Portreya Şehîd Mizgîn

Firaz Baran(*)

A- Tesîra xwe ji ku tê

11ê Gulana 1992an gelê Kurdistanê nirxek mezin winda kir. Wê rojê Hozan Mizgîn tevlî karwanê şehîdan bû.

TEV-ÇANDê 11ê Gulanê weke “Roja Şehîdên Çand û Hunerê” ragihand. Şehadeta Hozan Mizgîn bandoreke mezin li Kurdên parêzgeha Garzan, Kantona Cizîrê û welatparêzên Ewropayê û li ser civaka hunerî ya Kurdistanê kir.

Başe, Hozan Mizgîn kî ye? Çima şehîdbûna wê bandorek mezin derxist hole?

Di dîroka PKKê de hin kadroyên damezrîner hene. Yek ji wan Hozan Mizgîn bû. Hozan Mizgîn, damezrînera HUNERKOM, Koma Berxwedan û yekemîn tevgera jinan YJWKê ye (Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê).

Her wiha yekemîn jin e ku di nava gerîla de jî bû fermandara parêzgehê. Mizgîn Fermandara Xerzanê bû. Ji ber van hemû sedeman, şehîdbûna wê bandorek mezin kir.

B- Taxa Kismetê mezin dibe

Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) sala 1962an li Êlihê ji dayik bûye. Keça Xelîlê Mala Mehmûd û Hasreta Feqa Mihemed e. Dayika wê ji gundê Karapetê Xaço Bileyderê, bavê wê jî ji gundê Barisilê ye. Ev her du gund 10 km dûrî navenda bajarê Êlihê ne.

Dema ku TPAO li Êlihê ava bû bavê wê li vir wek sihhiye dest bi kar kiriye. Ji ber vê sedemê malbatê koçî Taxa Kismetê ya navenda bajarê Êlihê dike. Hozan Mizgîn li vê taxê ji dayik bûye û mezin bûye.

Li malê kurdî tê axaftin. Li dibistanê hînî tirkî dibe. Her wiha li cem Hacî Bedia û dayîka xwe jî perwerdeya Quranê distîne û fêrî xwendina Erebî bûye.(1)

C- Dibe Şoreşger

Sala 1976an yek ji pêşengên PKKê Mazlum Dogan li navenda bajarê Êlihê dest bi xebatên şoreşgerî kir. Di demeke kurt de li bajêr rêxistineke mezin ava kir.(2)

Hozan Mizgîn bi çanda Kurdî ve girêdayî bû. Di bin bandora van xebatan de maye. Fikra rizgariya Kurdistanê pejirandiye. Ji bo ku di warê teorîk de pêş bikeve xwe daye xwendina pirtûkan.

Piştre propaganda kir. Li taxan pirtûk, bulten û belavok belav kir. Hilbijartinên şaredariyê yên sala 1979an ji bo Edîp Solmaz xebatên propagandayê kir. Hozan Mizgîn di 18 saliya xwe de, sala 1980an tevlî PKKê dibe. Yekemîn jin e ku li Êlihê tevlî PKKê bûye.(3) Li Êlih, Kercos û Midyadê di nav gel xebatên rexistinê dike.(4)

D- Li Lubnanê

Hozan Mizgîn piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê çû Lubnanê. Li vir tevlî perwerdeya leşkerî ya jinê bû. 1. Konferansa PKKê sala 1981an û 2. Kongreya PKKê jî sala 1982an pêk hat. Wek delege beşdarî her du civînên dîrokî bû.(5)

Di kongreyê de bîryara “sazîkirina xebatên çand û hunerê” derket û Hozan Sefkan û Hozan Mizgîn erkdar kirin. Her du heval havîna 1982an hatin Almanyayê.(6)

Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan ji bo afirandina “eniya çand û hunera şoreşê”
hatibûn erkdarkirin. Hozan Mizgîn di navbera salên 1982 û 1988an de li Ewropayê xebatên şoreşgerî meşand. Çend xebatên wê yên sereke ev in:

E- Xebatên li Ewropayê: 1982-1986

* Sala 1983an tevî hevalên xwe di damezrandina HUNERKOM û Koma
Berxwedanê de cih girt.(7)
* Stranên wek Çemê Hêzil, Lo Hevalno, Gundîno Hawar, Şoreşger û Newroz nivîsî û muzîka wan çêkir.
* Heta sala 1988an di hemû kasetên Koma Berxwedanê de wekî amadekar, stranbêj û helbestvan cih girt.(8)
* HUNERKOMê her sal li dehan bajaran şahiyên Newrozê û 27ê Mijdarê
çêkirin. Hozan Mizgîn wek berpirsiyar jî tevlî van pîrozbahiyan bû.

F- Avakirina YJWKê

Hozan Mizgîn sala 1986an çû Lubnanê û beşdarî Kongreya 3. a PKKê bû. ERNK (Eniya Rizgariya Netewa Kurdistan) di sala 1985an de hatibû damezrandin. Di kongreyê de biryara avakirina eniya jinê jî hate girtin. Ev wezîfe dan Hozan Mizgîn.(9)

Hozan Mizgîn piştî Kongreyê hat Ewropayê. Biryarên kongreyê ji kadro û
welatparêzan re parve kir. Her wiha di xebatên çand û hunerî de cihê xwe girt. Lê piraniya dema xwe da rêxistinkirina eniya jinê.

Sala 1987an ji bo Tevgera Jinên Kurdistanê saleke girîng e. Di wê salê de yekemîn rêxistina jinên şoreşger Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê YJWK li Elmanyayê hate damezrandin. Hozan Mizgîn yek ji amadekara kongreya YJWKê bû. Di nivîsandina bername û rêziknameya YJWKê de jî cih girt.(10)

G- Veger

Hozan Mizgîn sala 1988an vegeriya Kurdistanê! Li bajarên Qamişlo, Dêrîk,
Tirbêspiyê û Amûdê beşdarî xebatên rêxistinkirina gel bû. Li vir wek navê kod “Rewşen” bi kar anî.

Bi gelek komên muzîk, govend û govendê û bi taybetî Koma Botan a Qamişlo re nêrîna xwe ya hunerî û şoreşgerî parve kir. Gel û endamên komên çand û hunerê wê hezdikir. Ji ber ku jiyana xwe sade bû û kesekê dilnerm bû.(11)

Hozan Mizgîn sala 1989an derbasî Bakurê Kurdistanê bû û di rêveberiya Parêzgeha Mêrdînê de cih girt.(12)

Di 26-31ê Kanûn a 1990î de, beşdarî Kongreya PKKê a IV. bû. Di kongreyê ji bo rêveberiya Parêzgeha Xerzanê hate hilbijartin.(13)

H- Li Xerzanê: Cihê ku dîrok lê guherî

Roma Reş bi dehan gundên Xerzanê kiribû cerdevan û çalakiyên ajan û JÎTEMê jî berfireh kiribû. Gelê me di bin zextên dagirkeran de bû. Dagirkeran bi van metodên qirêj dixwestin ku gerîla neyê herêmê û li herêmê bi cîh nabe.

Di rewşeke wiha de, sala 1991an hêzeke gerîla ya ji 90 kesî pêk tê, xwe gihandin parêzgehê. Berê axa parêzgehê li ser herêman dabeş kirin û dest bi xebatê kirin.

Rûken Garzan sala 1991an Şehîd Mizgîn nas kiriye. Heta roja ku şehîd ketiye bi hev re xebitiye. Rûken Garzan li ser xebatên Hozan Mizgîn dibêje:

Ruken Garzan / Şehîd Mizgîn’in Yoldaşı

“Di sala 1991an de bi pêşengiya hevala Mizgîn, hevalê Hayrî û hevalê Mervan komek gerîla ya ji 90 kesî pêk dihat, derbasî parêzgehê bûn. Hatina wan bawerî û moralek mezin da gel. Hevalê Mervan û Hayrî di demek zû de şehîd ketin. Hevala Mizgîn ji aliyê Rêbertî ve weke berpirsyara sereke ya Parêzgehê hate wazîfedar kirin. Hevala Mizgîn, Şehîd Kemal û Şehîd Resûl bûn rêveberiya nû ya parêzgehê.

Li parêzgeha Xerzanê binesaziya rêxistinê tunebû. Bi pêşengiya hevala Mizgîn di nava salekê de Parêzgeh guherî. Wê çi kir? Taktîk û çalakiyên gerîla diyar kir. Milîs organîze kirin. Komîteyên gund û bajaran ava kir. Bi gotineke din wê parêzgeh xiste nava organîzasyoneke birêxistinkirî. Hevala Mizgîn her ku diçû bi eleqe û heyraniyeke mezin dihat şopandin û qebûlkirin. Bi xebatên xwe moral, hêz û baweriyeke mezin da gel. Wazîfeyek dida her kesî. Bi vê yekê jî her kes xwedî li şoreşê derket.”(14)

I- Tetwan: Roja Dawî

Hozan Mizgîn Gulana 1992an diçe navenda bajarê Tetwanê. Li malekê dimîne. 11ê Gulana 1992an kolonyalîstên Tirk malê kişf dikin. Malê dorpêç dikin. Hozan Mizgîn dibîne ku çare nemaye, ewil belgeyên rêxistinî dişewtîne. Di nav belgeyan de hinek nav jî hene. Naxwaze ku ew bên eşkerekirin û êşkencekirin.

Paşê pereyên li ser dide xwediyê malê da ku radestî rêxistinê bike. Li malê jinek û du zarok hene. Ji jinê re daxwazên xwe dibêje. Paşê ji bo ku malbat zirarê nebîne û bi saxî nekeve destê dijmin, çalakiya fedayî û şehîd dibe.
Mala ku lê mayî Jinnewsê re axivî û got:

Wesiyeta Mizgîn

“Beriya şehîdbûnê bi min re axivî. Sê wasiyetên xwe hebûn. Got:
‘1- Tê Serok bibîne û silavên min jê re bêje.
2- Birayê min tevlî bûye. Tê wî bibîne û her du çavên wî maç bike.
3- Berxwedan Jiyane. Ew ê te li pey min binçav bikin. Li ber xwe bide.’

Wê hin taktîk dane min. Ka mirov çawa di lêpirsinê de tevbigere. Ew agahdarî bo min baş bûn. Lê mixabin paşê hevjînê min jî girtin. Piştre em neçar man ku ji Tetwanê derkevin. Min Serok û birayê wê nedît. Ew di hundurê min de ma.”(15)

Jinên Tetwanê xwedî li cenazeya Hozan Mizgîn derketin. Bi destûra diya wê ew li Tetwanê rakirin. Mezlum Tatwan ji Tetwanê ye û gelek sal li zindanê maye. Wî jî Hozan Mizgîn naskiriye û bi hev re kar kiriye. Dibêje:

“Wê salê li Tetwanê sêsed zarok ji dayîk bûn. Lawik û keç. Gelekan ji wan navê Mizgînê rakirin.”(16)

Şehadeta Hozan Mizgîn di tevahî pêkhateya PKKê û civaka hunerî de xemgîniyek mezin hat pêşwazîkirin. Lê bîranîn û armancên wê her tim zindî man. Dîlan Garzan gerîlaya wê demê ye. Di 11ê Gulana 2020an de ji Rojnewsê re axivî û got:

“Em diçûn gundan. Hevala Mizgîn digot: ‘Emê biçin. Civîna xwe bikin. Dema ku gel ji axaftinê hez nekir emê stranên xwe bêjin.’ Berê axaftina xwe dikir, piştre dest bi stranan dikir. Hemû gundî kom dibûn. Helbestek an jî stranek gel tesîr dikir.

Bandoreke mezin li ser civakê dikir. Gel dengê wê tomar dikir. Niha jî ger hûn biçin parêzgeha Xerzanê bi dengê hevala Mizgîn hûn dikarin kasetan berhev bikin. Mîna perwerdehiyê bû. Gotinên stranan hestên mirov bilind dikirin.

Ew jina yekem bû ku bû fermandara parêzgehê. Di taktîkên şer de, di afirîneriyê de xebatek taybet kir. Komîte û hêza xwe ya mîlîsî ava kir. Hê jî milîs, komîte û xebatkarên wê hene. Hem karê leşkerî û hem jî karê polîtîk dikir.”

Çavkanî
1- Li ser telefonê bi birayê Mizgîn Şêxmûs re hevpeyvîna min (2023)
2- Dokuya (Belgesel) “Dîroka bi Agir” (2005, Roj TV). Ez jî di nav ekîba dokuyê de bûm. Me li ser rêxistinkirina bajarê Êlihê nêzî bîst hevpeyvîn kiribû. (İdris Güzel, İrfan Güler, Kemal Aktaş, Maşallah Öztürk, Mehdi Tanrıkulu, Osman Ergin û hwd. Hemûyan jî gotin: “Mazlum Dogan hat û di nav şeş mehan de bajêr rêxistin kir.”
3- Bi Osman Ergîn re li Düsseldorfê hevpeyvîna min (2024). Ergîn ji bajarê Êlihê ye. Beriya salê 80î di nav xebatên şoreşgerî de bû.
4- Albûma Şehîdan 1992, Rûpela 228
5- Li Parîsê hevpeyvîna min bi Fidan Yildirim re (2010). Yildirim wê demê li
Lubnanê bû. Ew jî sala 1982an hatiye Almanyayê û di nav xebatên Serxwebûnê de salên dûr û dirêj cîh girtiye.
6- Li navenda Heyva Sor a Kurdistanê hevpeyvîna min bi Muharrem Aral re (2023). Aral jî avakarê HUNERKOMê ye. Dema ku Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan li Berlînê peya dibin, Aral çûye balafirgehê û Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan bajarê Kölnê.
7- Bi Mamoste Amale re li mala wî hevpeyvîn (2005). Dema pirtûka HUNERKOMê em li ser Şehîd Mizgîn jî axivîn.
8- Kasetên Hozan Mizgîn û Koma Berxwedanê.
9- Dokumentên Kongreya 3. ya PKKê, ji arşîva Serxwebûnê hatine wergirtin.
10- Bi Xelîl Xemgîn re li bajarê Kölnê hevpeyvîn (2024). Ev hevpeyvîna me
li kovara Huner û rojnameya Yeni Özgür Politikayê derketiye.
11- Bi Hekîm Sefkan re li bajarê Kölnê hevpeyvîna min (2024).
12- Hevpeyvîn bi Murat Karayilan re, bo Dokufîlm a Özgür Rayzan (2024).
13- Hevpeyvîna Derya Denîz bi Sakîne Pîr re (2024). Derya Denîz derhênera dokuya “Hêza”yê ye.
14- Kovara Huner: Hêjmar II, Avrêl-Gulan-Pûşber 2024
15- Xwediyê malê.
16- Bi Mezlûm Tetwan re hevpeyvîna min, 5ê Tîrmeha 2024/Köln

* Firaz Baran ev portreya Hozan Mizgîn sala 2024an amade kiriye. Ev portre wekî dosyayek sînevîzyon di Şeva Bîranîna Hozan Mizgîn de hatiye nîşandan.(11.05.2025, Köln). Sînevîzyonê Özgür Rayzan amade kiriye.