PIRS: Sala 1991ê, piştî Kongreya IV. 90 gerîla rê ketin û hatin Parêzgeha Xêrzanê. Çawa dest bi xebatên dikin?
MAZLUM TATWAN: 90 gerîla destpêkê li Şêx Cûmanê kom dibin û civîna rêxistin kirina Parezgehê li dar dixin.
Parezgehê dikin du beş. Navên wan jî “Herêma 1” û “Herêma 2”. Yek rêveberiya giştî û koordîneya xwe diyar dikin. Koordîne sê heval bûn: Mizgîn, Xeyrî û Otomatîk Mervan.
Berpirsê Herêma 1 hevala Mizgîn, hevalê Xeyrî û hevalê Kemalê Sipertî bûn. Berpirsê Herêma 2 hevalê Mervan bû.
Herêma 1: Êlih, Tatwan û aliyê Newala Bêdlîsê heya Sêrtê Herêma 1 bû. Gola Wanê bîna bîra xwe… Axa ber bi bajêr jî. Ji xwe Gola Wanê dikeve nav Parêzgeha Xêrzanê. Lê navenda bajarê Wanê di nav Parêzgeha Serhedê bû. Berpirsê
Herêma 2: Xelat (Ahlat), Elcewaz (Adilcevaz), Motkî (Mutki), Hezo (Kozluk), Sason û hinek axa Mûşê di nav Herêma 2 de bûn. Ango heya Çiyayê Meleto. Berpirsê herêmê Otomatîk Mervan bû. Dema ku hevalê Mervan şehîd ket ji Amedê Şehîd Panzer Kemal û Doktor Süleyman hatin û bûn berpirsê Herêma 2.
Di nav rêveberiya giştî de Alî Kiçî, hevalê Resûl û Yasînê Tirk (Doğan Kılıçkaya) jî hebûn.
PIRS: Tu şahîdê wan salan e û te di nav xebatên şoreşê de jî cihê xwe girtiye. Rola hevala Mizgîn çi bû li Xêrzanê?

Hozan Mizgîn di Kongreya IV. a PKKê de diaxive.
MAZLUM TATWAN: Li Xêrzanê dema ku tu bêje “Gerîla”, yekser hevala Mizgîn tê bîra mirovan. Çima? Ez dikarim bi sê xalan diyar bikim:
1- Gerîla cara yekemîn dema hevala Mizgîn di nav Xêrzanê de bi cih bû.
2- Li Xêrzanê mîlîs rêxistin kirin. Dema ku hevala Mizgîn şehîd ket hemû Xêrzanê 200 (dused) mîlîs hebûn. Mîlîs kî ye? Mîlîs yekser bi gerîla re dixebite.
3- Her wiha li gundan, bajarokan, navçe û bajaran di nav gel de komîte ava bûn. Komîteyan berdevkên xwe tayîn dikirin. Wekî mînak: Berdevkên gundan hebûn. Berdevkan bi gerîla re danûstandin dikir û xebatên xwe bi hev re diyar dikirin. Mirov rêxistin dikirin, şahiyên Newrozê li dar dixistin, ji bo zivistanê pêdiviyên xwarina gerîla derdixistin. Komîteyan her meh raporên xebatên dinivîsandin û berdevkan jî dibir gerîla.
Serok dibêje: “Dema ku hevala Mizgîn derbasî Xêrzanê dibe gelê me bêdeng bûye. Welatparêz bûne lê bêdeng mane. Piştî xebatên hevala Mizgîn parêzgeh zindî bû.”
Gerîla li ser axa Parêzgehê bi cih bû. Hebûna dused mîlîsan û komîteyên gund, bajarok, navçe û bajaran… Ew bi nişkave dernekitiye. Bi planek bilind, bi fedakariyek mezin derketiye. Herî bêtir jî bi xebata aqilane…
Sal bû 1992 hemû gundan gerîla dîtibûn. Ciwan bi girseyî tevlî gerîla dibûn. Wekî mînak beriya hevala Mizgîn hejmara tevlîbûnê dibe ku 10 jî tunebû. Lê bi xebatên hevala Mizgîn êdî me nedikarî bijmêrîn. Beriya şehîdbûna hevala Mizgîn. Ji xwe piştî şehîdbûnê rewşa tevlîbûnê hên xurt berdewam kir.
Bi kurt û kurtasî: Bi serkeşiya hevala Mizgîn û bi keda hemû şehîdan Parêzgeha Xêrzanê hate rêxistin kirin. Li Parêzgehê dîrok guherandin.
* Hevala Mizgîn hem bi hunera xwe û hem jî bi kesayetiya xwe di dilê gel de cihê xwe girt. Gel li dora hevala Mizgîn kom bû.
* Hevala Mizgîn di nav gerîla de jî bi serkeşiya xwe bû cihê yekbûnê, tekoşînê û hêza moralê. Di nav şer de rola fermandaran girîng e. Ew bi fermandariya xwe jî bû mînak. Dema ku hevalên berpirsiyar şehîd diketin hêviyên xwe winda nedikir. Yekser hevalên nû tayîn dikir û xebatên şoreşê meşiyan.
Têbinî: Em ê hevpeyvînê berdewam bikin. Mazlum Tatwan wê bîranînên xwe parve bike. Wekî mînak: Destpêkê Bavê Rauf Akbay Ziyaret Dike, Newroza 1992, Bi Traktoran Çalakiya Cotkaran û hwd.





