Serê Xwe da Sirra xwe neda
Amadekar: Kovara Huner-Beşa Şehîdan
Bişeng Anik, di sala 1992an de 17 salî bûye. Li Şirnex, Cizîr û Sîlopiyê di nav jinan de xebatên şoreşê dimeşîne. Heman salê li Şirnexê tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibe.
Polîsên Roma Reş Bişengê digirin û hefteyek her roj îşkence li wê dikin. Bişenga ciwan teslîm nabe. Ji devê wê li dijî şoreşê gotinekê jî nabîhizin. Polîsên kujer û hov Bişenga ciwan dikujin.
Dengbêj Salihê Şirnexî û Awazê Çiya li ser tekoşîn û şahadeta Bişengê du stranan çêdikin. Gotinên strana Awazê Çiya li jêr in:
Bişeng
Gotin û Muzîk: Awazê Çiya
Evîna te ji agir e ji agirê pîroz
Bawerî, hêvî û jîn e ev rê û ev doz
Te dîrok ji nû ve nivîsî bi xwîna zelal
Bûyî stêrkek roja ronî Bişenga delal
“Biharê dil dabû Botanê,
Adarê bûkaniya hêvîyê li xwe pêçandibû,
li qada govenda evîndaran
Roj roja nivîsandina çîrokeke nû bû,
roj roja berxwedaniya keça Kurdan bû,
ji bo jiyaneke birûmet!”
Bûyî hevala Bêrîtan sipehî û lehengê
Bi tîna tîrêjên rojê ketî govendê
Kulîlk bi navê te bişkivîn li qada cengê
De rabe xêliyê li xwe ke ey bûka şengê
“Belê delala şoreşê, birîna min a neçar;
sal û demsal mîna zaroktiyên bê xem diherikin newalên bêdemîyê de,
îro navê te bûye nota ya stranên serhildêr,
navê te bi bayên gerok ra bûye heval
Wekî helbestê digerî li ser zimanên zarokên welat,
ey keça rojê!”
Gula baxê welatê min Bişenga delal/ ciwan
Li nav dilan tu bûyî evîn ey keça Kurdan
Îro li riya te dimeşin em bi hezaran
Tu bûyî sembola jina nû Bişenga delal
Gotinên strana rehmetî dengbêj Salihê Şirnexî jî li jêr in:
Bîşengê
Gotin û Muzîk: Salihê Şirnexî
Erê Bîşenga minê tu ciwanî
Tu kulîlka li ber dilê xort û van lawanî
Belê Xudê te navekî giran li cîhanê, tarîxê danî
De rab, de rab Bîşenga minê tu ciwanî
Ax tu ezîza li ber dilê xort û lawanî
Erê Bîşenga minê naxwe îro dijminan çima li min we kir
Van zaliman dawa dozekê li me vekir
Belê çawa destên me dane bê xweyiyê van kelepçan
Belê Xudê wan mala me bi destên xwe xira kir
Ax we mala me bi destên xwe xira kir
Erê Bîşenga minê minê digot lê te ji bîr nakim
Xudê ezê rabim navê te li tarîxê dinyayê kar kim
Belê Xudê xira bike mala van xayîn û bêbextan
Belê çawa mala me bi destên lê xwe xira kir
Ax de rab, de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwanî
Belê tu yî ezîza li ber dilê van xortanî
Ax van zaliman tişt halê me nizanî
Erê Bîşenga minê ezê li Şirnexa şewitî ketim wê li hembere
Xudê yeqîn dikim gawire lê wîjdan li sere
Xudê wekîl ezê bejn û bala te bibînim rojê sê cara dilê min ji te re bi arîn û bi kedere
Ax de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwanî
Ax tu ezîza li ber dilê van lawanî
Kujer Unal Erkan û Murat Îpek e
Bişengê polîsê dewleta Tirk Murat Îpek dikuje. Kujer Îpek di sala 1997an de ji televîzyon û rojnameyên Tirk re axiviye û wiha gotiye:
“Di sala 1992an de piştî bûyerên Şirnexê Unal Erkan (Waliyê OHALê) hatibû Şirnexê. Got: ‘Kî beşdarî bûyerên li vir dibe?’ Polîsan navê Bişeng Anikê gotin. Erkan got: ‘Wê tune bikin.’
Li Emniyetê îşkence lê (Bişengê) kirin. Bi hacetekî wek jîletê pişta wê û binê lingên wê birîn. Di dema çalakiyan de polîsek ji aliyê gel ve hat lînçkirin û hate kuştin. Digotin kesê ku ev kiriye Bişeng e.
Çeka G-3 ya ku li Emniyetê hebû dan min û bi vê çekê min bi yek fîşekê serê Bişeng Anik xist û ew kuşt.”(1)
Murat Îpek wê demê piştî vê îtîrafê tê binçavkirin û girtin. Lê li dadgehê îtîrafên xwe red dike û tê berdan. Di dewleta Tirk de hiqûq tune ye. Ev dewlet li ser bingeha dijminatiya Kurdan hatiye ava kirin û rêbazeke mafyayê ve tê birêvebirin. Bûyera Bişeng Anik îspata vê ye.
Dewleta Tirk di salên 90î de ji ber ku welatparêz bûn bi hezaran sivîl qetil kirin. Dayikên Şemiyê bi dehan sal in her hefte dadikevin qadan û vê yekê vedibêjin.
Dayîka Bişengê Diaxive
Sabriye Anik dayîka Bişengê ye. Ajansa Mezopotamya bi dayîka Sabriye re hevpeyvînekê dike.(2) Dayîka Sabriye dibêje:
“Dixwestin ku keça min bibe îtîrafkar. Îşkence li keça min dikin. Bedena wê perçe perçe dikin. Tevî vê yekê jî keça min îtîrafkarî qebûl nekir. Serê xwe da lê sirra xwe neda.
Wê demê qedexeya derketina derve îlan kiribûn. 8 rojan me nikarîbû ku ji malê derkevin. Paşê hatin û ji me re gotin: ‘Keça we întîxar kiriye, werin cenazeyê xwê bigirin.’ Em çûn, gelek êşkence li wê kiribûn. Parçeyên keça min dana me.
Wê demê min ji dozgerekî re got: ‘We kuşt, lê derewan nekin. Bişengek çû, bi sedhezaran Bişeng çêbû. Bi sed hezaran Bişengên min hene, ev besî min e.’
Hefteyek piştî Bişengê mala me jî hilweşandin. Ji ber vê yekê em li bajêr derketin û hatin Amedê.”
Çavkanî
1- Mehmet Güleş-Ceylan Şahinli: Direniş Newrozu’nun sembolü: Bişeng Anık, 16 Mart 2022 / Mezopotamya Ajansı
2- Heman nûçeya Mehmet Güleş û Ceylan Şahinli