Koma Berxwedan Bo 40 Rojiya Hunermend Elî Mensûr Civiya

Avakarê Koma Agirî ya Amûdê hunermend Elî Mensûr di roja 10ê Nîsana 2026an li bajarê Qamişloyê koça dawî kir.

Endamên Koma Berxwedan doh (20.05.2026) ji bo Çil Rojiya hunermend Elî Mensûr li bajarê Kölnê û li Mala Kurda civiyan û bîranînek li dar xistin. Zarokên Elî Mensûr, Birahîm û Siyabend jî beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîn, bi rêzgirtina şehîdan dest pê kir. Berê hunermend Hekîm Sefkan axivî û got:

Hekîm Sefkan: Navê Elî Mensûr Mîras e

“Elî Mensûr mirovek dilnizm bû. Bi dehan stran çêkiriye. Lê tu carî xwe nedaye pêş. Bi dehan şagirt perwerde kirine. 40 sal zêdetir ked daye şoreşê. Ez her tim dibêjim… Dema ku mirovek koça dawî dike li ser gora wî sê tişt tên nivîsandin. Roja dayikbûnê, roja mirinê û navê wî. Nav ked e. Navekî çawa li pêy xwe hiştiye. Çend kes di şopa wî de ne. Ev girîng e. Navê Elî Mensûr mîrasek e ku hem malbata xwe û hem jî civata şoreşê pê serbilind bibe.”

Xelîl Xemgîn: Kedkarê Hunerê bû

Hunermend Xelîl Xemgîn jî beşdarî 40 rojiya Elî Mensûr bû û axaftinek kir. Xelîl Xemgîn got:

“Bila serê gelê me sax be. Hunermendek bêhempa û mirovekî resen bû. Kedkarê hunerê bû… Çanda ku Elî Mensûr afirandiye hîn zindî ye. Ji bo ku em çanda xwe baş nas bikin, girîng e ku wê nifşê nas bikin. Feraseta wê nifşê… Kaniya wê ferasetê. Ew feraset ji Rêber Apo tê.

Dema ku hunermendekî xwe winda dike ew netewe dikeve xemgîniyê. Lê  dîroka çanda me nexşekê cuda derxistiye. Zarokên me e bêjin: Hunermendên me hebûne. Berhem afirandin e. Dîrok nivîsandine. Nabejin: Elî Mensûr wefat kir û çû.

Berê digotin: Axa miriyan sar e. Yanê mirî zû tên ji bîr kirin. Lê şoreşa 50 salan ev çand guhert. Şehîdên şoreşê hîn jiyan dikin. Kes nikare bêje: Mazlum Dogan miriye. Na! Mazlum Dogan jiyan dike. Pêşiya gelê me ronî dike.

Gel bi hêza şehîdan nirxên xwe ava dike û li ser piyaye. Elî Mensûr jî ne miriye. Ew ê bi berhem û bîranînên xwe jiyan bike. Em ê mewziya wî biparêzin. Em bi wê nirxê hene. Elî Mensûr namire û ew rûmeta me ye.”

Bengî Agirî: Kesekî Merd Bû

Koma Agirî ya Amûdê sala 1988an hatiye ava kirin. Piştî avakirinê demek kurt derbas bûye û Bengî Agirî jî beşdarî komê bûye û heya 1997an bi Elî Mensûr re xebatê çandî û hunerî kiriye. Bengî Agirî jî beşdarî bîranînê bû, axivî û got:

“Ez jî Elî Mensûr û hemû şehîdan bibîrtînim. Sala 1988an heya 1997an em bi hev re xebitîn. Elî Mensûr beriya 15 Tebaxê dest bi xebatên hunerî kiribû. Wi bi hevalên xwe Koma Serxwebûn, Koma Medya û Koma Mahabadê ava kiribûn. Sala 1988an ji bo rêxistinê Koma Agirî ava kirin. Komê karê muzîk, şano û govendê dikir. Ez jî wê salê tevlî komê bûm. Şev û roj me dikir yek û me stran çêdikirin. Dibe ku me bi dehan stran çêkiriye. Di nav wan stranan de rih û esasek hebû. Elî Mensûr kesekî merd bû jî. Mala wî mala hevalan bû.”

Bengî Agirî qala bîranînek a xwe kir û got:

“Sala 1992an ji bo pîrozbahiya 15ê Tebaxê em bi hev re çûn Bekaayê. Di na komê de gengeşî derketîbû. Ji me re digotin: Hûn Apocîne. Em çûn û hemû komên Rojava hatibûn. Serokatî li ser muzîkê axaftinek kir. Got: Gengeşiyan li aliyekî deynin. Derdê gelê çareser bikin. Xwedî li zimanê me derkevin. Çandekê ava bikin ku bila zimanê hemû dawet, sunat û şînên me bi kurdî bin. Ji bo vê hewl bidin.” Em vegeriyan, dewletê me girt. Li ser Elî Mensûr notên Serokatî hebûn. Elî Mensûr ew not xwarin. Nîşanî dewletê nedan. Ked û fedakariya Elî Mensûr gelek e.”

Siyabend kurê hunermend Elî Mensûr e. Wî di nav bîranînê de stranek bavê xwe got. Lê tenê bendek… Ji ber ku kelogirî bû. Hekîm Sefkan hevrêyê bavê Siyabend e. Lewma Siyabend wekî mamekî hembêz kir û teselî da wî.

Dîrok Diyar: Tembûrê Êşên Wî Kêm Dikir

Şanoger Dîrok Diyar jî beşdarî bîranînê bû û peşniyarek kir û got:

“Serê hunermendên me, malbatê û gelê Kurd sax be. Di dema şoreşa 19ê Tîrmehê de me hevûdu naskir. Hevalan gotiye: Hunermendê kedê ye. Elî Mensûr wî navî heq kiriye. Hîmên avakirinê ne. Ez bawer dikim ku konferansa mehên pêş, dê biryarek derxîne û wî wekî “Hunermendê Kedê” binav bike. 40 sal zêdetir bi ked, huner û bi dilnizmiya xwe hêz daye şoreşê. Pir tembûrê dixist. Ez bawerim êşên wî kêm dikir. Ez Şehîdê Hunerê Elî Mensûr bi rêzdarî bibîrtînim.”

Di bîranînê de Amele, Şemdîn, Peywan Arjîn, Cewad Merwanî û Kawa jî axivîn. Zarokên Elî Mensûr Birahîm û Siyabend jî axivîn û spasiya beşdaran kirin.