Malbata Seyda Perînçek di sedsala 17. li Colemergê, ji gundê Xanê bar kiriye û li Dêrika Çiyayê Mazî bi cih bûye.
Malbat û Ehmedê Xanî ji heman gundî ne. Wekî mînak: Gora Şah Suwar -kalikê Ehmedê Xanî ye- û kalikê Seyda Perînçek li cem hev in. Me çîroka koçkirinê ji Nivîskar Rêzan Tovjîn pirskiriye.
Tovjîn, pismamê Seyda Perînçek e. Ew, ji ber doza Kurdistanê li zindana dagirkeran 9 sal girtî ma ye. Rêzan Tovjîn bi berfirehî qala serpêhatiya koçkirinê kir. Ev ne tenê çîroka malbatekê ye, her wiha perçeyek ji dîroka Kurdistanê ye. Rêzan Tovjîn dibêje:
“Destpêka sedsala 17. Osmanî û Safewî ji hev dixin. Osmanî têk diçin. Arteşa Colemêrgê alîkariya Osmaniyan nakin. Lewma Osmanî arteşa Colemêgrê li Wanê dikin kampekê.
Osmanî amadekariya xwe dikin û dixwazin meha Gulanê êrîşî Safawiyan bikin. Mala Xanê çûye û Beglerbegê Osmaniyan re axiviye. Dixwazin arteşa kampê çarekê bibînin. Lê çareserî dernakeve. Gelê Xanî, Beglerbegê Osmanî (Rêveberê Wanê bûye) di nav konê wî de dikujin.
Eskerê Osmanî didin pêy wan û ji Xaniyan 72 kesan dikujin. Îro li nêzîkî gundê Xanê kaniyek heye. Jê re dibêjin Kaniya 72 Kesan. Ev şer li wir çêbûye.

Wêneya Ehmedê Xanî. Amele xezkiriye û di nav gelê Kurdistanê de ev sûret belav bûye.
Şahsuwar û Kalikê Seyda
Wê çaxê bar dikin û belav dibin. Hinek ji wan diçin Bazîdê. Çima? Wê demê Şahsuwar li Bazîdê ye. Ew xelkê Xanê ye û kalikê Ehmedê Xanê ye. Şahsûwar bavê Gulnîgar Xanim e. Gulnîgar Xanim jî diya Ehmedê Xanê ye. Navê bavê Ehmedê Xanê jî Îlyas e. Şahsuwar karekî dide Îlyas…
Şahsuwar li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye kuştin. Mezelê wî û a kalikê min li cem hev in. Navê mekana wan Şahsuwar e. Avahiyek mîmarî ye. Bavê min sê meh berê wefat kir. Me ew jî bir li wir veşart.
Piştî kuştina Beglerbegê Wanê malbata me ji Xanê derketiye û hatiye Mêrdînê. Li Mêrdînê meletî kirine.”

Lêkolîna Abdullah Yaşîn
Abdullah Yaşîn ji Şirnexê ye. Ji Weşanên Lîsê pirtûka wî derketiye. Navê pirtûkê “Şêx Ehmedê Xanî Hazretlerî” ye. Rêzan Tovjîn dibêje:
“Ehmedê Xanî Seyda ye, ne Şêx e. Nivîskar şaş bi nav kiriye lê lêkolînek baş derxistiye. Çîroka koçbûyînê di nav arşîva Osmaniyan de derxistiye. Xwestiye ku malbata Ehmedê Xanî bibîne.
Dîtiye ku endamên malbatê piştî bûyera Beglerbegê Wanê belav bûne û navê xwe veşartine. Ji ber ku kuştin û girtin heye. Bajarên ku bi cih bûne wekî Seyda karê xwe kirine. Lê navê xwe guhertine. Nivîskar dîtiye ku îro li Bazîdê, Wanê, Rojava, Êlihê, Dêrikê û Colemêrgê jiyan dikin. Malbatên li Bakurê Kurdistanê piştî Qanûna Paşnavê (1934) navên cuda rakirine. Nivîskar paşnavên malbatan jî derxistiye.”
Li gorî agahiyên Rêzan Tovjîn, malbatan negotine ‘Em ji Xanê ne.’ Lê tekîliyên xizmî heya îro berdewam kirine. Tovjîn mînakek parve dike û dibêje: “Sê roj berê li Colemêrgê erdhêj çêbû. Min yekser telefona wan kir û rewşa wan pirskir. Dîsa mesela ez û Seyda 10 sal berê li gundê Xanê çûne dawetekê.”

Rêzan Tovjîn





