Bîranînên Dîlan Sipertî

* Stêrk TVyê bi Dîlan Sipertî re hevpeyvînek kiriye. Dîroka hevpeyvînê 11ê Gulana 2018ê ye. Dîlan Sipertî hevrêya Hozan Mizgîn e. Li Parêzgeha Xêrzanê bi hev re tekoşîn kirine. Axaftina Sipertî li jêr e. Me ev axaftin li Denderleeuwê ji arşîva Stêrk TVyê guhdarî kiriye û ji bo we nivîsiye. Em ji bo vê parve kirinê spasiya Dîlan Sipertî û Stêrk TVyê dikin.

Dîlan Sipertî

Niha meha Gulanê ye. Gulan, Meha Şehîdan e. Ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim û di şexsê hevala Mizgîn de li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim.

Ez xwe miroveka bextewar dibînim. Min bi şehîdên wekî Hozan Mizgîn, Sakine Cansız û Azîme re hevaltî parve kiriye. Bi taybetî min bi heval Mizgîn re rêwîtiyek dirêj kiriye. Em bi hev re ji Botanê çûne Garzanê. Me sohbetên kûr kirine û hevdu nas kiriye.

Rêwîtiya me li Herekolê dest pe kir. Em nêzîkî 200 heval bûn. Li wir me amadekariya xwe kir. Rêveberiyê navê hevalên ku hatine hilbijartin xwend. Piştre me moralek mezin li dar xist. Em diçûn parêzgeha Xêrzanê û komên din diçûn parêzgehên cuda. Hevala Mizgîn di vê çalakiya moral bilindkirinê de stranek nû got:

“Botanê berê didin Garzanê
Keç û xortên Kurdistanê”

Vê stranê moral û coşek mezin da komê. Dema ku em derbasî Garzanê bûn stranek nû çêkir. Bendak ji stranê wisa ye:

Boluk rê ket ji Botanê
Çek bi deste çû Garzanê
Keç û xortê Kurdistanê
Al rakirin serê çiyanê
Wê xelas kin Kurdistanê

Hozan Mizgîn li Parêzgeha Xêrzanê ye. Destê wê wêneya Fermandar Egîd xuya dibe.

Hevala Mizgîn ji aliyê îdeolojîk ve kûr û aliyê rêxistinî, leşkerî û polîtîk ve pir çalak bû. Lê kesayetiyek dilnizm bû. Ew dilsozê hevaltiya xwe bû û ji dil bû. Wê cudahî nedixist navbera hevalên jin û mêr. Hemû hevalên wê jê hez dikirin û di dilê her kesî de cihekî wê hebû.

Bîranîna Fermandar Egîd

Wê bîranînek li ser hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz) parve kiribû. Got: “Li Êlihê em cîranên hevbûn. Li ber mala me darek a tûyê hebû. Ez zarok bûm û rojekê ez hilkişiyam ser darê. Di destê min de tasek hebû. Min lê dida û stran digot. Hevalê Agît hatiye û guhdarî kiriye. Ji nişkava got: ‘Tê bibî hunermendek mezin.’ Min moralek mezin wergirt û hîn bêtir stran gotin. Hêz kete dengê min.”

Hevala Mizgîn endama Koma Berxwedanê bû. Ez hemû endamên Koma Berxwedanê silav dikim.

Koma Berxwedanê stranên xwe bi giyanek welatparêzî nivîsandin û gotin. Wan bi stranên xwe mirovan ber bi şoreşê ve kişandin. Hevala Mizgîn ev giyan heta Garzanê hilgirt û wê hunera xwe di nav tevgera gerîla de jî domand.

Çeka li ser milekî û stranên xwe li ser dilê xwe de parast. Wê qet di nav gel de negot, “Ez hunermendek im. Ez tenê bi muzîkê re mijûl dibim.”

Ew di şer de fermandar bû û her weha şervanek ji bo gel bû. Dema ku em diçûn gundekî an malekê wê digot: “Em ê civîna xwe li dar bixin. Ger civîn ji wan re giran hat em ê stranên xwe bêjin.”

Naveroka stranên wê jî şoreşgerî bûn. Dema ku me civînek li dar dixist, tenê deh kes dihatin. Lê gava hevala Mizgîn stran digotin hemû gundî li dora me dicivîn.

Gundiyan ji hev re digotin, “Werin, werin. Hevalek hatiye û distirê. Di stranên xwe de qala şehîdan dike. Ew dilsoziya xwe ya bi Serok û şoreşê re diyar dike.”

Dema ku we hevala Mizgîn guhdarî dikir hestên we tavilê diguherîn. Wê bandor li gel dikir. Mînakî, heke hûn niha biçin Xêrzanê, navê bi sedan keçan Mizgîn e. Gora wê mîna perestgehekê ye. Ew ji bo gel bûye cihekî ziyaretê.

Wê ruhê şoreşgerî veguherand çandeke gelî. Wê negot, “Tembûra min tune. Ez nikarim bistrêm.” Ew hem di nav gel de û hem jî di nav hevalên xwe de wisa bû. Dilnizm bû. Bi deng, stran û performansên xwe… Ew tijî coş, heyecan, moral, bawerî û îrade bû. Van taybetmendiyan di tevahiya hebûna wê de ruhek afirand.

Balkêş er e… Her helbestek, her stranek, her aliyekî jiyana wê perwerdehiyek bû. Dema ku wê li malan helbest dixwendin gel tesîr dibû û dibûn hevalbendê şoreşê. Jê hez dikirin. Hevala Mizgîn hestên welatparêzî û şoreşgerî di mirovan de çandiye û wan beşdarî şoreşê kiriye. Ji ber vê yekê, bandorek mezin li ser parêzgeha Garzan û xelkê wê kiriye. Taybetî li Tatwan, Hîzan û Bedlîsê.

Dema ku em diçûn gundan wê bi jin û mêran re civînên cuda li dar dixist. Her tiştê ku ji destê wê dihat dikir da ku hêza xwe bi gel re parve bike.

Xebata Mînak

Hevala Mizgîn digot: “Hewceye ku her kes karekî şoreşê bike û bila bibe xwediyê şoreşê.” Çawa? Digot:

“Ger kesek dikare bila bibe milîs. Ger kesek dikare bila ciwanan rêxistin bike û aboriyê kom bike û pêdiviyên zivistanê peyda bike. Ev xebatên şoreşê ne. Lê pêwîste tu gel tevlî xebatan bike. Em ê çawa bikin? Te bêje, “Heval tu tenê 3 gorên zivistanê bîne.” “Tu tenê 5 kîlo ard bîne.” Bila heval nabêjin ev xizmetek biçûk e. Na! Her roj keç û xortên gelê me şehîd dikevin. Dema ku gel keda xwe tevlî şoreşê dike wê girêdana wan xurt dibe. Dibêjin, ‘Min jî alîkariya hevalan kiriye.”

Hevala Mizgîn hem di nav gel û hem jî di nav hêzên ARGKê de bandorek mezin derxist.

Wê dizanibû çawa mirovan qezenc bike. Wî dizanibû çawa bi kê re bibe heval û çawa û kê bîne ser rêya rast. Dibe ku kesek barê giran nikare rake. Barekî sivik pêşniyar dikir. Ne digot: “Tu mecbûrî bikî.”

Hevala Mizgîn kesayetiyek leşkerî bû jî. Heybetek wê hebû. Lewma dema ku li parêzgehê digeriya rûyê hemû hevalan geş dibû. Hevalan ji wê hêz digirtin û hêviyên xwe nû dikirin. Wekî mînak: Her sibê em kom dibûn û me rojê xwe plan dikir. Dema ku me digot, ‘Hevala Mizgîn hatiye’, atmosfera kombûnê diguherî. Heval kelecan dibûn. Ev hêza wê bû.

Hevala Mizgîn pêşarojê didît. Wekî mînak: Me bihîst ku hevala Mizgîn her tim cil û berg, sol û pêdiviyên xwarinê kom dike. Depoyek mezin çêkiriye. Me got, “Hevala Mizgîn te li gorî hejmara me gelek tişt kom kiriye.” Bersiva wê wisa bû: “Em îro 20 kes in. Lê sibê em ê bibin sed kes û hezar kes. Şoreş mezin dibe û pêwîste em li gorî mehên pêş amadekariyên xwe bikin.”

Şehîdbûna hevala Mizgîn ji bo Tevgera Jin jî windahiyek mezin bû. Di dilê me hemûyan de bîrinek kûr vekir.

Li Tetwanê çûye malekê. Dijmin agahî girtiye û dora malê dorpêç kiriye. Hevala Mizgîn qet nakeve panîkê. Li cem wê emanetên Partiyê hebûne. Navên gundên welatparêz û navên milîsan. Wan dişewtîne. Hinek alîkariya aborî kom kiriye. Wan dide xwediyê malê û dibêje: “Tê teslîmî Partiyê bike.” Piştre çalakiya fedaî pêk tîne û şehîd dikeve.

Hevala Mizgîn bi rihê Mazlum, Kemal û Xeyrî jiyan dikir. Îxanek û teslîmiyetê qebûl nekir. Di nav malê de axaftinekê jî dike. Dibêje: “Ez hevrêyê Mazlum, Kemal û Xeyrî me.” Rastî jî bi wî ruhî jiyan kir û bi wî ruhî PKKê fehm kir û bi wî ruhî jî şehîd ket.

Hemû heval bi şehîdbûna hevala Mizgîn pir tesîr bûn. Ji bo Parêzgeha Garzanê jî xemginiyek mezin bû. Lehengiyek mezin li pêşiya me bû û em di nav xemginiyek mezin de bûn.

Min berê got… Ji bo Tevgera Jin jî giran bû. Ji ber ku Serokatî û Xeta Jina Azad nas dikir. Kesayetên wisa girîng in. Em her tim hevalên wisa digerin.

Wekî şexs ez jî pir tesîr bûm. Li Botanê heya Garzanê em bi hev re meşiyan. Me bîranînên xweş parve kirin. Wê demê sozek da xwe. Min got:

“Ez ê çeka te rakim û hevaltiya te zindî bihêlim. Ez ê tiştên ku ji te fêr bûme parve bikim û ruhê ku te di nav rêxistinê de çandiye zindî bihêlim.” Em ê şopdarê xata şehîdan bin. Rêber Apo dibêje: “PKKê Partiya şehîdan e.” Rastî jî wisa ye.

Beriya hevala Mizgîn fermandarê Garzanê şehîd ketibûn. Hemû jî rêveberên parêzgehê bûn. Hevalê Xeyrî, Mervan, Kemal, Rahîme û Roza… Hevala Mizgîn wê demê parêzgeh baş rêxistin kir û çi aliyê leşkerî be, çi aliyê îdeolojîk be valahiyek derneket. Lewma şehîdbûna hevala Mizgîn li me giran hat.

Herî dawî dixwazim bêjim: Rêber Apo dibêje “Şehîd xeta me ne.” Çima? Jiyana Mizgîn li ber çavên me ye. Ger em wekî wê bijîn, em ê têkoşînê xurt bikin û moralê gel bilind bikin. Ger em li ser reya şehîdan bimeşin em ê ser bikevin.

Ez di şêxsa hevala Mizgîn de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînim.
Li gel silavan