*Agahiyên vê danasînê me ji pirtûkên Cegerxwîn wergirtiye. Rojname ve televîzyonên ku hemû bergên eslî dixwazin dikarin bi me re bikevin tekiliyê.
Firaz Baran
Heşt dîwanên Cegerxwîn hatiye çapkirin:
Pirîsk û Pêtî: 1945 / Sûriye
Sewra Azadî: 1954 / Sûriye
Kîme Ez: 1973 / Lubnan
Ronak: 1980 / Swêd
Zend Avesta: 1981 / Swêd
Şefaq: 1982 / Swêd
Hêvî: 1983 / Swêd
Aşitî: 1986 / Swêd

Her wiha Cegerxwîn pirtûkên lêkolînê û analîzên girîng jî nivîsandine. Wek mînak pirtûkeke wî ya bi navê Tarîxa Kurdistan heye ku du cild e.
Tarîxa Kurdistan I: 1985 / Swêd
Tarîxa Kurdistan II: 1987 / Swêd
Mamoste Cegerxwîn ferhengek jî çap kiriye:
Ferheng I û Ferheng II (1962 / Iraq)
Pirtûkên wî yên li ser gotinên pêşiyan û zimanzaniyê jî ev in:
Gotinên Pêşiyan: 1957 / Sûriye
Destûra Zimanê Kurdî: 1961 / Iraq
Cegerxwîn kurteçîrok jî nivîsiye. Bo nimûne:
Cim û Gûlperî (1948 / Sûriye)
Reşoyê Darî (1956 / Sûriye)
Û pirtûka wî ya bi navê Folklora Kurdî jî pir girîng e. Di vê pirtûkê de li ser stranên kurdî analîzên girîng û agahiyên otantîk parve kiriye.
Lewma Cegerxwîn ne tenê helbestvan e. Erê, ew helbestvanekî mezin bû. Lê berhemên wî yên din jî girîng in.

Jiyana Cegerxwîn
Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê Êlih-Kercewsê ji dayik bûye. Zarokatî û ciwaniya xwe li Êlih, Amûdê û Amedê derbas kiriye.
Perwerdeya medreseyê wergirtiye. Beşdarî Serhildana 1925an bûye. Cegerxwîn ku wê demê 22 salî bûye, mîlîtanekî pêbawer ê serokê serhildanê Şêx Seîd bûye.
Piştî serhildanê derbasî Rojava bûye û piraniya jiyana xwe li wir derbas kiriye. Her dem di nav rêxistinên kurdan de cih girtiye.
Cegerxwîn ji aliyê îdeolojîk ve komunîst bûye. Wî di helbestên xwe de evîna welat, lehengiya kurdewar û keda mirovatiyê bi rûmet hiştiye.
Lewma dewleta Sûriyê her tim wî şopandiye. Her wiha gelek caran rastî binçavkirin, sirgûn û girtinan hatiye.
Helbestvanê gewre di sala 1979an de neçar maye û çûye Swêdê. Di 22ê Cotmeha 1984an koça dawî kiriye. Cenazeyê Cegerxwîn birin welat û li Qamişloyê rakirin.





