Firaz Baran
Di nav ekola HUNERKOMê de bi navê “Ey Şehîd” du stran hene. Yek ya Mamoste Xelîl Xemgîn e û yek jî ya Bermal Çem e. Em ê di vê gotarê de strana Bermal Çem parve bikin.
Hunermend gotin, çîrok û notaya stranê li ser pirtûka “Çemê Stranan” (Rûpela 68-69) parve kiriye. Bermal Çem strana “Ey Şehîd” ji bo Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Rustem Cudî afirandiye.
Kî bû Rustem Cudî? Pêşi em vî lehengê Kurdistanê, zanayê şoreşê û mamosteyê hevalên xwe nas bikin.

Portreya Rustem Cudî
Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Rustem Cudî sala 2011ê şehîd bûye. Ew di navbera 1990 û 1999 li parêzgehên wekî Botan, Mêrdîn û GAPê li dijî Roma Reş şer kiriye. Rustem Cudî yek ji avakarê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye jî.
Erê… Rustem Cudî, di sala 1965an de li Serêkaniyê ji dayik bûye. Bavê wî navê lehengê Kurd Rustemê Zal li wî kiriye. Paşnavê xwe di nav şoreşê de rakiriye.
Rustem Cudî dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Serêkaniyê xwendiye. Hên 15 salî bûye (1980), bûye endamê Partiya Çep a Kurd. Di nav demekê kin de di nav rêxistinê de bûye berpirsê talebeyên Kurd.
Ew kêm diaxiye. Bi terbiye û agahiya xwe jî di nav hevalên xwe de bûye mînak. Xwuşka xwe Gulistan Osman Ronahî TV re axiviye û gotiye:
“Li dibistanê serkeftî bû. Di pola 9. de Quranê hatm (jiber) kir û hemû tefsîrên ku dîtin xwend. Her wiha pirtûkên Marks û Lenîn jî xwend. Agahiyên ku fêr dibû bi hevalên xwe re parve dikir. Dema ku wî pirtûkekê şîrove dikir te dixwest her tim wî guhdarî bike.”
Rustem Cudî, di ciwaniya xwe de bû kesayetek hezkirî. Hevjîna birayê xwe Leyla Îsa dibêje (Ji Ronahî Tvyê re axiviye): “Pêwendiyeke wî ya pir baş bi der û dora xwe re hebû. Hîn jî qala zarokatî û xortaniya wî dikin. Zarokên min bi çîrokên wî mezin bûn. Zarokên min qet wî nedîtin, lê ew dikarin bi saetan qala jiyana wî bikin.”
Rustem Cûdî sala 1982an kadroyên PKKê naskiriye û bi têkiliyên dostaniyê piştgirî daye wan.
Ew jî wekî PKKê alîgirê şerê çekdarî bûye. Rustem Cûdî piştî lîseyê ji bo xwendina zanîngehê çûye Şamê. Wî dest bi xebatên PKKê jî kiriye. Di navbera sala 1982 û 1987an de wekî welatparêz di nav gel de xebatên rêxistinî pêş xistiye.

Payîza sala 1987an 12 şagirtên Rojavayî bi Sekreterê Giştî ya PKKê Abdullah Öcalan re civînek li dar xistiye. Rustem Cudî jî beşdarî civînê bûye. Di nav civînê de biryara xwe eşkere kiriye û tevlî PKKê bûye.
Sala 1987an heya sala 1990î li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê beşdarî xebatên şoreşê bûye.
Sala 1990î derbasî Bakurê Kurdistanê bûye û bûye gêrîla! Hevrêyê xwe Bahoz Erdal van agahiyan parve kiriye:
“Di navbera salên 1990 û 1993 li Botan, Mêrdîn û GAPê di nav xebatên şoreşê de cih girt. Li ser gel tesîra xwe pir bû. Propagandayek xurt pêş dixist. Lewma Serokatî Fermandariya Parêzgeha GAPê da hevalê Rustem.”
Rustem Cudî di navbera salên 1990 û 1999 li Bakurê Kurdistanê cihên herî zor li dijî Roma Reş şer kiriye û ala tekoşînê bilind kiriye. Ew beşdarî gelek şerên tehlûke bûye.
Piştî sala 1999 li Rojavayê Kurdistanê, Rusyaye, Iraq û Kampa Mexmûrê beşdarî xebatên şoreşgerî bûye. Lewma dema ku şehîd bûye gelê Kampa Mexmûrê bîryar girtiye û navê kampê wekî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê guherandiye.
Li Rojava xebata Partîbûnê Rustem Cûdî daye dest pê kirin. Ew ji bo vê armancê di sala 2002an de çûye Rojava û bingeha vê xebatê amade kiriye. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 21ê Îlona 2003an de hatiye damezrandin.
Sala 2005 ji bo Rustem Cûdî salek girîng e. Wê salê meha Newrozê sîstema KCKê û Konfederalîzma Demokratîk hatiye îlan kirin. Rustem Cûdî yek ji wan kesên pêşîn bûye, ku ev sîstem ava kiriye.
Bi navê “Hevalên Têkoşînê” ji bo Rustem Cûdî gotarek hatiye parve kirin. Di vê gotarekê ji bo Rustem Cûdî gotine:
“Hevalê Rustem Cûdî Endamê Konseya Rêveber a KCKê bû û avakarê PYDê bû. Lê wekî derweşekî jiyan dikir. Di kesayetiya wî de meylên serdestî û otorîter tune bûn. Mirovekî sade û dilnizm bû. Her wiha xwediyê teoriyek bilind bû. Di nav Komîteya Îlmê û Rewşenbîriyê de cih girt. Wî perwerdeya îdeolojîk da gêrîlayên nû. Bi sedan gêrîla şagirtên hevalê Rustem in.”

Rustem Cûdî Rojhilata Navîn pir baş nas dikir. Dibêjin: “Di nav PKKê de, piştî Öcalan kesê ku Rojhilata Navîn herî baş analîz dikir Rustem Cûdî bû.” Semînerên wî yên li ser Rojhilata Navîn hatine tomar kirin û ev axaftinên wî wekî pirtûk hatiye çapkirin. Navê pirtûkê “Rojhilata Navîn”.
Rustem Cûdî cara yekem di sala 1982an de bi PKKê re civiyaye. Wî di nav şoreşê de şer kiriye, rêxistina gel pêş xistiye û sazî ava kiriye. Wî li derveyî Kurdistanê nûnertiya PKKê jî kiriye. Ji ber vê yekê, ew bûye bîrekî zindî ya PKKê. Ew li meydana şer şervan û fermandar, li saziyên perwerdehiyê mamoste, bi nivîsên xwe zanyar û di jiyanê de şoreşgerek kedkar û dilsoz bûye.
Rustem Cûdî sala 2011an ligel 10 hevalên xwe di êrîşeke hewayî de şehîd bûye… Cenazeyê wî birine Rojava. Bi deh hezaran kes derketiye li ser rêyan û ji Xinêre heta Dêrikê, ji Dêrikê heta Qamîşlo û ji Amûdê heta Serêkaniyê cenazeyê vî şoreşgerê pêşeng pêşwazî kiriye.
Rustem Cûdî li goristaneke Serêkaniyê hatiye veşartin. Gorên Seydayê Evdila Timoqî û Apê Osman Sebrî jî li nêzîkê gora wî ye.
Ey Şehîd
Gotin û Muzîk: Bermal Çem
Bayê payîzan xemgîn e îro
Bi ber ezmanên şîn ve
Baskên xwe vekiriye
Bêhna hemû demsalan e îro
Kom bûye li hembêza
Li vê cîhana xerîb
Dîsgotin
Bi kenê te yê evîndarî
Cardin geş dibe berxwedan û
Hêrsa gelên çiyayî
Navê te dikolin li ser dilên jîndar
Zarên agir û rojê
Ey şehîd, tu!
Dengê te yê dîrokî ye
Dikewîne êşên hemû deman
Ey şehîd, tu!
Dilê te yê helbestî ye
Dihewîne çîrokên rêwiyan
Ji deryaya hezkirine ye îro
Pêl bi pêl diherikî
Li ser axa terikî
Ev dengê tembûra te ye îro
Şax dide bi strana cangoriyên ji agir
Dîsgotin
Çavkaniyê nivîsê: Pirtûka Bermal Çem (Çemê Stranan-Rûpela 68-69), Arşîva Ronahî TV, Arşîva Stêrk TV, Arşîva Serxwebûnê.
Têbinî: Hûn dikarin li ser Youtubeê stranê guhdarî bikin. Bermal Çem-Ey Şehîd





