Yekemîn Strana Bermal Çem

Firaz Baran

Bermal Çem bi dehan stran afirandiye. Mixabin hemû stranên xwe di nav studyoyên profesyonel tomar nekiriye. Lê wê hemû gotin û çîrokên stranên xwe nivîsiye û notayan wan derxistiye û li ser pirtûkekê çap kiriye. Notayên stranan Amûrjen derxistiye.

Navê pirtûkê “Çemê Stranan” e. Pirtûkê sala 2023an Weşanxaneya Aryenê çap kiriye. Heman pirtûk par (2025) li Rojavayê Kurdistanê jî hatiye çap kirin. Hevalek ji Başûrê Kurdistanê niha ji bo Soranî wergera pirtûkê dike.

Min pirtûk xwend û tespît kir ku Bermal Çem ji bo şehîdan 32 stran afirandiye. Em ê wekî www.kovarahuner.org yek bi yek danasîna stranên parve bikin.

Yekemîn strana ku Bermal Çem afirandiye “Lo Çemo” ye û stran li ser şehîd Çem Ararat e. Gotinên stranê ev in:

Şehîd Çem Ararat

Lo Çemo
Gotin û Muzîk: Bermal Çem

Ez çiyayê dilê te me
Rêhevalê bejna te me
Dayika xeyalên te me
Hemû wextan bi te re me
Lo Çemo

Dîsgotin
Tu ava çemê jiyanê yî
Zarê Çiyayê Mûnzûr î
Kenek li ser rûyê axê
Tu siwarê azadiyê yî
Lo Çemo
Ez Dêrsim im, Dêrsimê te
Ciwaniya hêviyên te
Ez Dêrsim im, çiyayên te
Ciwaniya hêviyên te
Lo, Çemo

Tîna çavên te bûn hêvî
Ji bindestiya gelan re
Dengê te bû stran şax da
Ji hemû demên xerîb re
Lo Çemo

Dîsgotin

Pîrozbahiyek… Çem Ararat (milê çepê), Şehîd Ali Haydar Kaytan û gêrîlayek (Ez navê gêrîla nizanim).

Çîroka Stranê

Strana “Lo Çemo” ji bo şehîd Çem Ararat (Ekber Polat) hatiye afirandin. Ararat, di sala 1973an de li Mazgêrdê (Dêrsim) ji dayîk bûye. Sala 1992 bûye gêrîla. Çem Ararat 20.06.2004 li Mazgêrdê tevlî kerwanê şehîdan bûye.

Rojnamevan Erkan Gülbahçe, bi navê “Kahramanım Mizgîn’di” (Lehenga Min Mizîn Bû) gotarek nivîsiye. Gotarê rojnameya Yeni Özgür Politikayê di roja 9ê Gulana 2025an çap kiriye. Gotar li ser jiyan û muzîka Bermal Çem e. Beşek ji vê gotarê navê “Bermal Çem” e.

Li gorî vê gotarê hunermend navê du şehîdan rakiriye. “Bermal” navê şehîd Güler Ortaç e (1996-Sêwas) û “Çem” navê şehîd Çem Ararat (2004-Mazgêrd) e.

Erkan Gülbahçe ji bo çîroka stranê jî gotiye:

“Çem fermandarê Bermalê bûye. Her tim ji Bermalê re gotiye: ‘Dengê te dişibe çiyayan. Stran gotinê bernede.’ Piştre Çem çûye Dêrsimê û şehîd bûye. Rojekê, Bermal li ber televîzyonê rûniştiye û nûçeyan temaşe kiriye. Raporek li ser şerekî derketiye û spîker gotiye ‘Çem Ararat şehîd ketiye.’

Bermal Çem

Bermal Çem dibêje: “Ez li cihekî qerebalix bûm. Şevareş bû. Dema min wêneyê wî li ser ekranê dît, ez bêdeng bûm û vekişiyam aliyekî. Min pişta xwe da kevirekî û bêhna xwe girt. Li wir, di wê tariyê de, min cara yekem dest bi gotina strana Lo Çemo kir. Hemû melodiyên min wisa derketine. Cudabûn, windakirin û êş bûye para me. Ez dikarim bêjim, ku min yek strana xwe li ser maseyê nenivîsiye.” Piştî vê gotinê Bermal dibêje: “Raste, êşên me kûr bûn, lê kêfxweşiyên me jî wisa bûn.”