Jean-Luc Douin û Shahram Alidi

Jean-Luc Douin di sala 1947an de ji dayîk bûye. Niha 79 salî ye. Ew rojnameger û nivîskar e. Lê ji wê bêtir rexnegir e. Li Fransayê li ser sînemayê rexnegirek pir bi tesîr e.

Wî salên dûr û dirêj -taybetî li rojnameya Le Monde– li ser sînemayê nivîsandiye. Her wiha li ser sînemayê gelek pirtûk çap kiriye. Biyografî, analîz, lêkolîn û hwd. Lewma mirov dikare bêje ew yek ji pisporê herî girîng a sînemaya Fransayê ye.

Erê… Jean-Luc Douin fîlmê Shahram Alidi (“Whisper with the Wind”) temaşe kiriye û roja 30.03.2010an di rojnameya Le Monde de şîroveyek parve kiriye. Me ji bo Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê ev şîrove wergerandiye kurmancî.

Ji ber ku Alidi wekî Jurî beşdarî festîvalê dibe. Her wiha îsal di “Beşa Taybet” de em ê “Whisper with the Wind” (2009) temaşe bikin.

Ka em binêrin rexnegirê nav û deng Jean-Luc Douin ji bo fîlmê Shahram Alidi û li ser derhêneriya wî çi nivîsiye…

Rexnegirê sînemayê nivîskar Jean-Luc Douin. Wêne li ser Youtubeê hatiye wergirtin.

Piştî Ewqas Gor ji Nû ve Zindîbûn
Li ser komkujiya Kurdên li Iraqê helbesteke dîtbarî ya Shahram Alidi

Ji hêla Jean-Luc Douin ve
Le Monde, 30.03.2010

Fîlma “Les Murmures du vent” bi kartakê dest pê dike ku komkujiya 182,000 Kurdan tîne bîra mirov ku di navbera Sibat û Îlona 1988an de di bin dîktatoriya Sedam Huseyîn de bi zindî hatine veşartin.

Mijar Enfal e ku navê Qirqirina Kurdan e. Zilam kuştin û jin sirgûn kirin. Lê, ew yek ji wan fîlmên herî balkêş e ku hûn dikarin îro temaşe bikin. Fîlm tijî dîmenên bi tesîr û xemgîn e. Mirov dema ku temaşe dike nayê westandin. Helbesteke dîtbarî ye û bi xurt û hêzdar e.

Derhêner Shahram Alidi me ji gorê radike û dibe rêya ji nû ve zindîbûnê. Dayîkek di bin tava çolê de ye û nîqaba xwe derdixe û datîne cihê ku kurê wê veşartine.

Dem dibe şefeq behna şîr goristanê tijî dike. Derhênerê fîlm ji helbestvanê Hindî Rabindranath Tagore (1861-1941) gotinekê parve dike: “Zayîna her zarokekî delîl e ku Xwedê hîn hêviya xwe ji mirovahiyê qut nekiriye.”

Leşkerên dîktator ji bo tiştekî rêzê nagirin, cihê ku mirî lê hene jî. Ji ber ku petrol ji bin cesedan tê derxistin. Di nav zilamên de kesek di jiyanê de maye û ew dibe postevan (peyamber). Laqabê wî “Apê Firî” ye. Ew li Kurdistanê di nav çiyayên werankirî digere. Ev zilam dibe dengê gelê Kurd û hilgirê qîrîna berxwedanê.

Ew agahiyên li ser kesên kuştî li ser kasetekê tomar dike û hoparlêrekê li wesayîta xwe saz dike û nûçeyên ku ji hevwelatiyên xwe girtî belav dike. Ew peyamên evînê, dua û delîlên ku ew sax in radigihîne.

Stranbêjekî herêmî ku laqabê wî “Bilbilê Kurdistanê” ye kêfxweşî tîne dawetê. Em partîzanekî dibînin ku neçar maye û hevjîna xwe ya ducanî berdaye û beşdarî şer bûye. Ji kuryeyê kasetan (Apê Firî) dixwaze ku dengê zarokê wî bîne.

Ev fikra xweşik, ku hêza domdar a bêhempa ya gelekî bindest radigihîne, bi berhemeke estetîk ve tê temamkirin ku tenê derhênerekî fîlman ê asta jorîn dikare xeyal bike.

Her tişt pêşniyarek e.

Di van planên afirîner de, di van çarçoveyên cilkirî de, di van pencereyên ku dişibin keviran de; di dîmenên ku di hewzê, neynik û caman de têne xuya kirin de, siya di bin konê de… Hîç tiştek bi serê xwe û bêplan dernetiye.

Welatek… Mehkûmî xwe maskekirinê û veşartinê ye. Wekî xeyaletekê û di axeke xeyalî de tevdigere. Ne hesane ku mirov li rûyê hev binêrin. Wêneyekî dîtbarî yê welatekî ku mehkûmî dengvedan û nostaljiyê ye. Dîmenên Shahram Alidi ev in…

Her tişt di fîlm de peyamekê dide. Derhêner bi hunera xwe dixwaze çi temsîl bike? Ew komkujiyan nîşan nade, ew şeran nake fîlm. Ew daweteke tepeserkirî, cenazeyên di bin brandayan de, dûman, qîrînan, tirs û şokê nîşanî me dide û van dîmenan bi rêya stranan temsîl dike.

Dîsa zayîna zarokê ku tevahiya miletek li benda wî ye nayê dîtin, tenê tê bihîstin.

Leşkerên Sedam Huseyîn dibe neçîrê gelê ku radyoya serhildêran guhdarî dike. Wan dardixin. Radyoyên xwedî frekanseke azad in jî mîna kulîlkên veşartî li ser şaxên daran daliqînin.

Fîlma Alidi ji bo beşa Hefteya Rexnegiran li Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2009an hate hilbijartin. Ev fîlm li ser rêçên berhemên helbestvanê Ermenî yê kuştî Paradjanov diçe.

Çend pirtûkên Jean-Luc Douin ev in:

Andrzej Wajda, 1978: Cannes les années festival cinquante ans de cinéma (1997)

Comédiennes aujourd’hui: Isabelle Adjani, Isabelle Huppert, Dominique Laffin, Miou Miou, Christine Pascal, Maria Schneider : au micro et sous le regard de Jean-Luc Douin (1980)

Bertrand Tavernier (1988)
Godard Jean-Luc (1989)
Jean-Luc Godard, dictionnaire des passions (1989)
Dictionnaire de la censure au cinéma: images interdites (1998)
Les écrans du désir (2000)
Films à scandale! (2001)

Les jours obscurs de Gérard Lebovici (2004)
Bertrand Tavernier, cinéaste insurgé (2006)
Le premier sommeil: roman (2007)
Dizionario della censura nel cinema. Tutti i film tagliati dalle forbici del censore nella storia mondiale del grande schermo (2010)
Le cinéma du désir: dictionnaire (2012)
Alain Resnais (2013)
Le cinéma français (2014)
120 ans de cinéma Gaumont (2015)
La troupe des ombres: Sexe, espionnes et cinéma (2024)