Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Firaz Baran

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18ê nisana 1992yan de li Konstantînapolê hatiye avakirin. Dewleta Tirk di 31ê berfanbara 2016an de Enstîtu girtiye. Lê Enstîtuyê dîsa xebatên xwe berdewam kiriye.

Enstîtuyê heya îro kîjan xebat pêş xistiye?

* Enstîtuyê li Bakurê Kurdisanê derbarê ziman, wêje û dîroka Kurdan de lêkolînan kiriye û bi Kurmancî û Dimilî ji 50î zêdetir pirtûk çap kiriye.

* Bi sedan mamosteyên kurdî perwerde kiriye.

* Gelek komxebat/konferans li dar xistiye. Bo nimûne, Konferansa yekem di sala 1992yan de Profesor Celilê Celîl pêşkêş kiriye.

Kurt û kurmancî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo zindî kirina zimanê kurdî û pêşvebirina xwendin û nivîsandina bi kurdî bûye xwedî risteke girîng.

Paşê dagirker radibin saziyê û navê Enstîtuyê qedexe dikin. Navek û saziyek û danasîna wê hema wisa di rojekê de pêk nayê. Kedeke gelekî mezin û demekê dûr û dirêj dixwaze. Dagirker û dijmînê Kurdan lewma saziyên me bi hesanî û bi zanabûn digirin.

PIRTIKÊN KU ENSTÎTUYÊ ÇAP KIRIYE EV IN:

FERHENG
Ferhenga Navincî: Zana Farqînî, Rêbendan 2021, Kurmancî, 1312 Rûpel
Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî: Zana Farqînî, Sibat 2022, Kurmancî, 2648 Rûpel

Gotinên Pêşiyan: Mehmet Oncu, Tîrmeh 2014, Kurmancî, 704 Rûpel
Ferhenga Biwêjan: Mustafa Borak, Cotmeh 2014, Kurmancî, 1005 Rûpel
Ferhenga Mîtolojiya Kurdî: R. Çeper-K. Yitik, Adar 2017, Kurmancî, 256 Rûpel
Ferhenga Kurdî (Destpêk): Evdirehman Bakir, Rêbendan 2019, Kurmancî, 207 Rûpel
Ferhenga Kurdî-Ingilîzî (Ya Destan): Aysel Çetîn-Samî Tan, Tebax 2022, Kurmancî, 383 Rûpel

LÊKOLÎN
Mem û Zîn Îdeal Destan: H. Mem, Nîsan 2005, Tirkî, 106 Rûpel
Rastiyên Destana Memê Alan: H. Mem, Rêbendan 2006, Kurmancî, 112 Rûpel

Xanî ve Newroz: H. Mem, Sibat 2009, Tirkî, 125 Rûpel

Xanî û Newroz: H. Mem, Cotmeh 2009, Kurmancî, 144 Rûpel
Xanî ve Memzaları: H. Mem, Rêbendan 2013, Tirkî, 224 Rûpel
Xanî û Memzayên Wî: H. Mem, Hezîran 2014, Kurmancî, 228 Rûpel
Mamosteyê Sêyemîn Xanî: H. Mem, Adar 2015, Kurmancî, 632 Rûpel
Üçüncü Öğretmen Xani: H. Mem, Berfanbar 2019, Tirkî, 494 Rûpel
Analîza Du Xebatên Destpêkî: Sami Tan, Mijdar 2019, Kurmancî, 199
Rûpel
Xebatên Rewşenbîriya Kurdî: Miraz Ronî, Mijdar 2019, Kurmancî, 142
Rûpel
Afirandinên Sedsalan: Halit Azizoğlu, Kurmancî, Adar 2022, Kurmancî, 63 Rûpel
Pergala Rojê û Cîhan: Halit Azizoglu, Adar 2022, Kurmancî, 59 Rûpel

PIRTÛKÊN PERWERDEHIYÊ
Hînker 1: Ronayî Onen-Samî Tan, Tebax 2022, 175 Rûpel, Kurmancî
Hînker 2: Ronayî Onen-Samî Tan, Adar 2016, Kurmancî, 160 Rûpel
Hînker 3: Ronayî Onen-Samî Tan, Berfanbar 2020, Kurmancî, 192 Rûpel
Hînker Soranî: Hewa Salam Xalid, Berfanbar 2019, Soranî, 152 Rûpel
Rêziman Rêzimana Kurmancî: Samî Tan, Rêziman, Tebax 2015, Kurmancî, 432 Rûpel
Lêker û Rastnivîsîna Wan: Zana Farqînî, Rêziman, Mijdar 2019, Kurmancî, 208 Rûpel

ÇÎROK
Çîrokên Gelerî: Zekî Akdag, Gulan 2016, Kurmancî, 172 Rûpel
Pirço: Orhan Budak, Berfanbar 2016, Kurmancî, 48 Rûpel
Cindî: Ali Aydin Çîçek, Tîrmeh 2021, Zazakî, 62 Rûpel
Gulîsinêm: Alî Aydin Çîçek, Tîrmeh 2021, Zazakî, 96 Rûpel

DÎROK
Dîroka Nîjada Şêrwan: Salihê Kurê Xan Budaq, Tebax 2004, Kurmancî, 144 Rûpel
Osmanlı B. Dersim ve Civarı: Kerem Soylu, Hezîran 2013, Tirkî, 216 Rûpel
Osmanlı B. Bitlis ve Civarı: Kerem Soylu, Hezîran 2017, Tirkî, 400 Rûpel
Elîkok: Hertûs Berwarî, Rêbendan 2021, Kurmancî, 160 Rûpel

WÊJE
Dîroka Wêjeya Kurdî: FeqîHuseyn Sagniç, Mijdar 2014, Kurmancî, 704 Rûpel

ROMAN
Momo: Nîzam Algunerhan, Rêbendan 2021, Kurmancî, 439 Rûpel

Kovara Zendê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 21ê adara 1994ê bi navê Zendê kovarek derxistiye. Kovara Zendê bi nivîs û lêkolînên bi mijarên ziman, wêje, zargotin, dîrok, çand û hunerê derketiye pêşberî xwendevanên xwe.

Enstîtuyê di sala 2014an de kovara ‘Fêrname’yê derxistiye. Bi riya vê kovarê hewl daye ku mamoste û xwendekarên kurdî hê baştir hînî zimên bike.