Firaz Baran
Koma Berxwedan di sala 1983an de hatiye damezrandin. Di navbera salên 1983 û 1995an de 16 albûm derxistiye. Piştî wê albûm dernexistiye. Kom, tenê beşdarî çalakiyên neteweyî (wekî Newroza Mezin û Festîvala Îlonê) bûye. Dîsa ji bo rojên taybet her sal li televîzyonê konser daye.
Sala 2014 ji bo her Kurdekî salake taybet e. Wê salê Fermana Şengalê rabû û Berxwadana Kobanêyê pêş ket. Her du bûyerên dîrokî her Kurdekî welatparêz hejand. Koma Berxwedan jî bêdeng nemaye û heman salê (2014) albûmek derxistiye.
Navê albûmê “Bûka Azadiyê” ye. Stranên albûmê li ser Berxwedana Rojava û Fermana Şengalê ne. Navê stranan li jêr in:
Bûka Azadiyê, Şervanê Axê, Hêza Şoreşê, Qêrîna Şengalê, Hirê Cinî, Rojava Berxwadane, Arîn Mîrkan, Lehengên Me, Bûka Deştê, Rojava, Nirx û Hebûn, Dayîkên Şehîdan, Destur Nadin û Ey Serokê Me.
Çêkerên Albûmê
Mir Multimedia – 2014
Aranje: Mazlum Rewşen, Memo Gül û Ali İkizer
Studios: Mir Tonstudio, Sound
Tomar: Hüseyi̇n Çi̇ftçi̇, Engi̇n Ersoy, Harun Ataman, Serhat Amed
Mix: Hüseyi̇n Çi̇ftçi̇
Mastering: Monoposto-Michael Schwabe
Niha em ê yek bi yek gotin û danasîna stranan parve bikin…

Gotin û Danasîna Stranan
Bûka Azadiyê
Gotin, Muzîk û Stranbêj: Seyîdxan
Aranjor: Memo Gül
Em dimeşin li ber roniya rojê
Ji bo em ronîkin tariya şevê
Me hilgirtî barê hêviya jînê
Rojava tu bûye bûka azadiyê
Bi Kembera Erebî tu dîl kirin
Nav û çanda te li hev parkirin
Berhem û nirxên te tev talankirin
Rojava tu bûye bûka azadiyê
Çûn dewran va roja me hilat
Gel ji bo te dike ceng û xebat
Dema azadiyê ye, keysa me lê hat
Rojava tu bûye bûka azadiyê
Ji Huriyan Kardox û Medan
Ji Agirî Şêx Seid ta Botan
Tu wargeha egîdê Kurdan
Rojava tu bûyê bûka azadiyê
Muzîkjenên stranê jî ev in:
Drums: Bernhard Spiess
Perkusyon: Ömer Arslan
Bass: Emanuel Stanley
Ki-Gitar û Tembûr: Mazlum Rewşen
Keyboards: Eser Gül
Kanun: Recep Seber
Grûba Kemanan: İstanbul Strings
Ney: Memo Gül
Şirove
Gotinên stranê wek rêzgirtinek ji bo Rojava ye, ku piştî qurbaniyên mezin vê nasnameyê heq dike. Metafora “Bûka Azadiyê” nîşana “ji dîlgirtinê ber bi azadiyê” ye û wê wekî dawetekê penase dike.
Nivîskarê stranê îfadeyên “Roniya rojê” û “tariya şevê” bikar tîne. Her du îfadeyên li dijî hev, rewşa gelê Kurd nîşan dide. Yek sembola serdema zilmê ye, ya din jî hêviya rizgariyê ye.
Gotina “Kembera Erebî” destwerdana erdnîgariyê, endezyariya demografîk û trawmaya civakî vedibêje. Têgeha “talan”ê jî ne gotinekê ji rêze ye, gotinek girîng e û windakirina mal û milkên çandî yên maddî temsîl dike.
Nivîskarê stranê, bi gotinên “Hûrî, Kardox û Med”, nasnameya Kurd a nûjen bi dîrokeke kevnar ve girêdide. Ew, civaka Kurd, wekî mîratgirê berdewamiya çandî ya hezaran salan pênase dike.
Gotinên “Şêx Seîd”, “Agirî” û “Botan” jî rave dike ku Rojava stargeha serhildêran e. “Wargeha egîdê Kurdan” gotinên destanên kevnar tîne bîra mirov. Mayîndebûna civakekê bi rêya “egîdî” tê pênasekirin. Gotina “egîd” (leheng) ji bo çandên berxweder stûnek bingehîn a nasnameyê ye. Ji ber ku “Egîd” (leheng) civakê û çandê diparêze.
Bi kurt û kurmancî: Gotinên stranê nasnameya çandî bi rêya dîrok û erdnîgariyê ji nû ve ava dike.
Her wiha: Muzîka stranê ne bi yek rengî ye. Du melodiyên wê hene. Koroyek bi stranbêj re dibêje. Di stranê de “Disagotin” tune ye. Bend li pey hev tên. Stran ji çar bendan pêk tê. Beşa ku wekî benda çaremîn li ser bergê albûmê xuya dibe, di stranê de wekî beyta sêyemîn tê gotin.
Em ê bi gotarên nû danasîna albûmê berdewam bikin…





