Helbestvanê şehîd Hamza Yavuz (Vasfî). Ev wêne ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin.
Rojîna Gulê
Helbestvanekî şoreşger li çiyayên Kurdistanê bi nexweşiya pençeşêrê dikeve.
Dixwaze li qada şer bimîne. Hevalên wî dibêjin, “Em nikarin te biavêjin nava tofanê” û wî radikin nexweşxaneyê Zapê.
Dema ku xatir ji wî dixwazin, helbestvan bang dike:
“Min li vir nehêlin hevalno. Dilê min li mewziyê rexin. Hêrsa min ê sedsalî ye, wê we biparêze”.
Belê, ev çîroka helbestvanê şoreşger Hamza Yavuz e.
Tarifkirina Mîdyadê
Hamza Yavuz di sala 1963an de li gundê Dêrikfan a Kercewsê ji dayik bûye.
Dema ku zarok bûye malbata xwe li Midyadê bi cih dibe.
Bi gotina xwe di nav:
“Îlahiyên xemgîn ku li dêrên Suryaniyan bilind dibin”
“Misilmanên ku li ser Încîlê sond dixwin”,
“Dengên ezanê ku mirovan dikişîne xwe” û
“Peyvên ku wek penageh dihatin hesibandin” de mezin bûye.
Ramana Rizgariya Netewî û Zindan
Hamza Yavuz dema ku diçe lîseyê fikra rizgariya neteweyî nas dike. Di pola duyemîn a lîseyê de ji ber êrîşên rejîmê dest ji dibistanê berdide.
Ji ber têkiliya xwe ya bi PKKê re beriya 12ê Îlonê û piştî 12ê Îlonê çar caran hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatiye.
Herî dawî di sala 1981ê de tê dîl girtin û heta sala 1989an di girtîgehê de dimîne.
1989 û 1999: Tekoşîna li Çiyayan
Di sala 1989an de li zîndanê derdikeve û berê xwe dide çiyayan. Heta sala 1999an tevlî berxwadana gerîla dibe.
Li Kurdistanê rakirina navên şehîdan kevneşopiyek e.
Beşîr Aksoy di sala 1982an de li çemê Hêzilê şehîd dikeve. Vasfî Kiliç dema ku tevlî tekoşînê dibe navê Beşîr Aksoy radika.
Sal derbas dibin û Hamza Yavuz ji zindanê derdikeve. Di wê navberê de Vasfî Kiliç jî şehîd dikeve. Hamza Yavuz jî navê Vasfî Kiliç radike. Di nav tekoşînê de navê xwe yî kod dike Vasfî.
Hamza Yavuz demekê li Şamê diçe Dibistana Navendî ya Partiyê. Li wir Rêber Apo nas dike. Rêber Apo li ser Hamza Yavuz vê nirxandin dike: “Hamza kurdekî ji serdema Medan de maye.”
Helbestvanê Şehîd
Hamza Yavuz di sala 1999an de bi nexweşiya pençeşêrê dikeve.
Li nexweşxaneya gerîla ya Zapê û li Mûsilê du caran emeliyat dibe. Paşê diçe Almanyayê. Lê, dermankirinê encam nedaye. Bi gotina wî, “Dem xwe girê dide.”
Hamza Yavuz di 20ê Tebaxa 2000an de li bajarê Saarbruckenê tevlî kerwana şehîdan dibe.
Çar caran rastî îşkenceyên pir giran hatiye. Bi salan di nav zîndanê û di qada şer de maye. Anku wî wek lehengên çîrokên zarokatiya xwe jiyan kiriye.
Azadiya gelê Kurdistanê xeyala wî ya herî mezin bûye.
Wî bi beytên xwe hewl daye ku “serweriya tarîtiyê hilweşîne”. Kemîn, têl û mayînan ji holê rake.
Zarokên serîhildanê jî li ser wî bandorek mezin kiriye. Zarokan wiha pênase kiriye: “Tu bi qasî mirovahiyê kal û pîr e.”
Cenazeyê helbestvanê şoreşger Hamza Yavuz birin Kurdistanê. Niha “Nefesa Aryayê” axa Kurdistanê şîn dike.
Strana “Hozanê Dil”
Navê albûma duyemîn a hunermend Kawa Taya Dila ye. Di vê albûmê de stranek bi navê Hozanê Dil gotiye. Ev stran li ser şehîd Hamza Yavuz (Vasfî) hatiye nivîsandin.
Kawa rojekê diçe mala şanoger Remo Can. Li cem Remo pirtûka Hamza Yavuz dibîne û dixwîne. Piştre strana Hozanê Dil dinivîsîne û di meqama hicazê de distirê. Ji bo stranê klîbek hatibû kişandin ku ev zêdetir ji 20 salan timî di televîzyonên kurdî de tê weşandin. Gotinên stranê wiha ne:
Hozanê dil
Söz ve Müzik: Kawa
Piştî çend salan min te dî
Ne xewn bû min bi çave xwe dî
Pir şa bûm bi dîtina te
Helbesta bi denge nave te
Helbesta jîne nivîsand bi xwînê
Bilbilê gûlan ji derya evînê
Pirtûka dilan nivîsand bi xwînê
Hemze şehîd bû bazê Merdînê
Çave xwe veke hozane dila
Bi ciwanî keta reza nemira
Can bi gorî oxir be ji te ra
Awaza şalûl bilbila
Dema xatir xwest û diçû
Şirin û rûşemal ronahiya li rû
Ji me dûr ket qet naye çû
Helbesta jînê hozane dil tu
Bi minasebeta vê gotarê em sê şoreşgerên li bajarê qedîm Midyadê derketine Beşîr Aksoy, Vasfî Kiliç û Hamza Yavuz bi rêzdarî bi bîr tînin.
Çavkanî
– Hamza Yavuz: Sevgi, Bilgi ve Sanatın Ozanıyım, Weşanên Mezopotamya, 2002/Neuss
– Hamza Yavuz: Dağların Türküsü, Weşanên Mezopotamya, 2003/Neuss
– Albuma Kawa a bi navê Taya Dila