Strana “Lawê Rojê” ji bo Şehîd Yekta Herekol hatiye afirand. Em berê gotinên stranê binêrin:
Lawê Rojê
Gotin: Bêrîtan
Muzîk: Nuşka û Bermal Çem
Behitê vê dinê
Dilpakê evînê
Li ser dika jînê
Xendeyek ji rojê
Tu azadiya hemû bajarên dûrî
Siwariya hunerê
Şanogerê newayê
Çar rûbar diherikin
Ji dilê lawê rojê
Yekta bû, Yekta
Her tu yî Yekta
Ronahî bi arê av da
Bû dilopek di nav da
Evîndarek ji sîmûra
Dibe canê te Yekta
Tu azadiya hemû bajarên dûr
Meşiya li pey rojê
Heta Rojava
Hêviyên te şîn bûn
Hêviyên te jiyan bûn
Yekta bû, Yekta
Her tu yî Yekta

Şehîd Yekta Herekol (kesê ku dimeşe) û Şehîd Hêvî Şanoger (kesê rûspî) li çiyayên Kurdistanê şanoyê dikin.
Stranê Bermal Çem û Nuşka bi hev re gotiye. Hûn dikarin li ser Youtubeê stranê guhdarî bikin. Notadanêrê stranê Amûrjen e. Bermal Çem gotin û notayê stranê li ser pirtûka xwe ya bi navê “Çemê Stranan” parve kiriye (Rûpela 20-21)

Daxûyaniya TEV-ÇAND Ewropayê
TEV-ÇAND Ewropayê di roja 27.03.2024an de ji bo salvegera şehîdbûna Yekta Herekol daxûyaniyek bi nivîskî parve kiriye. Di nav daxûyaniyê de jiyana Yekta Herekol jî nivîsandine. Lewma em daxûyaniyê bi giştî parve dikin:

Şehîdên şanoger: Hêvî Şanoger û Yekta Herekol
Îro 20. salvegera şehadeta hunermendê şanoya şoreşger Yekta Herekol e. Yekta Herekol a di 27ê Adara 2004an de li bajarê Helebê bi çalakiya fedaî tevlî kerwanê şehîdan bû û ji aliyê TEV-ÇANDê ve weke “Xeta Hunerê” hate qebûlkirin.
Yekta Herekol, di sala 1968an de li Dêrsim Xozatê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê xwendiye. Piştre tevlî Tevgera Azadî ya Kurdistanê bûye. Li gerîla, Yewnanîstan, Romanya, Rûsya, Wargeha Mexmûrê, Rojavayê Kurdistanê û Helebê şano nivîsandiye, derhênerî û lîstikvanî kiriye. Li ser dikê ji Pîr Sultan heta Kawayê Hesinkar can daye gelek karakteran.
Yekta Herekol girîngiyeke mezin dabû sazîbûnê. Yek ji damezrînerên Dibistana Çand û Hunerê a Şehîd Sefkan e ku di sala 2001an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate avakirin. Di vê dibistanê de gelek gerîla perwerde dîtin û di warên sînema, muzîk, şano, wêjesaziyê de bêhêjmar berhem afirandin.
27ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Di sala 2004an de, di Roja Şanoya Cîhanê de, Yekta Herekol şîranî dikire û li kolanên Helebê li zarokên Kurd, Ereb û Ermenî belav kiriye. Gotiye, “Biratiya gelan di çavên zarokan de tê jiyan dike.”
Paşê çûye Seedellah El-Cabirî ku yek ji meydanên herî qelebalix ên Helebê ye. Benzîn li ser xwe ve dirijîne û çalakiya fedayî pêk tîne. Dema ku laşê wî dişewite pêşandana pandomîmê dike. Mirovên meydanê difikirin ku ew şano dike. Piştre fehm dikin ku bedena hevalê Yekta dişewite. Baz didin ku agir vemirînin. Hevalê Yekta dirûşmên xwe diqîre û dibêje “Ev çalakiyek e” û şehîd dibe…

Yekta Herekol di nameya ku hiştiye de armanc û sedema çalakiya xwe wiha vedibêje:
“Rêhevalên hêja, weke gel em di şexsê Rêbertî de rastî komploya navneteweyî hatin. Ji bo têkbirina vê komployê bi pêşengiya Serok Apo berxwedan û têkoşîneke mezin tê meşandin.
Em di pêvajoyek de dijîn ku divê em ji her demê bêtir bi hezkirinek mezin karê xwe bikin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve û bigihêje ronakbîriyeke mezin: Divê xebatkar, rewşenbîr û hunermend xwedî têgihiştin û helwesta rast bin.
Lewma şertê yekem hezkirina gel, dilsoziya gel û cidiyet e. Çalakiya şewitandinê ku ez ê pêk bînim hevalan vedixwîne cidiyetê. Daxwaza lêborînê ji gelê me ye. Silav kirina berxwedana Rêbertiya me û şehîdên Efrîn-Qamişloyê ye.”
21-28ê Adarê Hefteya Lehengiyê ye. Yekta Herekol jî şehîdê Hefteya Lehengiyê ye. Bi vê wesîleyê em di şexsê Mazlûm Dogan û Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.
Şehîdê me ye nemir Yekta Herekol jî yek ji teorîsyenên xebatên çand û hunera me ye. Nivîs û dersên wî hîn jî di dibistanên şoreşê de têne xwendin. Wî di yek ji dersên xwe de hişyariya jêrîn kiribû:
“Şoreşa Kurdistanê şoreşeke çandî, afirandiye. Hest û ramanên wê derxistiye. Ev yek wê şoreşê bi awayekî objektîf zindî bihêle. Divê ev rewşa objektîf bi hewldanên dildar bê xurtkirin. Bi gotineke din divê sazîbûna wê bê misogerkirin. Divê berhemên hunerî û edebî bên hilberandin. Ger ev yek pêk were wê şoreşê bijî. Ger ev neyê kirin, mewzî nikarin bibin mayînde.”
Bîranîn û hişyariya Şehîd Yekta Herekol nehatiye jibîrkirin. Li Rojavayê Kurdistanê şoreşek çêbû. Gelê me bi navê Yekta Herekol akademiyên hunerî ava kirin. Xwendekarên ku di van akademiyan de perwerde dibînin bi muzîk, sînema, şano, govend û wênesaziyê şoreşa Rojava rave dikin û her sal di 27ê Adarê de li ser navê Yekta Herekol Festîvala Şanoyê lidardixin.
Di sedsala 20an de dagirkeran xwestin ku bi rêya asîmîlasyon û qetlîaman çand û nasnameya Kurdan tunebikin. Hunermendên şoreşger ên weke Yekta Herekol parastina nasnameya Kurdewarî misoger kirin û bûn temsîlên berxwedan û çanda nû ya şoreşgerî. Em weke xebatkarên çand û hunerê careke din dubare dikin ku em ê vê rêyê bişopînin.
Em di şexsê Şehîd Yekta, Şehîd Baran, Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Rêzan, Şehîd Zerdeşt, Şehîd Daxistan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Bi vê munasebetê em Roja Cîhanî ya Şanoyê li hemû pakrewanên hunera şanoyê û xebatkarên şanoyê pîroz dikin.
27.03.2024/Tev-Çand Ewropa

Yekta Herekol, Rusya
Keda Bermalê
Bermal Çem bi çalakiya Yekta Herekol pir bi bandor bûye. Balkêş e… Roj hatiye ew çûye Mexmûrê, Helebê û Rusyayê. Li wir hin malbatan naskiriye, ku Yekta Herekol bûye mêvanên wan.
Bermal Çem cil, wêne û nivîsên Yekta Herekol ji van malbatan berhev kiriye. Piştre rastî pirtûkek Yekta Herekol hatiye, ku hîn nehatiye çap kirin. Yekte Herekol li ser çand û hunerê gotar nivîsandine û wekî pirtûk amade kiriye. Bermal Çem hemû eşyayên ku berhev kiriye aniye û li welat teslîmî saziya şanoyê kiriye.

Bernameyek li qada gêrîla…
*Wêneyên nûçeyê ji Bermal Çem hatiye wergirtin.





