Celle yek ji bajarên piçûk ên Elmanyayê ye. Nifûsa wê 71 hezar e. Du taybetmendiyên vî bajarî hene:
1- Di Şerê Cîhanê yê Duyem de tu gule negirtiye. Ji ber vê sedemê tevna wê li gorî bajarên din xera nebûye.
2- Yekem êzîdiyên ku hatine Almanyayê bi awayekî komî lê dijîn.
Êzidî pêşî weke karker (di sala 1966an de) û piştre jî weke talebe û penaber hatin vî bajarî. Koçberiya Êzidiyan piştî sala 1980 zêde bû.
Êzidiyên ku li vî bajarî dijîn ji sala 1979an Şoreşa Kurdistanê naskirin.
Ji Celleyê kesên ku tevlî şoreşê bûne û şehîd ketine jî hene. Mam Zekî Şengalî, Alî Agal, Abdullah Sevgat, Binevş Agal û Behya Yasit li bajarê Celleyê tevlî şoreşê bûn û şehîd ketin. Yek ji şehîdên ku li vî bajarî ji dayik bûye, mezin bûye û piştre tevlî şoreşê bûye Kasim Ozden e. Ew kurê Şehîd Mam Zekî ye. Navê wî di nava tevgerê de Şehîd Sîpan bû. Me berê xwe da Celleyê û em bûn mêvanê malbata Mam Zekî Şengalî.
Gulê Ozden (Dayîka Kasim Ozden)
Em ji gundên derdora Êlihê ne. Ez li Şimzê hatime dinyayê. Bavê Kasim jî li Şasime hatiye dinê. Em malbateke feqîr bûn. Em ji bo debara xwe hatin vir. Zekî di sala 1969an de hat. Em di sala 1970an de zewicîn û li Celleyê bi cih bûn.
Kasim di 20ê Hezîrana 1971an de li Celleyê ji dayik bû. Ew zarokê me yê yekem e. Bi giştî 7 zarokên me hebûn.
Em her tim li Celle man û derneketin. Em bi xwe ciwan bûn. Em nû hatibûn Almanyayê. Zekî di şirketeke kaxezan de dixebitî. Ez jî di sala 71ê de ketim şirketek ku televîzyonan çêdike. Hetanî sala 97an xebitîm. Zarokên min jî biçûk bûn. Pir zehmet bû. Ji ber ku em her tim dixebitîn jintiya min 5 salan xwedî li Kasim û Îskender derket. Paşê me xwişka min ji welêt anî. Wê jî alîkariya me kir. Dûv re, dema karê min guherî, me li zarokan mezkir.”
Kasim û xwuşk û birayên xwe li Celleyê ji dayîk bûne. 4 hezar km dûrî welat mezin dibin. Lê dê û bavên wan bi hestên welatparêziyê wan mezin dikin. Di sala 1981an de li Celleyê Komela Çanda Kurd hatiye damezrandin. Kasim wê demê 10 salî bûye. Li vir dest bi perwerdeya folklorê dike.
Songul Ozden (Xwuşka Kasim Ozden)
Em beşdarî folklorê bûn. Navê koma folklorê Koma Amed bû. Kasim bi dil û can dilîst. Ji welat pir hez dikir. Ji ber ku bavê min qala welat dikir û ji me re pirtûk dixwendin. Tiştê ku bavê min digot di hişê wî de dima. Dema ku dê û bavê min diçû ser kar Kasim li me dinêrî.
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Em 7 xwişk û bira ne. Mezinê me Kasim bû. Ez zarokê duyemîn im. Di navbera me de 15 meh hene. Di sala 1981an de li Celle komeleyek hat vekirin. Di komeleyê de xebatên govend, muzîk, koro û şanoyê hatin meşandin. Kasim û ez beşdarî xebatên çandî bûn. Em beşdarî şev, meş û civînan dibûn. Me bi Kasim re ji sala 1981 heta 1987an xebatên çandî meşandin.
Ji xeynî xebatên çandî, Kasim diçû dibistanê jî. Li dibistana xwe jî di çalakiyên sporê de navdar bû. Bi taybetî di bazdan û voleybolê de. Her wiha di wan salan de hînî lêxistina enstrumanan jî bû.
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Kasim ji hêla fîzîkî ve pir sportîk bû. Fûtbolê baş dilîst û bi lez baz dida. Dema di pola 10. de bû di 1000 metreyan de bû yekemîn. Ew di 2 deqîqe û 28 çirkeyan de bezî. Me bi hev re veleybol dilîst. Ew beşdarî gelek tûrnûvayan bû. Tîma neteweyî a Almanyayê xwest ku Kasim tevî wan bilîze. Lê wê demê ji ber ku ne hemwelatiyê Almanyayê bû nelîst.
Songul Ozden (Xwuşka Kasim Ozden)
Birayê min ji muzîkê hez dikir. Mamosteyê wî tune bû, lê wî xwe bi xwe perwerde kir. Nedisekinî. Her tim germ bû. Em di malbateke kurd de mezin bûn. Loma jî ji welêt pir hez dikir. Te digot qey li welat mezin bûye. Muzîka kurdî têra wî dikir. Ji zurna û bilûrê hez dikir. Her wiha hînî lêxistina bilûrê bû û pirtûkên kurdî pir dixwend.
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Ne profesyonel bû lê sazvanekî baş bû. Dîsa li bilûr, mey û darbukayê jî dixist.
Kasim Ozden bi van taybetmendî û xebatên xwe ve di nav bajarê Celleyê de bû ciwanek berbiçav. Sala 1987an ji bo wî salek taybet e. Ji ber ku wê salê Mîhrîcan cara yekemîn hat lidarxistin û di beşa govendê de Koma Amed bû yekemîn. Serê govendê Kasim Ozden bû.
Ew li bajarê Celleyê ji bilî xebatên spor û çandê xebatên siyasî jî dimeşine. Di nav malbatan de propagandaya şoreşê dike, rojnameya Serxwebûnê belav dike û karên Yekitiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) organîze dike. Kasım Ozden di 12ê Îlona 1989an de jî bîryara xwe dide û tevlî PKKyê dibe. Di gotareke ku di rojnameya Serxwebûnê de hatiye weşandin, li ser Kasim Ozden ev agahî tên dayîn:
“Di 12ê Îlona 1989an de meşek hat lidarxistin. Di vê meşê de derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê hat protestokirin. Hevalê Kasim di meşê de bi bavê xwe re diaxive û dibêje: ‘Ez naxwazim vegerim malê. Ez dixwazim di asta profesyonel de tevdigerim.’ Bavê wî ev biryar pejirand û piştgirî da. Hevalê Kasim bi şoreşê mezin bû. Armanca darbeya 12ê Îlonê tinekirin bû. Ji ber vê yekê watedar e ku rêheval Kasim di rojeke wiha de li dijî vê rejîma darbeyê biryara têkoşînê da.”
Kasım Ozden di navbera Îlona 1989 û Adara 1990 de li Almanyayê xebatên siyasî dimeşîne û di Adara 1990î de diçe Akademiya Mahsum Korkmaz.
Songul Ozden (Xwuşka Kasim Ozden)
Kasim digot: “Cihê me ne Almanya ye. Ev der welatê xerîbiyê ye. Werin em vegerin welatê xwe. Baştir e. Li Almanyayê çanda me winda dibe.”
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Wî telefonek kir û got: “Ez dixwazim we bibînim.” Me nizanibû ku ewê here welêt, lê me texmîn dikir. Ew hat malê. Ew rûniştin. Ez hebûm, diya min bû, xwişka min bû. Bi hevalekî xwe re hat. Ew rojek e ku di jiyana min de her roj tê bîra min. Ji bo mirovan zehmet e. Birayê min ê mezin ji malbatê dûr dikeve. Me hinekî sohbet kir. Wexta ku dixwast rabe, got ‘ezê herim welêt.’ Ez şaş bûm. Me zarokatiya xwe bi hev re derbas kiribû. Me bi hev re kar dikir. Ji bo min hinekî zehmet bû.
Gulê Ozden (Dayîka Kasim Ozden)
Dema Kasim tevlî bû, qet zora min neçû. Min got: “Ew ji hevalan ne hêjatir e.” Zarok şêrîn in. Lê min ev fem kir: Mirov dikare zarokên xwe bide welatê xwe. Ji ber ku welat ji zarokan şêrîn e. Me partiyê nas kir û em pê ve girêdayî bûn. Me heval nas kirin. Ger mirov ji welatê xwe hez bike, ji şervanên xwe jî hez dike. Dema ku kurê min çû min ne got “çima çû.”
Kasim hat malê. Roja Çarşemê bû. Saet 10ê êvarê bû. Got: “Dayê, ji min re saatek şevê lazim e.” Min got: “Heta sibê bisekine, em ji te re yekê bikirin.” Bi hevalekî xwe re hatîbû. Wê demê birayek wî yê biçûk 9 mehî bû. Kasim birayê xwe hezkir û jê re axivî.
Xeyrî Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Ez di sala 89an de hatime dinyayê. Navê min Xeyrî ye. Birayê minê mezin Kasim ev nav li min kiriye. Navê şehîdan e. Malbata min jî qebûl kiriye. Ez serbilind im ku Kasim ev nav li min kiriye.
Kasım Ozden li Akademiya Mahsum Korkmaz perwerdeya leşkerî û siyasî dibîne. Her wiha beşdarî xebatên pratîkî yên li akademiyê dibe. Ew 10 salan li Almanyayê dixwîne û 1,5 sal di beşa elektronîk de stajê dike. Loma zanîna xwe ya elektronîkî di karûbarên teknîkî yên akademiyê de bikar tîne. Di radyoya kurdî de jî weşanê dike.
Ew heta dawiya sala 1990î li Akademiya Mahsum Korkmaz dimîne. Di vê heyamê de bi leşkerî, zindîbûn û lehengiya xwe derdikeve pêş û di ewlehiya Rêber Apo de cih digire.
Kasım Ozden di dawiya sala 1990î de diçe Bakurê Kurdistanê û dibe gerîla. Li Mêrdîn, Amed û Garzanê karê şoreşê dike. Dema ku li Amedê bûye wêneyên xwe bi rêya posteyê ji malbata xwe re dişîne.
Gulê Ozden (Dayîka Kasim Ozden)
Di sala 91an de ji me re nameyek şand. Di hundurê wê de du wêne hebûn. Di wêneyekî de ew bi tenê bû û çekek di destê wî de bû. Fotoyek jî li ser rê kişandîbûn. Otobusekê disekinin. Wêneyê wê kêliyê dikişînin. Roja ku name û wêne hatin rojake xweş û zehmet bû. Dema ku zarokê însên dûr dikeve zahmet e.
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Sê name hatin. Yek ji bo me, yek ji bo pismamê me û yek jî ji bo hevalekî Alman. Dixwest malbat û welatparêz xebatan bidomînin. Roja ku name hatin baş tê bîra min. Min jî vekir û xwend. Dema ku min wan nameyan xwend ez giriyam. Min bêriya birayê xwe kiribû. Ew ne li malê bû. Me dizanibû ku rojekê ew ê jî jiyana xwe ji dest bide. Ji ber vê yekê xemgîniyek jî hebû. Di salên 91-92an de şerên giran hebûn. Ji ber vê yekê mirov bi rastî ditîrsiya. Mirov nikarîbû hêsirên xwe bigire.
Songül Özden (Kızkardeşi)
Dema ku min ew wêne dîtin, ez hem kêfxweş bûm, hem jî zehmet bû. Ji ber ku min ji birayê xwe hez dikir. Çend sal derbas bûbûn min ew nedîtîbû.
Dîrok: 14ê Nîsana 1992. Di wê rojê de şerekê giran pêk hat. Kasim û 28 hevalên xwe tevlî kerwanê şehîdan bûn…
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Kasim di 14ê Nîsana 1992an de li gundê Stawrê yê Mêrdînê bi 28 hevalên xwe re şehîd ket. Di televizyonên tirkan de nîşan didin. Apê min û kur apê min dibînin. Ji me re negotin. Bavê min wê demê ne li malê bû. Telefona me kir û got: “Kesek ku em nas dikin hebû?” Diya min got “na”. Bavê min got, “Ez difikirim ku kesek ku em nas dikim hebû.” Lê wî tiştek negot. Bavê min di 26ê Cotmehê de bi hevalekî re hat malê.
Gulê Ozden (Dayîka Kasim Ozden)
Di meha Cotmehê de partiyê agahî da me û ragihand ku şehîd bûye. Lê me nekarî herin cenazeyê xwe bigirin. Em hê jî li zarokê xwe digerin. Dewlet dikuje, vedişêre û nahêle ku em bibînin. Di dilê me de maye. Me cenazeyê xwe nedît. Zarokên ku li Almanyayê çêbûne û diçin welêt hindik in. Kasim yek ji wan zarokan pêşeng bû.
Songul Ozden (Xwuşka Kasim Ozden)
Ew roj rojek reş bû. Dinya li ser me hilweşiya. Em bi salan di şînê de bûn. Em neçûn rojên xweş. Piştî çend salan em hatin ser hişê xwe. Kasim kesekî rêzdar bû. Ew her dem di dilê min de ye. Ez ji bîr nakim. Her tim di hişê me de ye. Şehîd namirin. Bijî Serok Apo. Bijî Kurd û Kurdistan.
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Ez dixebitîm, gazî min kirin. Ez pir tirsiyam. Şêfe min hat û got “Ji malê gazî te dikin.” Ez hatim malê. Dema min gel dît, min fêm kir ku li vir kesek mirî heye. (Digirî) Apê min hate cem min û ji min re got. Di jiyana min de rojek reş e.
Edîp Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Dema ku birayê min Kasim ji malê derket ez 4 salî bûm. Em her tim behsa Kasim dikin. Vîdyoyek heye, em li rojên zarokatiya wî dinêrin. Em lê temaşe dikin. Bi hezaran mirovên me yên weke birayê min hene. Ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin. Divê miletê me keda van kesan biparêze û ala ku hildane bernede.
Xeyrî Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Ez 7-8 salî bûm, min fêm kir ku birayekî min ê mezin heye. Wê demê diya min ji min re qala jiyana Kasim kir. Birayê min kî bû û çima çûbû welêt? Diya min, bira û xwişka min her tim ji min re li ser jiyana Kasim diaxivîn. “Kasim kî ye û çima çûye welêt?” Her tim digotin, “Ji bo azadiyê çûye welêt.” Min bavê xwe jî zêde nedîtiye.
Songul Ozden (Xwişka Kasim Ozden)
Her tim digot: “Here dibistanê. Xwe pêş bixin. Dema ku em welat ava bikin, hewcedariya me bi mirovên xwenda heye.”
Îskender Ozden (Birayê Kasim Ozden)
Li her dewletekî leşker hene. Ji bo axa xwe şer dikin. Hemû şervan di dilê gelê xwe de xwedî cihekî taybet in. Serê me jî bilind e. Ji ber ku şehîdên me hene û şervanên ku di şopa wan de dimeşin hêvî dide gelê me.
1981: Yekem Koma Govende
Di navbera salên 1980 û 2004an de li Ewropayê zêdetirin 200 komén govendé tên damezrandin. Komên govendan HUNERKOM (1983-1993), Akademiya Çand û Hunera Kurdî û komeleyên bajaran ava dikin.
Yekem koma govendê li bajarê Celle (Almanya), di sala 1981an de hatiye damezrandin. Navê wê Koma Amed bûye. Komê navê xwe li ser berxwedana zindanê girtiye.
Di salên paşerojê de navê komê tê guhertin û dibe Koma Laliş. Ev kom bi taybetî di navbera salên 1981 û 1987an de alîkariyek mezin dide HUNERKOMê. Ji ber ku wê demê kom gelek kêm bune. Koma Amed, li welatên cûda beşdarî şevên mezin bûye û
beşa govenda geleri ya HUNERKOMê parastiye.
Komê, şehîdê me yê nemir Mam Zekî Şengali ava kiriye. Dû endamê komê jî şehîd bûne: Sîpan kurê Mam Zekî (Kasım Özden-1992) û Binevş Agal (Bêrîvan-1989).
Koma Amed ji Rihayê heta Xerzanê ji dîlanên bajarên cuda pêşker kiriye. Her wiha endamên komê tenê dîlan negirtine. Şano lihistine, di komeleyan de karê siyasî û civakî kirine û beşdarî xebatên rexistinkirina gel bûne.
Yekemîn Mihrican di sala 1987an de hatiye lidarxistin. Wê salê Koma Amed di pêşbirka Mîhrîcanê de dibe yekemîn. Serê govendê jî Şehîd Sîpan bûye. Yanî ye ku yekemîn peşbirka Mihricanê bi dest xistiye û bûye serê govende pakrewanek e. Koma Amed salên din jî gelek caran xelata yekemin girtiye.
Şoreşa Kurdistanê di her qadê de pêşeng afirandine. Pêşengèn giyani yên her xebatê derketine holê… Di xebatên govende jî Sîpan (Kasim Özden), Binevş Agal, Kasım Engin û Engin Sincer mînakên dilsoziyeke mezin in.