatwan) gelê me Newroz pîroz kiriye. Ji 20-25 gundan gel hatiye. 10 hezar kesî bi kelecan 2 seat û nîv meşiyaye. Wê Newrozê Hozan Mizgîn amade kiriye. Yek ji berpirsê wê rojê Mazlum Tatwan bûye. Roja Newrozê tekiliyên komîteyên gundan û komîteya bajêr li ser Mazlum Tatwan çêbûye. Em bi Mazlum Tatwan re axivîn.
PIRS: Em li ser axaftina te hîn dibin, ku ji 20-25 gundan gel hatiye Newrozê. We gel çawa rêxistin kir?
MAZLUM TATWAN: Me berê gotibû. Hozan Mizgîn li her gundekî komîte ava kiribû. Beriya Newrozê bi berpirsên komîteyan re li mala me Civîna Newrozê li dar xist. 7 berpirsê Komîteya Bajarê Tetwanê hebûn. Ew jî bi tevahî beşdarî civînê bûn. Tatwan 3 km dûrî gundê me ye. Wê rojê berf dibarî. Hevalan zehmetî kişandibûn.
Di wê civînê de planek derxistin. Kî, kîjan wazîfeyê radike? Ew diyar bû. Armanca me li navenda Tûxê (Tatwan) pîrozbahiyek bi girseyî bû.
Li civînê me ev bîryar girtin:
1- Li navenda bajarê Tetwanê em ê meşekê mezin li dar bixin.
2- Ji bo Meşa Newrozê xelkê gundan em ê bînin Tatwanê.
3- Li ser gelek girên Tatwanê em ê agir pêxin. Wekî mînak: Girê Kireç Ocağı, ku Tetwanê dibîne…
4- Li kêleka gundê me Girê Mila Tîj heye. Li wir em ê agir pêxin. Ew cihekî bilind e. Dema ku agir li wir tê pêxistin Tatwan, Xelat û Elcewaz dibîne. Girê Mila Tîj di navbera sê gundan de ye. Ev gund Xizorkîn, Qurtikan û Êz e.
Kî dê materyalên agir amade bike? Kî dê wan hilgire û kî dê wan pêxe? Hevala Mizgîn di civînê de bi berpirsên komîteyan re plan kir.
PIRS: We civîna xwe kir û bîryar girtin. We çawa pêk anî?
MAZLUM TATWAN: Di êvara 20ê Adarê de, li ser hemû giran hevalan agir pêxistin. Vê dîmenê moralekî mezin da gel. Ji bo amadekariya meşê baş bû. Di wan salan de li ser gel gelek zilm hebû. Dewletê dixwest bi dara tirsê gelê me dîl bigire. Lewma vê çalakiyê hêz da gel.
Sibeha 21ê Adarê ji 20-25 gundan gelê me rê ketin. Berf dibarî û berfê rê girtibûn. Dewletê bi zanebûn rêyan paqij nekir.
Gel heya ku rê hebû bi otomobîlan hatin. Piştre li ser berfê heya Tatwanê meşiyan. Şopa lingên hevûdû taqîp kirin. Ew şop hişk bû û yên ku dimeşiyan zehmetî nekişandin.
Gelê me rêya berfî derbas kir. Vê carê, polîs û hêzên taybet rê girtin. Vêca gelê me berê xwe dan avê û li ser avê Çayırhan û Sapur derbasî bajêr bûn. Ji ber vê yekê, gihîştina qada Newrozê serê xwe bû tekoşînek.
Gel bê tirs ber bi bajêr ve herikî û li Îstasyona Hîzanê kom bûn. Herî kêm 10.000 (deh hezar) kes hebûn. Wan dest bi pîrozkirina Newrozê kirin. Stranên xwe gotin, sloganên xwe qîriyan. Piştre dest bi meşê kirin. Digotin: “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Gerilla Vuruyor Kurdistan’ı Kuruyor” (Gerîla lêdixe / Kurdistan Ava Dibe).
Leşker û polîsan nekarîn mudaxele bikin. Wê demê, nifûsa navenda Tetwanê 55,000 bû. Gelê navenda bajar jî derketin kolanan. Yên ku dernetin li ser balkonên xwe piştgirî dan. Dewletê nekarî mudaxele bike. Em ji Îstasyona Hîzanê heta xaçerêya rêya Xelat-Elcewazê meşiyan. Ji wir, em vegeriyan Îstasyona Hîzanê û belav bûn. Kelecanek mezin hebû.
PIRS: Bandora meşê çi bû?
MAZLUM TATWAN: Vê meşê ruh da gel. Gel ji nû ve ji dayîk bû. Dîwarên tirsê hilweşand. Ruhê hebûnê li Tetwanê vejand.
PIRS: Ewqas tesîrek mezin li dar xist?
MAZLUM TATWAN: Erê. Bifikire… Heger kesekî sala 1990î bigota: “Nevroza 1992an deh hezar kes wê bimeşin.” Kesî bawer nedikir. Me xeyal jî nedikir.
Dewletê jî êrîşên dijwar kiribû. JÎTEM cara ewil li Tatwanê xwe rêxistin kiriye. Yeşîl û Ayhan Çarkin li Tatwanê mane. Avakarê JÎTEMê Arif Doğan e. Ew li Motkiyê Fermandarê Alayê bû.
Korkmaz Tağma endamê JÎTEMê bû. Ew jî li navenda Tatwanê fermandarê Tugaya Zirxî ya 9. bû. Wî Tatwanê terorîze kir. Ew bû mîmarê valakirin û şewitandina gundan. Li Bêdlîsê gelek gund vala kir û şewitand. Avahiyekê MİTê jî li Tatwanê ye. Ji ber ku Behra Wanê li wir e. Yanê rêya avê. Dîsa Tatwan li ser xaçerêya rêyên Wan, Amed û Sêrtê ye.
PIRS: Piştî Newrozê dagirkeran êrîşî we kirin?
MAZLUM TATWAN: Wê rojê tu kesî negirtin. Lê piştre 7 endamên komîteya bajêr girtin. Her yek ji wan çar roj di bin çav kirin. Piştre berdan. Lê êrîşa mezin piştî wê pêk hat. Hevalan girtin. Wekî mîna hevalê Bakî 12 sal li zindanê ma. Hüseyin Güzel û Şefik Menteş 3 sal û 9 meh li zindanê man. Hevalê Sabri 7 meh li zindanê ma û piştre amadekariya çalakiyekê kiriye û di nav otomobîla wî bombe teqiya û şehîd ket. Hevalekî pir hêja bû. Hevala Mizgîn jî qiymet dida hevalê Sabri. Ew ji Taxa Tûxê bû. Navê rast a Tatwanê ji xwe Tûx e. Yekemîn wargeha Tatwanê jî Tûx e. Îro jê re dibêjin Taxa Çağlayan. Hevalê Sabri berpirsê taxa xwe bû.
PIRS: Te piştî Newrozê hevala Mizgîn dît?
MAZLUM TATWAN: Erê. Dema ku biçe Tatwanê me li gundê Çorsînê hevûdu dît. Roja 2 yan jî 3ya Gulanê bû. Ew hevdîtina me ya dawî bû. Em li ser roja Newrozê axivîn. Pir bi kêfxweş bû. Ji bo vê serkeftinê hemû komîteyan pîroz kir. Heta got: “Em ê civînekê li dar bixin û ez ê yeko yeko hevalan pîroz bikim.” Mixabin li Tatwanê şehîd ket.






