30 Saliya Hunerî – 30 Konsêr

* Ev nûçe ji rojnameya Yeni Özgür Politikayê hatiye wergirtin.

Firaz Baran

Albûmên Kawa

Kawa di nav rêwitiya xwe ya hunerî de heşt albûm derxistiye. Wî heft albûm Mîr Muzîkê û albûmek jî Art Recordsê pêşkêşî guhdaran kiriye. Navê albûman ev in:

Ava Evînê: Mîr Muzîk
Taya Dila: Mîr Muzîk
Ez û Tu: Mîr Muzîk
Şeng: Mîr Muzîk
Feryad: Mîr Muzîk
Rojava: Mîr Muzîk
Veger: Mîr Muzîk
Tava Hîvê: Art Records

Heşt albûmên Kawa… Foto: Yeni Özgür Polîtîka

Du salan didome

Kawa ji bo pîrozkirina 30 saliya xwe ya hunerî dest bi tûra (rêzekonsêr) du salan dike. Navê tûra ku Art Records organîze dike “30 Saliya Hunerî – 30 Konsêr” e. Yekem konsêr wê di 30ê Gulana 2025an de li Zurich a Swîsreyê tê lidarxistin.

Konsêrên din jî dê di rojên jêrîn de pêk werin:

20.07.2025: Freiburg (Almaniya)
01.08.2025: Wilhelmshaven (Almaniya)
26.09.2025: Berlin (Almaniya)
05.06.2026: Mannheim (Almaniya)

Kawa dê li Skandînavya, Fransa, Hollanda, DYA, Japonya, Awistralya û Kazakistanê jî konsêran bide.

Yek ji armancên herî girîng ên Kawa û Art Recordsê ew e ku li Kurdistanê konsêran li dar bixin… Ger şert û merc guncaw bin, Kawa dê li Bakurê Kurdistanê jî konsêran bide. Cih û tarîxên 25 konsêran nehatiye diyarkirin. Sedem ev e. Hunermend wê 30 saliya xwe ya hunerî li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî bi konsêran pîroz bike. Kawa dibêje:

“Eger pêvajoya nû serkeftî be û gelê me mafên xwe yên bingehîn bi dest bixe, ew ê cejna herî mezin be. Em ê vegerin welatê xwe û hunera xwe li wir pêşkêş bikin. Em ê hin ji konserên xwe yên 30. Saliya Hunerî li Bakur û li bajarên mîna Stenbolê ku gelê me lê dijî li dar bixin.

Her wiha dê şerefek mezin be ku ez li axên ku Şoreşa Rojava lê pêk hatiye konsêran bidim. Ji xwe navê albûmekê min Rojava ye. Dilê me bi Rojava re lêdide. Şoreşê dîrokeke pak, bi rûmet û serîfiraz da gelê me. Ev bi bedelên mezin hat bidestxistin. General Mazlum Ebdî dibêje, zêdetirî 10 hezar şehîd û zêdetirî 30 hezar gaziyên me hene. Rojava erdê pîroz e.

Em dixwazin bi boneya 30. Saliya Hunerî li Başûrê Kurdistanê jî konsêran bidin. Ji bo min dê şerefek mezin be ku ez bi gelê me yê Başûr û Kampa Mexmûrê re stranên xwe parve bikim. Mexmûr ku her gav di dilê me de cihekî taybet digire.”

Kawa piştî 20 salan (1995-2015) vegeriya Kurdistanê. Kêfxweşiya wî di çavên wî de xuya dibe.

Bandora Gundê Palasê li ser Hunerê

Kawa ji gundê Palas ê bajarê Mûşê ye. Gund li Deşta Mûşê ye û 27 km dûrî bajêr e. Palas li kêleka Çemê Miradê hatiye avakirin. Çem li ser zeviyên gund re derbas dibe. Kawa dibêje:

“Ji bo me şansek mezin e ku Çemê Miradê keleka gundê me derbas dibe. Xêr û bereketê dide axa me û her zarokek di 6-7 saliya xwe de fêrî avjeniyê dibe. Bi xêra Çemê Miradê, ez jî mîna hemû gundiyên me bûm avjenek pir baş.”

Bajarê Mûşê bi dengbêjiya xwe ve navdar e. Kawa dibêje, “Li gundê me her kes xwedî dengekî xweş e.” Lê, dema ku mirov bi çavekî hunerî li gundê Palasê lêkolîn bike dibîne ku govengerên baş in. Hemû gundên Deşta Mûşê jî vê taybetmendiyê qebûl dikin. Rola dawetên Mûşê di rêwîtiya Kawa de zelal û berçavan e. Li ser vê mijarê dibêje:

“Li gundê me cîhê dawetan diyar e. Em govendên xwe bi stranan digerînin. Kesek distirê, du kes dubare dikin û heta dawiya govendê wisa diçe. Carinan kesek distirê, komên mezin dubare dikin. Em bi saetan direqisin, stranên cûda dibêjin. Lewma her kes ji zarokatiya xwe stranên Kurdî jiber dike.”

Ev gotina Kawa girîng in… Çima? Stranên her govendê cuda ne. Stranên şeva hine cuda ne. Dema bûk ji malê derdikeve, li hespê siwar dibe û ji hespê dadikeve stranên cuda têne gotin. Her wiha, dema bûk tê, siwarî dest bi pêşbirkê dikin û xelk bi kelecanek mezin wan temaşe dikin. Wê çaxê jî stranan dibêjin.

Ev çanda kevnar a Kurdistanê ye û li Bakurê Kurdistanê yek ji herêmên ku herî baş ev çanda me parastiye Mûş e. Dema ku zarokek vê çandê bi awayekî baş fêr dibe, mîrata zimanekî qedexekirî diparêze. Kawa di zarokatiya xwe de, di nav jiyanê de vê çanda qedîm fêr bûye û di rêwitiya xwe ya hunerî de ew jê re bûye mamosteyê herî mezin. Mirov di stran û awazên wî de vê yekê rasterast dibîne.

Kawa li ser wan rojan dibêje: “Her wiha, ji bo zarokekî şerefek mezin e ku bibe serêgovendê û bistrê. Dengê min baş bû û ez cara yekem 14 saliya xwe bûm serêgovendê. Min stranên xwe gotin û gundiyên me jî wergerandin. Wê rojê min îmtîhan derbas kir. (Li vir dikene). Piştî wê rojê dema dawetan ez dîsa car caran dibûm serêgovendê.”

Kawa bi deng û govendgeriyê xwe li gundê Palasê xwe îspat dike (li Kurdistanê serê govendê girîng e) û bo dawetan diçe gundên cîran jî. Ev rojên xweş heta sala 1991ê berdewam dikin.

Wê salê, ew ji ber stranek Kurdî tê girtin. Piştî çend rojan berdidin. Binçavkirin di salên 1991 û 1992yê jî berdewam dike. Cejna Newroz a 1993 ji ber stranên Kurdî gotiye dagirker wî digirin. Heta Çileya 1995an di Girtîgeha Mûşê de dimîne. Di girtîgehê de stranan dibêje û beşdarî çalakiyên şanoyê dibe.

Kawa beşdarî kurtefîlma “Welatê Min” jî bû. Ev wêne ji fîlm hatiye wergirtin.

Navê “Kawa” Çawa Derketiye

Kawa vedigere gundê xwe, çend roj derbas dibin û ew pê dihese ku ku îfadeyên din li ser wî hene. Ji bo ku neyê girtin gund terk dike. Ew li ser Amedê re diçe Edeneyê û ji wir jî diçe Bursa û Stenbolê û bi pasaporteke sexte derbasî Fransayê dibe.

Li bajarê Marsîlyayê bi cih dibe û li Komeleya Kurdan beşdarî xebatên çandî û hunerî dibe. Ew perwerdehiya govendê dide zarokan. Hingê navê wî hîn ne Kawa ye. Bi navê xwe yê fermî tê gazîkirin û beşdarî amadekariyên Newroza 1995an dibe.

Kawa û hevalên wî ji bo Cejna Newrozê bi navê “Efsaneya Kawayê Hesinkar” şanoyekê amade dikin. Ew jî rola “Kawayê Hesinkar” dilîze. Roja Newrozê şanoya xwe pêşkêşî gel dikin.

Piştre cilê xwe diguherîne û bi komê govendê re derdikeve ser dikê. Dem derbas dibe û welatparêzên Serhedê dibêjin, “Dengê hevalê ku nû hatiye baş e. Bila ji me re stranekê bibêje.”

Pêşkêşvan li şûna ku navê wî yê fermî bibêje, wî bi navê şanoyê gazî ser dikê dike û dibêje: “Niha em gazî hunermendê surprîz dikin. Bi çepikên we, Hozan Kawa!” Navê Kawa bi vî rengî derdikeve. Kawa li ser wan kêliyan dibêje:

“Navê pêşkêşvan Huseyîn bû. Hevalê Huseyîn niha li Parîsê dimîne. Wî ez wek Hozan Kawa vexwendim ser dikê. Navekî mezin û barekî giran danî ser milên min.

Ez derketim ser dikê û min strana Bavê Fexriya got. Salon tijî bû. 2-3 hezar kes hebûn. Her kes ji Kurdistanê hatibû. Dewletê gundên wan vala kiribû, zozanên wan hatibû qedexe kirin. Hesreta welat dikişandin. Piraniya gelê me yê Marsîlyayê jî Serhedî bûn.

Dema ku Bavê Fexriya bihîstin, qîrîn û girî tevlihev bû. Dengê çepik û tilîliyan bilind bû. Ez ketim kelecanê û çokên min lerizîn. Min got qey ez ê stranekê bêjim. Lê gel stranên cuda jî xwestin. Min stranek din a dengbêjiyê got û bi stranên govendê berdewam kir.

Ez nîv saetê li ser dikê mam. Gel pir bi coş bû. Navê min li Fransayê hat bihîstin. Gel digot: ‘Hozanekî nû ji welêt hatiye. Navê wî Kawa ye.’ Rêwîtiya min a hunerî bi vî awayî dest pê kir.”

Gelê me di konsera yekem de ji Kawa hez kiribû. Wî bi kesayetiya xwe ya dilnizm, dilsoziya xwe ya ji bo nirxên netewî û disîplîna xwe ya hunerî bersiva vê evînê da. 8 albûm derxistin. Bû endamê Koma Berxwedanê. Her sal beşdarî bi dehan konsêr, şahî û çalakiyan bû û zêdetirî sed stran nivîsandin û muzîka wan çêkirin.

Erê, li ser pîrozbahiya Marsîlyayê 30 sal derbas bûne. Kawa dixwaze bi tûrekê (rêzekonsêr) bersivê bide hezkirina gel û salvegera 30. Em jî Hozan Kawa û 30 saliya wî ya hunerî pîroz dikin û di tûrê de serkeftinê jê re dixwazin.

“Ava Evînê” yekemîn albûma Kawa ye. Albûm sala 2001ê derket. Guhdaran albûmê hez kir û stranên wekî “Heliyam” û “Sê Bira” bûne hît.