Sînan Hezer di sala 1985an de li Elbîstanê li gundê Qantarmayê ji dayik bûye. Wî ji zarokatiya xwe ve dest bi xêzkirina wêneyan kiriye.
Ji bo ku di vî warî de perwerdehî bibîne çûye Stenbolê. Li wê derê li Lîseya Hunerên Bedew a Uskudarê û Zanîngeha Marmarayê xwendiye. Li zanîngehê beşên Dekoratorî û Wênesaziyê qedandiye. Paşê çûye Fransayê û li Zanîngeha Rennesê û mastera xwe ya hunera plastîkê qedandiye.
Şêweya Sînan Hezer real, sureal û xeyalî ye. Ji hêla teknîkî ve jî ew bi rûn, akrelîk, avareng û rengên tevlihev dixebite.
Ji ber ku ew berxwedana kurdan xêz dike, dagirkerî û mêtingeriyê radixe ber çavan tirkên dagirker wî digirin. Sînan Hezer di navbera salên 2009 û 2014an de li zindanên Mêrdîn, Amed, Tekîrdag, Metrîs û Rihayê dimîne.
Ew bi tabloyên xwe heta niha li gelek cihan, bi taybetî jî li Amed, Stenbol û Parîsê beşdarî pêşangehên takekesî û komî bûye.

Remz û Nîşaneyên Saziyan, Bergên Pirtûk û CDyan
Sînan Hezer wênesazekî şoreşger e ku hunera xwe dixe xizmeta şoreşa Kurdistanê. Mînak remza gelek saziyên neteweyî yên wek Tev-Çand û Kevana Zêrîn û hwd. xêz kirine.
Ew bi weşanxaneya Aram, Meyman û Aryenê re xebitiye û bergên nêzî sed pirtûkan xêz kirine. Çend pirtûkên ku wî xêz kirine ev in:
Ali Haydar Kaytan: Pergala Rasteqîniyê û Rêbaz
Cewad Merwanî: Stranên Rîtmîk ên Radyoya Êrîvanê
Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê
Ethem Xemgîn: Baweriya Mazda û Hînkirinên Zerdeştî
Abdurahman Çadirci: Stranên Çiyayan
Ozgur Kaya: Rojnivîska Sorxwînê
Eylem Kahraman: Li Çiyayê Tendurekê Sabûnên Bêhnxweş
Mehmet Sait Uçlu: Amara/Cîld I
Viyan Serdar: Çîrokên Dilazad
Sînan Hezer carna ji bo berga ‘Polîtîka Art’ê ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê jî tabloyan çêdike. Wek mînak; wêneyên ‘Hejmara 270: Ruhê Rengan’ û ‘Hejmara 330: Bîr û Huner’ wî xêz kirine.
Sînan Hezer ji bo Mîr Muzîk û Kom Muzîkê jî bergên CDyan çêkirine. Hinek ji van ev in:
Awazê Çiya: Banga Gel, Mîr Muzîk
Dîwan-a Dubeytî: Baba Tahîrê Uryan, Kom Müzik
Govenda Kurdî: Mîr Muzîk
Rotînda: Jin û Jiyan, Mîr Muzîk
Jiyan Arjîn: Hêviyên Nêz, Mîr Muzîk
Alan Arif: Niştîman, Mîr Muzîk
Dema ku em van xebatan li ber çavan bigirin, em dikarin vê dahurandinê bikin: Sînan Hezer hunera takekesî naafirîne. Hunera wî xizmeta şoreşa Kurdistanê dike.
Ew Çima Wêneyên Siyasî Xêz Dike?
Sînan Hezer sedema xêzkirina wêneyên siyasî wiha vedibêje: “Min çavên xwe di nava têkoşîna siyasî de vekir. Di nava xizmên min de yên şehîd bûne, yên di zindanê de ne û yên di nava gerîla de şer kirine jî hebûn. Anku ez di nava têkoşîna şoreşgerî de mezin bûm. Gelê Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşîne. Van hemûyan bandor li hunera min jî kir. Ji ber vê yekê dema ku ez li ber textê (tuwalê) rûdinim, xêzên min li ser têkoşînê ne.”
Di tabloyên Sînan Hezer de têkoşîna gerîla û gelê Kurdistanê cihekî girîng digire. Carinan rûyek, carinan cihek, carinan jî qêrîna dayikekê xêz dike. Bi taybetî têkoşîna şoreşa li Rojava bandoreke mezin li ser wî kiriye. Wênesaz sedema vê yekê wiha vedibêje:
“Li Rojava şoreşek çêbû. Li dijî şoreşê êrîşên giran hatin kirin. Wek mînak; Mihemed Hemîd Umer 13 salî bû ji ber bombeyên fosforê birîndar bû. Herçiqas ez êşandibim jî min wêneyê Mihemed xêz kir. Wêne di heman demê de belge ne jî. Her xet, her reng, her xebat pêwîst e qeyda wehşetê jî bigire. Ahmet Tellî di helbesteke xwe de wiha dibêje: ‘Zehmet e ku mirov bibe qeydên êşê.’ Şoreş û şerê Rojava bandor li her hunermendekî kir. Li bendê ye ku hunermend van veguherînin berheman.”