Pirtûka Alî Baran

Kovara Huner

Pirtûka bi navê ‘Bijareyên Baran’ 218 rûpel e û ji aliyê Weşanên DAMê ve li Stenbolê, di sala 2020an de hatiye weşandin.

Pirtûk bi desteberiya şaredariyên bajarên Karlsruhe û Essenê hatiye
çapkirin. Di pirtûkê de 148 stranên ku Alî Baran gotine hatine nivîsandin. Her wiha notayên stranan jî hatine parve kirin. Hebûna notayan taybetmendiyekê jî dide pirtûkê.

Dîsa çend çîrokên stranan jî hatine nivîsandin. Bi kurtasî di pirtûkê de
têra xwe stran, nota û çîrok hene…

Ali Baran û Şemdîn… Di nav sohbeteke kûr de. Wêne ji arşîva Hozan Şemdîn hatiye wergirtin.

Berhemên Alî Baran

Alî Baran di sala 1955an de li Xozatê ji dayîk bûye. Ew ji gundê Bargîniyê ye û kurê dengbêj Mehmûd Baran e. Berhemên wî ev in:

Lo Were: 1982
Deriyê Hepisxanê: 1984
Ey Dersimê: 1987
Helebçe û Zindan: 1989
Çene Çene: 1991
Destê Me: 1992
Evîna Me: 2000
Teberîk: 2005
Çel Awaz: 2009
Bijarêyên Baran: 2015 (Ji stranên ku di kasetên kevn de gotine pêk tê.)
Mîrê Kevokan: 2018 (1)

Mehmûd Baran

Alî Baran di vê pirtûkê de xebateke mînak jî dide nîşandan û 29 stranên ku bavê wî Mehmud Baran nivîsine diweşîne. Em bi kurtasî Mehmûd Baran jî nas bikin.

Mehmud Baran di sala 1923an de, li gundê Bargînî ku girêdayî navçeya

Dêrsîm Xozatê ye ji dayik dibe. Ew di dema Qirkirina Dêrsîmê de 14 salî bû. Ji malbata wî 23 kes hatine qetilkirin. Wî bûyerên ku wê demê pêk hatine ji zarokên xwe re gotine. Bavê wî Memê jî sazbend bû û li saz û ke
mençeyê dida. Dayika wî jî bi zarava yên kurmancî û kirmanckî klam, lawik
û stranan digotin.

Mehmûd Baran di sala 1973an de berê xwe dide Elmanyayê. Ew bi alî
kariya HUNERKOMê kaseta xwe ya bi navê ‘Derdo’ derdixîne. (2)

Çîroka ‘Dayê Sebikêrî’

Piştî Qirkirina Dêrsimê (1937-1938) dagirkeran dijmin mal û milkên kurdên Dêrsimê wêran dikin û dişewitî nin. Pez û dewarên ku mayî kom dike
û dibe. Herwiha rûn, çolik, penir, erd û genimê wan jî li ajalan bar dike û
dibe.

Malbatên ku dîl hatine girtin li bajarên tirkan wek penaber têne bicih kirin. Di strana ‘Dayê Sebikêrî’ de Mehmûd Baran qala wan rojan dike û dibêje:

Ax dayê dayê ez çi bikim
Derdê xwe re dermanî li ku bibînim
Li deşt û çiyayên Dêrsimê digerim
Melhemek ji kulên xwe re nabînim
Dayê binê Xozatê kaş e kevir e, zinar e
Miletê me ji zinaran avetine
Ketine ser hev wek gurzê zeviyan e
Nalîna milet li ezmanan derketiye
Ax lê min lê min derdo derdo (3)

Çavkanî
1- Bijareyên Baran: Weşanên DAM, 2020/Stenbol, R. 17-20
2- Firaz Baran: Hunerkom Akademî Mîr 1978-2006, Weşanên Mezopotamya, 2007/Neuss, R. 145
3- Bijareyên Baran: Weşanên DAM, 2020/Stenbol, R. 49