Hevpevyîn bi Mazlum Tatwan re – 1

Firaz Baran

Mazlum Tatwan ji Tûxê (Tatwan) ye. Parêzgeha Xêrzanê baş nas dike. Her wiha wî sala 1991ê Hozan Mizgîn nas kiriye û bo şoreşê xebitiye. Me bi Mazlum Tatwan re hevpeyvînek taybet kiriye. Hevpeyvîn dirêj e û em ê bi sê beşan parve bikin.

Mazlum Tatwan sînorên Parêzgeha Xêrzanê nîşanî me daye. Gelo kîjan bajar û çiya û dol dikevin parêzgehê? Sala 1991 û 1992 Hozan Mizgîn û gerîlayên wê demê çawa li parêzgehê bi cih bûne? Sîstema xebata Hozan Mizgîn çi bûye? Tesîra wê çima li ser gelê parêzgehê xurt maye?

Mazlum Tatwan bi zelalî bersiva pirsên me da û bo dîroka ARGKê û Hozan Mizgîn agahiyên girîng parve kirin… Beşa yekemîn a hevpeyvînê li jêr e:

PIRS: Di nav sînorên Parêzgeha Xêrzanê kîjan bajar û navçe cih girtiye?

MAZLUM TATWAN: Hemû axa bajarên Bêdlîs û Êlihê girêdayî Parêzgeha Xêrzanê bûn. Dîsa beşek mezin ji Mûşê jî (Heya sînora Çewlîkê). Navçeya Westanê (Gevaş-Wan) jî di nav parêzgehê de bû. Her wiha hinek cihên bajarê Sêrtê jî…

Çemê Botanê derbas dibe… Aliyekî avê Parêzgeha Botan bû, aliyê din jî Xêrzan bû. Tu li Şirnexê ber bi Bestayê diçe… Ew dever jî di nav sînorên parêzgehê de bûn. Sînorên Wanê berfireh in. Lewma aliyekî Wanê Serhed e, aliyê din Colomêrg ango Botan e, Westan jî wekî me gotî Xêrzan e.

PIRS: Mirov dema ku li ser dîroka ARGKê diaxive gerîlayên wê demê dibêjin Parêzgeha Xêrzanê ji hêla stratejiya leşkerî girîng e. Girîngiya wê çi ye?

MAZLUM TATWAN: Axa Xêrzanê di nav çar parêzgehan de dimîne. Ka cîranê parêzgehê binêre: Serhed, Botan, Dêrsim û Amed. Di serdema ARGKê de, Parêzgeha Xêrzanê di dilê artêşa gerîla de bû. Her kes li Xêrzanê derbas dibûn.

Wekî mînak: Em bêjin li Garê kongre çêbûye û bîryar derketiye ku komek gerîla biçin Dêrsimê. Li ser Xêrzanê derbas dibûn. Dema ku hêza Xêrzanê qels dibû parêzgehên cîran alîkarî dikirin. Ji van çar parêzgehan cebilxane, pêdivî, kadro û agahî dikarin bi hêsanî û zûtir bigihîjin Xêrzanê. Berevajî jî dibû.

Lewma dewleta Tirk nedixwest ku Xêrzan bikeve bin kontrala gerîla. Heya 1991ê pir hewl da. Nedixwest û digot: “Bila gerîla li Xêrzanê bi cih nebin.” Ji bo vê armanca xwe êrîşên mezin pêk anî. Gelek gerîla şehîd ketin. Dîsa li ser gundan zextê xwe zêde kir. Xwest ku li gundan cerdevanî û sixûriyê pêş bixe.

Lê gerîlayan sala 1991ê bi serkeşiya hevala Mizgîn û hevalê Merwan polîtîkayên dewletê têk birin û li parêzgehê bi cih bûn. Wê salê heya 2012ê li parêzgehê pozîsyonek serdest bi dest xistin. Dewlet nekarî gerîlayan ji parêzgehê der bixe.

Hozan Mizgîn… Wêneyek dîrokî…

PIRS: Dema te got gerîla erdnîgarî tê bîra mirov. Em bîçek li ser erdnîgariya Xêrzanê biaxivin. Erdnîgarî ji bo tekoşîna gerîla çawa bû?

MAZLUM TATWAN: Xwezaya Xêrzanê ji bo gerîlayan te bêje xezîneyek e. Çiyayên mezin û dolên kûr hene. Te bêje Xwedê ji bo gerîlayan çêkiriye.

Ka binêre, Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) çi gotiye: “Eger gerîla bikevin Geliyê Şêx Cûman, Kurdistan dê azad bibe.”

Şêx Cûman bi dol û daristanên xwe navdar e. Aliyekî wê Sêrt e û aliyê din Şirnex e û aliyek jî Newala Bêdlîsê ye. Ewqas cihekî stratejîk e.

Dîsa li Şêx Cûman sê çiya hene: Çiyayê Kember, Gkorîs û Sîser. Hunermend Rotînda strana “Sîser”ê li ser tekoşîn û şehîdên Xêrzanê afirandiye.

Sîser
Gotin û Muzîk: Rotînda

Sal 1994 meha tîrmehê
Sê rojên germ li geliyê Şêx Cuma
Li navbera çiyayên Sîser, Kember û Kûris da
Bîst teyrên çiya rih girê dan
Di nava dîlana şoreşê da
Hezar silav ji we re
Zarokên roj û agirî

Bi xemla sê bûkê serbilind
Çiyayê Kember, Kûris û Sîser
Berxwedana wan sê xwişkan
Berxwedana wan sê çiyan
Ketiye nava dilê gerîla

Bi xemla sê bûkê serbilind
Çiyayê Kember Kûris û Sîser
Li navenda wan diherike
Di gelîyê Şêx Cuma Çemê Gozal

Ho lêxin hevalno lêxin
Bihere wa bi çar aliyan
Ev gerîla tim gerîla
Wek teyr in serê çiya
Dikin tola sed salan
Didin can û rihê xwe

Mirov dixwaze tî û birçî
Bijî li ser vî axê
Û ger gerînekî tê de hebe
Ew bixuye Kurdistan

Ho lêxin hevalno lêxin
Xwînxwara dînin çokan
Ho lêxin hevalno lêxin
Kedxwara dînin çokan
Ev gerîla tim gerîla
Wek teyr in serê çiya

Cûdî Zagros û Agirî
Niha gihîştin Nûrhaqê
Gabar Mûnzûr û Nemrûd
Niha gihîştin Torosa
Ev gerîla tim gerîla
Wek teyr in serê çiya

Mirov dixwaze tî û birçî
Bijî li ser vî axê
Û ger gerînekî tê de hebe
Ew bixuye Kurdistan

Çiyayê Kember rêzeçiyayek horîzontal e ku bi Gkorîsê re dibe yek. Sîser li rasterastê Kemberê ye û çiyayekî bilind û bi heybet e. Li vir bi dehan geliyên kûr hene, ku kûrahiya hin ji wan hezar metre ye. Tu Alîbogaziyê nagere.

Di nav van her sê çiyayan de Newala Şêx Cûman derbas dibe. Ava wê tevlî Çemê Botanê dibe. Botan jî digiheje Ava Mezin ango Dicleyê.

Her wiha ez wisa tarîf bikim… Çiyayên Kember û Gkorîs di navbera Newala Bêdlîsê û Newala Şêx Cûman de cih digire. Rasterastê wan wekî me gotî çiyayê bi heybet Sîser heye.

Li Şêx Cûman pir berf dibarî. Cihê ku sala 2012ê hevala Arjîn Garzan şehîd ketiye. Dijmin cara ewil sala 2012an ket wê axê. Wê salê li erdê 2 meter berf hebû.

PIRS: Li Şêx Cûman gund û bax û bexçe hene gelo?

MAZLUM TATWAN: Berê li her dolekê Şêx Cûman gund û mezra hebûn. Dewletê hemûyan vala kir. Gelê me barkir û çûne metropolan û navenda Bêdlîsê. Dema ku me Kurdistan ava kir em ê Şêx Cûman bikin bihuşt. Ewqas bedew e. Li wir şikeftên bi kevir hene. Te bêje ji dema antîk mane. Di wextê xwe de mirov ji destê zaliman reviyane û li wir xwe re li bin derdê penageh çêkirine. Balkêş e… Salên 90an û heya 2012 jî gerîla hatin û li wir man.

Şêx Cûman girêdayî navenda Bêdlîsê ye. Du rêyên sereke hene ku tu bikevê. Yek ji Sêrtê û yek jî ji Tatwanê. Rêyên din rêyên çiyayî ne. Daristan xurt e. Darên mazî pir in. Havînê pelên pêşîn cara yekemîn li Şêx Cûman dirijînin.

Piraniya Kurdistanê gerîla di meha Gulanê de derdikeve qadan. Lê li Şêx Cûman meh dibe Adar û tu gerîlayan li qadan dibîne. Li wê derê darên fêkiyê pir in. Şakok, tirî, hêjîrên kovî, sêv, hinar û hwd.