Stranên Kurdî Çawa Bûn Tirkî

Kovara Huner

SPOT: Di bernameya “Eserin Aslı” de her hefte stranek ku ji kurdî hatiye dizîn tê pêşandan. Naveroka stranê, pêkhateya wê ya melodîk, çawa û ji aliyê kê ve hatiye wergerandin bo tirkî tê nîşandan. Kesê ku di bernameyê de diaxive Veysî Varli ye. Me bi Veysî Varli re hevpeyvînek çêkir.

NÛÇE- Di Medya Haber TV de bernameyeke bi navê “Eserin Aslı” (Koka Stranê) tê weşandin. Ev bername xizmeta muzîka kurdî dike. Em dikarin sedema vê yekê wiha rave bikin:

Dewleta Tirk stranên Kurdî qedexe kir. Pişt re tîmên ku stranên kurdî berhev dikirin ava kir û bû xwedî arşîvek xurt. Paşê gotinên bi kurdî avêt û li ser muzîka kurdî gotinên bi tirkî nivîsand.

Di bernameya “Eserin Aslı” de her hefte stranek ku ji kurdî hatiye dizîn tê pêşandan. Naveroka stranê, pêkhateya wê ya melodîk, çawa û ji aliyê kê ve hatiye wergerandin bo tirkî tê nîşandan. Kesê ku di bernameyê de diaxive Veysî Varli ye. Me bi Veysî Varli re hevpeyvînek çêkir.

Heta niha çend stranên kurdî dizandine?
Min arşîva muzîkê ya TRTê kirî û li ser 5 hezar stranan xebatek meşand. Min wan yek bi yek lêkolîn kir. Min diyar kir ku 1500 ji wan girêdayî erdnîgariya Kurdistanê ne. Min ew bajar bi bajar veqetandin. Muzîka stranên me girtine, peyvên kurdî avetine û bi tirkî li gorî xwe teksên nû nivîsandine û ew stran wisa gotine.

Kê stran berhev kirine? Kengî dest bi vî karî dikin?
Ziya Gökalp di sala 1913an de îfade kiriye. Di 1916an de, Dârülelhan hatiye damezrandin. Dûre ji derve cîhaza monografê tînin. Bi wê dengan tomar dikin. Di dema Dârülelhan de 850 stran berhev kirine.

Veysî Varli, Amed/2024

Dewleta Tirk jî berhevkirinê berdewam kiriye…
Erê. Dewleta Tirk di sala 1923an de ava dibe. Di sala 1924an de Makezagoneke nû çêdikin û kurdî qedexe dikin. Lê stranên kurdî berhev dikin. Hewldanên sereke yên berhevkirinê wiha ne:

• 1926: Li Dîlok, Riha û Sêwazê 51 rojan lêkolînê dikin û 250 stranên bi Kurdî berhev dikin.
• 1927: 385 stran tên berhevkirin.
• 1929: Di navbera Erzîngan û Erziromê de 300 stran tên berhevkirin.
• 1936: Li Enqereyê konserwatûar vedibe. Konserwatûar di sala 1937an de li Erzîngan, Erzirom, Sêwaz, Meletî, Gimgim, Dîlok, Riha, Amed û Xerpîtê 735 stranan berhev dike.
• 1944: Li Xerpêt, Dêrsim, Çewlîk û Mûşê 293 stran tên berhevkirin.
• 1950: Li Wan, Qers û Agirî yê 373 stran tên berhevkirin.
• 1952: Li Sêrt, Mêrdîn û Bêdlîsê 204 stran tên berhevkirin.
• 1961: Bi navê radyoya Enqerêyê ji Erzirom,Wan, Qers, Colemêrg, Erzîngan, Amed, Xerpêt, Riha, Dîlok, Bedlîs, Mûş, Çewlîk û Sêerdê qasî 800 stran ha
tiye berhevkirin.
• 1967: Li Wan, Erzîngan û Dîlokê 1038 stran tên berhevkirin.
• 1971: Li Erzirom û Qersê 250 stran tên berhevkirin.
• 1976: Wezareta Çanda Tirk bi navê “Berhevkariya Folklorê” tenê li Rihayê û 300 stran berhev dike. Her tim stranên kurdî dagirtin û li ser wan gotinên tirkî nivîsandin.

Yên ku stranên kurdî berhev dikin û gotinên tirkî dinivîsînin kî ne?
Kesên wek Muzaffer Sarısözen, Yusuf Ziyar, Sadettin Arel, Mukerrem Kemertaş ji bo TRT û Wezareta Çandê karê berhevkirinê dikin. Hinek navên din ên ku stranên kurdî girtine û li ser muzîka wan gotinên tirkî nivîsandine ev in:

Celal Guzelses, Mûkîm Tahîr, Kel Hamza, Cemîl Cankurt, Mahmûd Guzelgoz, Nurî Sesîguzel, Bekçî Bako, Qazancî Bedîh, Selahattîn Erorhan, Nerîman Altındağfen, Îbrahîm Tatlises, Bûrhan Çaçan, Îzzet Altinmeşe, Bedrî Ayselî, Atakan Çelîk… Ev dizî heta îro didome. Kesên ku karê berhevkariya dikin ji %90 Kurd in.

Di nav van kesan de navên mirov şaş dike hene?
Erê. Mînak, beriya 12 Îlonê Koma Dengê Azadî hebû. Salih solîstê komê bû û beriya 12ê Îlonê hemû stranên xwe bi Kurdî digot. Piştre hemû stranan bi gotinên Tirkî xwend.

Ahmo yê ji Farqînê jî stranbêjê Koma Kawa bû. Wî jî bi kurdî stranên şoreşgerî û lehengiyê digotin. Piştî 12 îlonê ew stran yek bi yek wergerandin tirkî.

Sermayeya Celal Güzelses nemîne, sela ya ku li Mizgefta Mezin dixwend wergerandiye tirkî. Dîsa Mahzun Kirmizigul heta Îbrahîm Tatlises, ji Îzzet Altinmeşe heta Burhan Çaçan, ji Selahattîn Alpay heta Aydin Aydin gelek kesan ev kar kiriye.

Bo nimûne, em çend stranan diyar bikin. Muzîkên kîjan stranan girtine û bi wan kîjan stranên bi tirkî çêkirine?
Ey Niştîman (1947-Hesen Zîrek): Ankara’nın Taşına Bak (1970-Ruhî Su)
Canê Canê: Caney Caney. Ev strana Şehîd Delîl Doxan e.
Rabe Cotkar: Beyaz Gül Kırmızı Gül
Çiya Berf û Dûmane: Zurnacı İbo Dayı
Çavît Ciwana Leyla: Çavuş Kızı Leyla
Ez Kevok im: Hele Yar Zalim Yar
Seyran Mengî: Ağlama Yar
Ximxime Torîvanê: Ağrı Dağından Uçtum
Ha Berde Berde Lawo Destê Min Berde: Makaram Sarı Bağlar
Sînemê: Zap Suyu Derin Akar
Ax Kurdîstan Tu Çiqas Xweş e: Gülistan Adın Dilinde Destan
Strana Hine: Kınayı Getir Aney
Lorkê Lorkê: Diyarbakır Güzel Bağlar
Lê Dotmam: Ben Yetim
Lê Naze: Naze
Yallah Şofêr Yallah: Yallah Şoför
Yek Mûmik: Bir Mumdur

Zozan Zozan

Em ê li jêr çîroka straneke ku di bernameya Eserin Aslı (Koka Stranê) de hatiye vegotin binivîsin. Bernameya ku me hilbijart di 13ê Çile (2024) de hatiye weşandin. Di vê bernameyê de li ser strana “Zozan Zozan” ev agahî hatiye dayîn:

*

Gelek bi stranên xwe çanda xwe hildigire û tîne ziman. Ji ber ku serdestan ev yek dizanibû, axaftin û strana bi Kurdî qedexe kir. Piştre dest bi berhevkirina stranên Kurdan kirin. Mûzîka wan hildan û gotinên Tirkî li ser nivîsandin. Xwestin ku dewlemendiya Kurdan ji xwe re bi kar bîne û gelê Kurd bila zimanê xwe ji bîr bike. Ev qirkirin û emperyalîzma çandî ye.

Di vê bernameyê de em ê qala strana “Zozan Zozan”ê bikin. Ev stran straneke gelerî ye û taybetî li herema Farqînê tê gotin. Gelê Farqînê bi sedan sal ev stran di dawet û şahiyan de dibêjin û di nav govendê de li hev digerînin. Rîtma wê 4/4 ya sûfyaniye û girêdayî mekama Newrozê ye.

Hunermend Şiyar Farqînî di sala 1979an de li ser kaseta xwe ev stran xwend. Wê demê axaftina bi kurdî û gotina stranên kurdî qedexe bû. Li ser hunermendan zexteke giran hebû. Ji ber vê sedemê Şiyar Farqînî ev kaset bi dizî di hundirê axirekî de tomar kir. Piştî ku ev kaset derket, strana “Zozan Zozan” di nava sînorên Farqînê derket.

Koma Berxwedan jî di albûma xwe de ev stran xwend. Piştre bi dehan hunermendên herêmî jî xwendin û li hemû Kurdistanê belav bû.

Strana “Zozan Zozan” Îzzet Altinmeşe ji bo zimanê tirkî berhev dike. Muzîka wê digire û li gorî xwe gotinên tirkî dinivîsîne. Sed mixabin ku Altinmeşe ji bajarê Amedê ye. Di arşîva TRTê de ev stran wek “Dumanlı Yaylalar” hatiye qeydkirin.

Di arşîvê de “Kesê Çavkanî: İzzet Altınmeşe” hatiye nivîsandin. Her wiha li ser orîjînala stranê jî tu agahî nayên dayîn.”

* Ev hevpeyvîn di kovara Hunerê de hatiye weşandin. Huner: Hejmar 2, Rûpela 47-49, Avrêl-Gulan-Pûşber 2024/Köln