Lehengê Rista Şehîd

Rojîna Gulê

Hunermend Xelîl Xemgîn di albûma xwe ya bi navê “Name” de stranek li ser rêhevalê xwe Huseyîn Çelebî xwendiye. Navê stranê “Rista Şehîd” e. Gotinên stranê li jer e:

Rista Şehîd
Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn

Min divêt hertim bêjim
Hiş û reman li ser bipêjim
Rista Şehîd tim birêsim
Cerg û dil li ser bisojim

Lê ne yek car hertim car
Tim bikim qîr û hewar
Ji bo Şehîd biqîrim jar

Ji ber hîma vîna dil
Dil tije bû xem û kul
Pakrewanê gele tu

Doz gerand bû evîndar
Dil berda qadê bi yek car
Şehîdê me ye tu

Ew can û giyan û xwîn
Pişkivîn gul û nisrîn-beybûn
Wateyek daye jînê

Kevinjiyana tar û teng,
Nepejirand ew qey û bend
Hêvanê nuh jînê

Sibê wê bên şahî û dîlan
Navê te nirxê jiyan
Li ser dîwarê Dibîstan

Kerwanên me diçên jor
Ronî didin li hawîrdor
Hêvîn û vîne tu

Gora min ji kevirên Mermer çênekin
Bi vî dilê wek zinaran, em tenê dikarin bispêrin Çiyan
Bila xayînan di bin kevirên sar de veşêrin
Ez dil girtiyê ronahî û azadiyê me
Tewra ber vê dilê min, ber bi tava Sibê
Ezê bimirim
Ez girtiyê ji ber ronahî û Azadiyê me
Ez arama dilê dayîka me
Ez Huseyinê serfirazim

Ez dixwazim lehengê stranê Huseyîn Çelebî nas bikim. Loma min rojnivîska Çelebî, hejmarên 1989an ên rojnameya Serxwebûnê û Albûma Şehîdan a sala 1992an xwend. Her wiha ez çûm Brukselê û ji arşîva Stêrk Tvyê hevpeyvîna avakarê PKKê Alî Haydar Kaytan guhdar kir. Kaytan di derbarê Çelebî de diaxive.

Zarokatî

Huseyîn Çelebî sala 1967an de li bajarê Almanya Hamburgê ji dayîk dibe. Zarokê malbateke karker a ji Qereçoçanê ye.

Bavê wî kesekî siyasî bûye û ji zarokatiya xwe de ew jî bûye kesayetek siyasî. Bo nimûne, di 7 saliya xwe de beşdarî çalakiyek siyasî dibe.

Di sala 1974an de ji Başûrê Kurdistanê 169 penaber derbasî Bakur dibin. Hikûmeta Ecevît dixwaze wan dersînor bike.

Huseyîn Çelebî li navenda bajarê Hambûrgê tevî bavê xwe û xizmekî xwe xwepêşandanek li dar dixe.

Di xwenîşandanê de, ew daxwaz dikin ku penaberên kurd neyên dersînorkirin. Ji ber ku bi cezayê îdamê tên darizandin.

Gava ku ew dibe 13 salî, li dibistanê broşûrek nivîsiye û gotiye: “Divê kesên biyanî wek biyaniyan bên naskirin.”

Li Komeleya Kurdan

Huseyîn Çelebî dema ku lîseyê dixwîne, li Hambûrgê beşdarî xebatên komeleya kurdan dibe. Erka wî karê dîplomasiya komeleyê bûye.

Di vê xebatê de rojeva li Kurdistanê ji raya giştî ya Alman re vedibêje û têkoşîna PKKê dide nasîn.

Piştî lîseyê diçe koleja teknîkî. Di destpêka sala 1986an de dest ji dibistanê berdide û tevlî PKKê dibe û bi tevahî wextê xwe dide xebatên siyasî.

Zindana Almanyayê

Huseyin Çelebî, ji bo naskirina Kurdan û PKKê li Almanya û Awûstûryayê xebatên siyasî dike.

Di kovara Kurdistan Reportê de li ser danasîna Kurdistanê gotaran dinivîse.

Di Sibata 1988an de li Almanyayê 20 rêveber, xebatkar û alîgirên PKKê têne girtin. Di nav wan de avakarên PKKê Alî Haydar Kaytan û Duran Kalkan jî hebûye. Huseyîn Çelebî jî tê girtin û 2 sal di girtîgehên Almanyayê de dimîne.

Kaytan: Bandor li dadgeh û raya giştî kir

Ali Haydar Kaytan rola Huseyîn Çelebî ya wê demê wiha tîne ziman:

“Em hemû di girtîgehên cuda de diman. Hevalê Huseyîn Çelebî bi rêya nameyan ji me hemûyan re tekîlî danî û danûstendineke hevpar derxist holê. Bi moral û coşa xwe hêz da me.

Li ser dozê belgeyên Almanî dixwendin û me agahdar dikir.

Li salona dadgehê jî parastina doza Kurdistanê kir û bi axaftinên xwe komîteya dadgehê û hemû guhdaran bandor dikir.

Hevalê Huseyîn ji derdorên cuda re jî name dinivîsandin. Bi rêya van nameyan di nav raya giştî ya Alman de hişyarî bilind dibû.”

Nameyên Christa Eckes

Christa Eckes şoreşgerek a Alman e. Sala 1942an ji dayîk dibe û sala 1973an tevlî rexistina RAFê dibe. Tê girtin û salên dirêj di girtigehê de maye. Di nav şoreşgerên Alman de bûye sembola zindanê.

Eckes û Çelebî di navbera Avrela 1988 û Berfanbara 1989an de name ji hev re nivîsandine. Ev name bi navê “Nameyên Chrisat Eckes û Huseyin Çelebî” li Almanyayê wek pirtûk hatine çapkirin. Di van nameyan de parvekirina ji dil a enternasyonal tê dîtin. Christa Eckes sala 2021an koçî dawî dike.

Li Kurdistanê

Huseyîn Çelebî sala 1990an li zindanê derdikeve. Ne mumkin bûye ku ew bi serbestî xebatên şoreşê bike. Her tim polîs wî şopandiye.

Bihara 1991an diçe Akademiya Mahsum Korkmaz û perwerdeya leşkerî dibîne. Hema salê meha Cotmehê jî diçe Kurdistanê û dibe gerîla.

Li Heftanînê dibe koordînatorê Kampa Şehîd Mahîr. Ew li wir du heyeman xebatê şoreşê dike û Gulana 1992an tevlî Yekîneyên Sînor dibe.

Sala 1992an dema ku Şerê Başûr dest pê dike tê û li Eniya Batûfayê cih digire.

Li gorî ku em ji rojnivîska wî hîn bûne, di 28ê Hezîrana 1992an de beşdarî şerê xwe yê yekem bûye.

Û ji wê rojê heta roja ku şehîd bûye, bi mehan beşdarî çalakî û pevçûnên rojane dibe.

Huseyîn Çelebî di 11ê Cotmeha 1992an de li Heftanînê di şerekî de tevlî kerwana şehîdan bûye…

Nivîsa Kurdistan Report

Kovara Kurdistan Report di hejmara xwe ya Berfanbar a 1992an de li ser şehîd Huseyîn Çelebî wiha nivîsiye:

“Huseyîn demeke dirêj li Almanyayê jiya. Di navbera enternasyonalîstên metropolên dewlemend ên rojava û têkoşîna azadiya kurd de bû pirek.

Jiyaneke kurt lê watedar jiya.

Di nav girtiyên sala 1988an de şoreşgerê herî ciwan ew bû. Moralê wî her tim bilind bû:

Tu caran nêrînên xwe yên siyasî veneşart. Tenê bi Kurdistanê re jî sînordar nebû. Wî geşedanên li Almanya û welatên din jî ji nêz ve dişopand. Mirovekî jêhatî û dîplomatekî zîrek.

Gelek aliyên wî yên ku bên keşfkirin hebûn.”

Helbesta Dawî

Huseyîn Çelebî, hefteyek beriya şehadeta xwe li ser nobedê helbestek nivîsandiye. Ev helbest di rojnivîska Çelebî de cih digire. Helbest li jêr e:

Ez lîstika du perperokên şîrîn temaşe dikim
Bayekî sivik di nav porê min de digere
Dengê fîşekan naqede
Destên min de çekek û ez nobedar im
Behnekê xweş axê digire
Li keleka min rêhevalê min radize
Dengê nefesa wî tê guhê min
Û ez benda pêşarojê me

Li ser serê min
Dengê teyrên hesinî
Mirinê bar kirine
Çûkek li ser dara kêleka min sekinîye
Çekên giran
Girê li pêşiya me xwînê dibarîne

Ez çi dibînim
Çi guhdar dikim
Xweza ye
Yanê jiyan e
Yanê şer e